KCDK-E: Gelê Kurd heya bi ser bikeve wê li ber xwe bide
KCDK-E, ji bo berxwedana li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got: "Gelê Kurd wê teslîm nebe û heta bi ser bikeve wê berxwedanê bidomîne."
Parlamenterên YE'yê: Divê em Kurdan biparêzin
Di çarçoveya rûniştinên Çileya 2026’an ên Parlamentoya Ewropayê de, nûnerên komên cuda pirsên der barê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bersivandin û gotin: "Divê em Kurdan biparêzin."
Li Amerîkayê dê ji bo Rojava û Rojhilat çalakî bên lidarxistin
Saziyên Kurdan ên li Amerîkayê dê li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rojhilatê Kurdistanê dê çalakiyan li dar bixin.
Akademîsyen McLaren: Li Rojava ne tenê ax, fikir rastî êrişan tê
Akademîsyen Peter McLaren, êrişên HTŞ’ê yên li ser taxên Kurdan û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û diyar kir ku êrişên li dijî Kurdan ne tenê li dijî axê ye, di heman demê de li dijî fikrê ye.
Komîsyona Ewropayê: Divê êrişên leşkerî demildest werin rawestandin
Nûnera Bilind a Polîtîkayên Derve ya Yekîtiya Ewropayê bang kir û got: “Divê hemû çalakiyên leşkerî yên li Sûriyeyê demildest werin rawestandin û ji bo rê li ber xirabûna rewşa mirovî bê girtin, divê hemû alî li gorî agirbestê tevbigerin.”
Senatroê Amerikî Graham HTŞ'ê hişyar kir: Ger hûn dixwazin têkiliya DYA û Sûriyeyê bidome rawestin
Senatorê Amerîkî Lindsey Graham ku bertek nîşanî êrişên HTŞ'ê yên li ser Reqayê da, diyar kir ku ger rewş wiha bidome dê têkilî xera bibin û got: “Heke endamên DAIŞ'ê ji girtîgehan derkevin dê ev ji bo DYA, Sûriyê û herêmê karesatê bi xwe re bîne û qiyamet rabe.”
Ji KCDK-E'yê daxuyaniya ‘seferberiyê’: Em xwedî li Rojava derkevin
KCDK-E’yê piştgirî da banga seferberiyê ya ji bo Rojava û got: “Em bang li gelê xwe, dostên xwe û hemû hêzên demokratîk ên Ewropa û dinyayê dikin ku ji bo parastina Rojava têkoşîneke bênavber bimeşînin.”
Macron bi Şara re hevdîtin kir: Divê di enregrasyonê de lihevkirin çêbibe
Hat ragihandin ku Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi rêya telefonê bi Ahmed el Şara re axiviye û gotiye, "Pêwîstî bi agirbesteke mayinde heye."
Çalakiyên li Îran û Rojhilatê di roja 22'yemîn de didomin
Xwepêşandanên li Îran û rojhilatê Kurdistanê di roja 22'yemîn de berdewam dikin. Li gorî rêxistinên mafên mirovan, di êrişên rejîmê de herî kêm 3 hezar û 120 kes hatine kuştin û zêdetirî 24 hezar kes hatine binçavkirin.
Ji hikûmeta Alman bang: Li Sûriyeyê vegerin ser maseya muzakereyê
Hikûmeta Alman di bersiva pêşnûme pirsa parlamenter Cansû Ozdemîrê ya li ser êrişên li hemberî Kurdên li Helebê banga “vegerin ser maseya muzakereyê" kir.
Ji AGÎF’ê berteka Şara: Em vê helwesta dewleta Almanyayê red dikin
AGÎF'ê bertek nîşanî serdana Ahmet El Şara ya ku dê di 19’ê Çileyê de pêk were da, ji bo betalkirina ziyaretê bang kir û got: “Em vê helwesta dewleta Almanyayê red dikin.”
SOHR: Hêzên Îsraîlê bi tankan ber bi gundewarên Quneytrayê ve diçin
Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê, ragihand ku hêzên Îsraîlê bi 8 wesayît û 3 tankan ve ber gundewarê Quneytrayê ve diçin.
Rêxistinên li Ewropayê: Em Şara li Almanyayê naxwazin
FEDA û DAKB, bertek nîşanî hatina Colanî ya Berlînê dan.
Aktivîsta Îranî Shaghayegh Noruzî: Niha em di pozîsyonekî bihêztir de ne
Aktîvîsta Îranî Shaghayegh Noruziyê got: "Weke gelên Rojhilata Navîn, niha em di pozîsyonekî bihêztir de ne. Di vê çarçoveyê de divê em di vê pêvajoyê de baldar bin."
DYA'yê hişyarî da xebatkarên xwe yên baregeha Qeterê
DYA'yê hişyarî da xebatkarên xwe yên li Baregeha Hewayî ya El Udeid a Qeterê ku heta êvara Çarşemê ji wir derkevin, ji ber ku tê payin ku mudaxileyeke gengaz li xwepêşandanên Îranê çêbibe.