Hevkariya AKP-PDKê karê 'bazirganên rojane' jî bi dawî kir

img
ŞIRNEX - Hevkariya şer a AKP-PDK'ê, li navçeya Silopiyayê karê kesên ku bazirganiya rojane ya sînor dikin jî bi dawî kir. PDK'iyên ku mafê derbasbûna transît girtine, bi wesayîtên xwe yên luks tên navçeya Silopiyayê danûstandina rojane dikin û derbasî Herêma Kurdistanê dibin. 
 
AKP'a ku wexta Referandûma Serxwebûnê ya 25'ê îlona 2017'an gefa girtina deriyan li Herêma Kurdistanê dixwar, ji ber hevkariya wê ya di êrişa li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê derbaskirina deriyê sînor ji bo Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hêsan kiriye. Piştî destpêkirina êrişa li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê ji bo PDK'iyan mafê derbasbûna transît hat nasîn. Rojane bi hezaran wesayît ji sînor derbas dibin û kesên PDK'î bi "qertê" ku wan dide nasîn derbasbûna transît dikin. 
 
PDK'Î BÛN 'QARINCA (BAZIRGANÊN ROJANE)'
 
Ev rewş bû sedem ku karên kesên bazirganiya rojane sînor dikin û di nav gel de weke "qarinca" tên nasîn bi dawî bibe. Kesên ku ji Silopiyayê derbasî Herêma Kurdistanê dibin 150 TL heqê pûlê û 50 TL jî heqê wesayîtê didin û ji bo derbasbûnê bi rojan di dorê de dimînin. Kesên bazirganî dikin ji bilî qotaya ku hatiye diyarkirin nikarin zêdetir berheman bînin. Kesên ku ji qotayê zêdetir bînin berhemên wan tên desteserkirin û cezeyekî zêde yê pere li wan tê birîn. Lê kesên xwedî "qert" ên PDK'î hem heqê pûlê nadin hem jî ji bo wan qota tuneye. 
 
'EM ÊDÎ VÎ KARÎ NAKIN'
 
Bazirganên ku li Deriyê Sînor ê Xabûrê bi wan re hevdîtin kir, dan zanîn ku ji bilî xerca ku didin bi awayekî zanebûn 3-4 rojan li aliyê deriyê yê di bin kontrola DPK'ê de tên rawestandin. Bazirganan ev tişt gotin: "Em bi rojan li deriyê gumrikê tên sekinandin, lê kesên xwedî pasaporta Iraqê ne bi hêsanî derbas dibin. Qotayê datînin ser me li kesên ji Başûr tên bi qasî ku dixwazin berheman digirin û tu razandinekê nakin û rojane derbas dibin. Berê me çend qurişan qezenc dikir û pê debara xwe dikir, lê ji ber vê pêkanîna ku di demên dawîn de derketiye êdî em nikarin debara xwe bikin."
 
TRAFÎQA WESAYÎTÊN LUKS
 
Esnafên li navçeya Silopiya û Cizîrê jî destnîşan dikin ku di demên dawîn hejmara PDK'iyên ku ji Başûr tên zêde bûye. Esnaf, dibêjin ku PDK'î bi wesayîtên xwe yên luks tên danûstandina xwe dikin û derbasî Herêma Kurdistanê dibin û ev tişt gotin: "Herî zêde jî miroşk û hêkan dikirin. Em kîloya mirişkê li vir bi 39 TL'yan difiroşin. Li Başûr bi 70 TL'yî difiroşin. Ji ber vê her roj tên rojê 30-40 kîlo mirîşk dikirin. Dîsa ji bo hêkan jî heman rewş derbasdar e. Ji ber ferqa bihayê wan mirovên li başûr rewşa wan xweş tên. Her roj bi wesayîtên kuks tên Silopî û Cizîrê. Heta ku wesayîtên wan têje bibin berheman dikirin."