Ji Dibistana Ma Muzîkê ya Egîdê Cimo çalakiyên dawiya serdemê
DIbistana Ma Muzîkê ya Egîdê Cimo, bi boneya dawiya serdemê ji bo şagirtên xwe çalakiyên curbicur li dar xistin.
- 16:34
Endamên malbata Şenyaşarê li ser gorên xwe hatin bibîranîn
Hacî Esvet Şenyaşar û du kurên wî yên ku li Pirsûsê di encama êrişa endamên AKP'ê de hatin kuştin, li ser gorên xwe hatin bîranîn.
- 15:59
GOÇ-DER'ê ji gundê di salên 90'î de hat valakirin bang kir: Em ê vegerin gundên xwe
GOÇ-DER'ê di çarçoveya Hefteya Koçberiyê de serdana gundê Bîrikê yê li navçeya Bismilê ya Amedê kir û daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo Kurdan ax ne tenê qadeke jiyanê ye, hilgira kok û hafizayê ye û banga vegerê hat kirin.
- 15:09
Civakîbûna aştiyê hat nîqaşkirin
Di axaftinên beşa "Civakîbûna Demokrasî û Aştiyê" de hat destnîşankirin ku aştî bi hevrebûna hemû derdorên civakî pêkan e.
- 14:59
Li Antalyayê zilamekî 2 kes qetilkirin
Orhan Bûlak, hevjîna xwe Aslihan Ozturk Bûlkê û bavê wê Cafer Tayyr Ozturk bi çekê qetil kir.
- 14:36
Li Helebê 2 zarokên ji Kobanê ji bo fîdyeyê hatin revandin
Komên çekdar du zarokên ji Kobaniyê, yek 9 salî û yê din 16 salî, li Helebê ji bo fîdyeyê revandin.
- 14:30
Ahmet Turk behsa xwe kir: Pirsgirêka Kurd ez im!
Di konferansa “Di sedsala Duyemîn de Veguherîna Demokratîk a Komarê’ ya ku li Stenbolê tê lidarxistin de, Ahmet Turk li ser pirsgirêka Kurd axivî û got: “Nasnameya min tune ye. Zimanê min tune ye. Gelê min tê înkarkirin. Ji ber vê pirsgirêka Kurd ez im.”
- 14:24
Di konferansê de niqaşa 'pêşeroja hevpar'
Di konferansa li Stenbolê de "pêşeroja hevpar" hat nîqaşkirin û hat gtin ku her kes bi ser dikeve, çima Kurd bi ser nekevin.
- 12:47
Çawîşê pispor ji heman malbatê 4 kes qetilkirin
Li Şemzînanê, Çawîş Musa Gezer hevjîna xwe Gulşen Gezer û sê endamên malbata wê kuşt û kesek bi giranî birîndar kir.
- 11:14
Tirkiye, bi têkçûnê dest bi Kûpa Cîhanê kir
Awisturyayê, Tîma Neteweyî ya Futbolê ya Tirkiyeyê, di maça ewil a Koma D a Kûpaya Cîhanê de, 2-0 têk bir.
- 10:31
Hejmara 172'yem a Kovara Jinê derket
Hejmara 172'emîn a Kovara Jinê bi sernavê "Şêweyên Serdestiya Li Ser Laşê Jinê" hate weşandin.
- 10:13
Remzî Kartal: Dê pêvajo bi ser bikeve
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal di civîna gel li Gotzisê de axivî û diyar kir ku ji her demê bêtir hewceyiya gelê Kurd bi yekîtî û aştiyê heye û anî ziman ku baweriya wî bi serketina pêvajoyê heye.
- 09:35
Lêpirsîna şewata ku bû sedema mirina 15 kesan 2 sal in didome!
Du sal di ser karesata şewatê re ya li deverên gundewarî yên navçeyên Xana Axpar û Şemrexê derbas bûn ku 15 kesan jiyana xwe ji dest dan, lê ji lêpirsînê tu encam bi dest neketin. Malbatan bi hêrs bertek nîşanî nebûna darizandinê dan û diyar kirin ku hewl tê dayîn ku ser tiştên qewimîne bê girtin.
