Welatiyên Dêrsimî: Em ê rê nedin talankirina xwezaya xwe
- ekolojî
- 11:00
Welatiyên tev li mitînga li dijî talankirina xwezayê bûn, diyar kirin ku ew ê destûrê nedin vê qirkirina xwezayê.
Welatiyên tev li mitînga li dijî talankirina xwezayê bûn, diyar kirin ku ew ê destûrê nedin vê qirkirina xwezayê.
Meteorolojiyê ji bo bajarên Bedlîs, Sêrt, Şirnex, Colemêrg û Wanê hişyariya barînên zêde û lehiyan kir û xwest tevdîrên xwe bigirin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku xelkê Dêrsimê li dijî talankirina xwezayê û êrişên ser çandê xwe birêxistin kirine û li ber xwe dide û bang li îktîdar û sermayedaran kir ku destên xwe ji Dêrsimê bikişînin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo balê bikişîne ser çanda mezaxtinê û hevgirtinê zêde bike, çalakiya "Bazara Pevguherandinê" li dar xist. Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, li Bazara Pevguherandinê geriyan û bi welatiyan re sohbet kirin.
Ekolojîst Yûsûf Topçu, ji bo mitînga ku dê di 16’ê Mijdarê de ji aliyê Platforma Xweza, Jiyan û Hawirdorê ve bê lidarxistin banga tevlibûnê kir.
Rêxistinên jîngehê û mafên mirovan ku "Kampanyaya Edalet ji bo Xwezayê" dan destpêkirin, daxwaz kirin ku dewlet lêçûnên dadgehê yên dozên ekolojiyê û bajar bide.
Li gor texmînên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, tê payin ku li 22 bajaran baran bibare.
Holdînga Çelîklerê dixwaze li gundê Karakaya ku gundê yek ji pêşengên şoreşger Îbrahîm Kaypakkaya ye, kana keviran veke. Gundî dibêjin ku gundê wan bi taybetî hatiye hilbijartin û gotin: “Dixwazin vî gundî ji hev belav bikin.”
Dîmenên qirkirina daran a li gundê Awalê yê li quntarê Çiyayê Gabarê hatin kişandin. Tê dîtin ku cerdevan qirkirina daran di bin çavdêriya leşkeran de dikin.
Li herêma Besta ya Şirnexê, di bin çavdêriya cerdevan û leşkeran de qirkirina daran didome.
Li Wanê bajarsaziya bêplan bi awayekî bi lez û bez mezin dibe û qadên hêşîn jî roj bi roj kêm dibin. Plansazkerê bajaran Ferhat Kayalik diyar kir ku ev bajarsaziya bêplan ji ber nekontrolkirina rêveberiyên xwecihî pêk tê û got: "Bi bajarsaziya bêplan qalîteya hewayê û hevsengiya ava binê erdê têk diçe. Wan, her ku diçe dibe bajarekî germ û hişk."
Li gel hemû nerazîbûn û îdiayên walîtiyê ku gotibû "êdî dê dar nayên birîn" jî birîna daran a li Çiyayê Gabarê berdewam dike.
Ekolojîstan, diyar kir ku şewata di daristanên Merîwanê 6 rojan berdewam kiriye û şewatê zirareke mezin daye herêmê.
Hevberdevkê Komeleya Ekolojiyê ya Wanê Erdogan Oduk diyar kir ku ji bo li 5 bajarên Serhedê 700 hezar û li tavahiya Kurdistanê jî 2 mîlyon dar bên çandin amadekariyê dikin û ji bo tevlibûna çandina daran a di maha Mijdarê de bangî gel kir.
Welatiyekî xwest talankirina daran a li Çiyayê Gabarê bi telefona xwe bikişîne. Leşkeran, gef li welatî xwarin, telefona wî jê standin û dîmenên tê de jêbirin.