Xwendekar ji ber bihabûna bilêtan nikarin biçin cem malbatên xwe

img

AMED - Xwendekarên zanîngehê ku ji ber rewşa aborî zor û zehmetiyê dikişînin, diyar kirin ku ji ber bihabûna fiyetê bilêtan nikarin biçin cem malbatên xwe û ji wargehê derkevin derve. 

Li Tirkiyeyê krîza aborî û siyasî bandor li hemû qadên jiyanê û derdoran kiriye. Ji derdorên ku herî zêd ebandor ji vê krîzê digirin yek jê jî xwendekar in. Di sala nû de her tişt ji sedî 100 biha bû, lê bûrsa xwendekaran tenê 200 lîre hat zêdekirin. Bûrsa wan ji 650 lîreyî bû 850 lîre.
 
Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê bilêv kirin ku hem nikarin debara xwe bikin hem jî ji ber bihabûna heqê rê nikarin biçin cem malbatên xwe jî. 
 
‘NIKARIM JI YÛRDÊ DERKEVIM'
 
Xwendekara Zanîngeha Tûgba Elhakan, anî ziman ku ji ber bihabûnê nikarin tiştekî jî bikirin û bûrsa wan jî têra wan di cî de diqede. Elhakan ku ji Bûrsayê ye bilêv kir ku îsal ji ber bihabûnê nikaribûye biçe cem malbata xwe. Elhakan got: "Di betlaneya somestrê û betlaneya cejnên dînî de diçûm cem malbata xwe. Lê îsal ji ber bihabûna heqê rê neçûm." Elhakan, diyar kir ku di sala 2021'ê de heqê rêya Bûrsa-Amedê 300 TL bûye, lê niha bûye 500 TL. Elhakan got: "Ez biçim cem malbata xwe çûn û hatin 1000 TL ye. Lê bûrsa min 850 TL ye. Yanî ez bixwazim biçim cem malbata xwe dê bûrsa min têra rê neke. Ji lew re bûrs 850 TL ye. Ji ber rewşa aborî ne dikarim biçim cem malbata xwe ne jî dikarim daxilî nava aktivîteyekê bibim. Êdî nikarim ji yûrdê derkevim." 
 
Xwendekara Gulçîn Îgeç jî bilêv kir ku ji ber bihabûnê xwendekar nikarin tiştekî jî bikirin. Îgeç diyar kir ku gava xwendekara çav li fiyetên marketan dikevin tiştekî jî nakirin û bal kişand ser heqê rê. Îgeç destnîşan kir ku ji ber bihabûnê kes nikare biçe cem malbata xwe û got: "Saleke li Amedê me, lê tenê carekê çûme cem malbata xwe ya li Îdirê. Difikirîm di Cejna Remezanê de biçim, lê fiyetê bilêtan hingî bihabûn neçûm. Gava nû hatim Amedê heqê rê 120 TL bû, lê niha 250 TL ye. Bûrsa min jî 850 TL ye. Çûn hatin 500 TL ye. 3250 TL'yan jî didim heqê yûrdê. Yanî tevî heqê rê û heqê yûrdê, tenê 25 Tl ji min re dimîne. Mesrefa min a mehane 2 hezar TL ye." 
 
Xwendekar Eşref Bûlût Tekîn jî anî ziman ku yûrd jê re derneketiye û ji bêgavî xanî kiriye. Tekîn, di berdewama axaftina xwe de got: "Heqê kirê pir biha ye. Mesrefa mehane ya xwendekarekî/ê li dor 3 hezar TL'yan e. Ev bihabûnê tenê ne me, bandorê li hemû welêt dike. Bûrsa min kredî ye. Gava zanîngeh biqede ez ê bi 50 hezar Tl deynî dest bi jiyanê bikim."