- 09:18
'Şerê taybet bi polîtîkaya bêcezatiyê belav dibe'
Ji "Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye" Şukran Demîrê destnîşan kir ku polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê tên meşandin bi bêcezatiyê belav dibin û got ku têkoşîna rêxistinkirî li dijî vê yekê pêwîst e.
- 09:04
Mihrîcana Keda Jinan a Hilberî berdewam dike
Mihrîcana Keda Jinan a Hilberî ku li Wanê bi pêşengiya Şaredariya Rêya Armûşê û bi hevkariya 12 şaredariyên navçeyan tê lidarxistin, di roja duyemîn de bi berhemên jinan berdewam dike.
- 16:49 13
Civîna duyemîn a konferansê:Serketina pêvajoyê dê ji bo cîhanê bibe mînak
Bekîr Agirdir di civîna duyemîn a ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê di Sedsala Duyemîn de’ de axivî û got:“Em nikarin bi pêşbaziya êşê ve dahatûyê ava bikin”. Nivîskar Serhun Al anî ziman ku di vê serdemê de destpêkirina pêvajoyê pir girîng e û “dê ji bo cîhanê bibe mînak.”
- 16:36 13
Dayikên Şemiyê cihê gora Veysel Guney pirsîn
Dayikên Şemiyê, di çalakiya xwe ya hefteya 1107’an de daxwaza aşkerakirina cihê gora Veysel Guney yê hatî darvekirin kirin û cenazeyê wî nedane malbata wî kirin.
- 16:11 13
Xizmên Windayan li çar bajaran daxwaza edaletê kirin
Xizmên Windayan û şaxên ÎHD’ê yên Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê di çalakiya d“Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” vê hefteyê pirsa aqûbeta windayan û daxwaza darizandina faîlan kirin.
- 16:00 13
‘Ragirtina girtiyên nexweş binpêkirina mafê jiyanê ye’
Di çalakiyên li Enqere û li Stenbolê de bal hate kişandin ser rewşa girtiyên nexweş Sabrî Yavuz û Oktay Koça û hate destnîşankirin ku ragirtina wan a li girtîgehê binpêkirina mafê jiyanê ye.
- 15:48 13
Veguherîna Demokratîk a Komarê: Hewcehî bi peymanekî nû heye
Di civîna ewil a ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê di Sedsala Duyemîn de’ de axeveran dest nîşan kirin ku ji bo pirsgirêkên sedsalê carekî din rû nedin, “hewcehî bi peymanekî nû heye.”
- 15:18 13
Li Çewlîgê MEBYA-DER hat vekirin
MEBYA-DER, li Çewlîgê bi merasîmekê hat vekirin. Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di derîvekirinê de axivî û got: “Em êdî dixwazin rêya aştiyê vekin.”
- 14:39 13
GOÇ - DER di Hefteya Koçberiyêde de dê rêze çalakiyan li dar bixe
Hevserokê GOÇ-DER'ê Vecîh Aydogan destnîşan kir ku astengiyên li pêşiya welatiyên ku dixwazin vegerin gundên xwe hîn jî hene û bernameya çalakiyên ku dê ji bo Hefteya Koçberiyê li dar bixin, aşkera kir.
- 14:08 13
Babacan: Xurtkirina aştiya civakî berpirsiyariya me hemûyan e
Davutoglu: Xebatên ji bo demokrasî û aştiya civakî hêja ne
Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan di peyama ku ji bo konferansa li Stenbolê ra şandî go: “Xurtkirina aştiya civakî û dewleta hiqûqî berpirsiyariya me hemûyan e.” Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu jî got: “Ez her cure xebatên fikrî û sivîl ên ji bo xurtkirina demokrasî, dewleta hiqûqê, edalet û aştiya civakî hêja dibînim.”
- 13:56 13