Li koçeriyê rojên zehmet: Em nikarin kîloyeke kayê jî bikirin

img
ŞIRNEX - Koçerên ku krîza aborî bandorek neyînî li ser wan dike diyar kirin ku ji ber ew nikarin kayê bistînin pezê xwe difiroşin û ji ber hişkesaliyê jî şert û mercên wan gelekî zehmettir dibin. 
 
Li Şirnexê her sal piştî ku li herêmê hewa germ dibe koçer berê xwe didin zozanan. Dema ku hewa dicemide jî berê dîsa didin deştê, cihê germ. Li herêmê welatiyên ku bi sewalkariyê debara xwe dikin ji ber krîza aborî ya heyî rojên zehmet dikişînin. Koçeran jî para xwe ji vê krîza aborî girtin. Ji ber bihabûna êm û mesrefek zêde lê dibe koçer nekarin karên xwe bikin. Koçerên ku li Mêrgaberoja Silopiyayê û gundê Kîwex ê girêdayî navçeya Hezexa Şirnexê dimînin diyar kirin ku ew havînan ji ber hişkesalî û zivistanan jî ji ber krîza aborî ew zehmetiyê dikişînin. 
 
'EM NIKARIN ŞIVANAN BIGIRIN'
 
Ji Mêrgaberojê Çiçek Sevaci anî ziman ku tu salan bi qasî van salên dawî wan zehmetî nekişandiye û wiha axivî: "Em her roj serê sibehê zû radibin û dest bi rojê dikin. Em heta derangiya şevê dixebitin. Koçerî gelek zehmet bûye. Ka biha bûye, ceh biha bûye. Çend sal beriya niha xweş bû û me îdareya xwe dikir. Lê her tiştek biha bûye û mirov nema debara xwe bike. Li gorî salên berê îsal gelek zehmet bûye. Em neçarin ku kayê bikirin. Yan divê ku em pezê xwe bifiroşin û yan jî divê ku em xwedî bikin û hemû zehmetiyên wê jî qebûl bikin. Ji ber ku çêre tune ye, pezê me birçî dimîne. Zehmetiya îsal gelek zêde ye. Salên berê xwedîkirina pez hêsantir bû û her tişt erzan bû, me bi rehetî pezê xwe xwedî dikir. Lê îsal her tiştek biha bûye û em pezê xwe di bin şert û mercên herî giran de xwedî dikin. Ji bo ku em bikaribin sewalkariyê bikin divê ku ka erzan bibe. Em êdî nikarin şivanan bigirin. Heke ku em nikaribin kayê bikirin, nikaribin şivanan bigirin, em ji neçarî pezê xwe difiroşin." 
 
‘WISA DEWAM BIKE EM Ê PEZÊ XWE BIFIROŞIN'
 
Ji koçerên gundê Kîwexê jî Hizne Oguz jî bi lêv kir ku ji ber ku ka biha bûye û nikarin êm bikirin neçarin pezê xwe bifiroşin û wiha got: “Em gelek zehmetiyê dikêşin lê belê tevî hemû zehmetiyan jî gelek xweş e. Ez hatime vî emrê xwe heta niha koçeriyê dikim. Bi saya koçeriyê min têra xwe dinya dît. Min li ser her kaniyekî av vexwariye û lê her deşt û zozanan geriyam e. Biharan xweş e. Lê zivistanan barê me girantir dibe. Îsal hişkesalî xuya dike û ev karê me zehmetir dike. Ne baran barî û ne jî berf barî. Em gelek diwestin. Em pîr jî bûne û êdî nikarim bikin jî lê dîsa jî em neçarin. Heke ku em pez xwedî nekin em ê debara xwe bi çi bikin? Li gorî min zehmetiyên koçeriyê yê berê bêtir bûn. Niha derfet baştirin lê em jê sûd nagirin. Erd jî pir biha bûye. Ji ber bihabûna kayê em ê pezê xwe bifiroşin.”
 
NIKARIN KÎLOYEK KA BIKIRIN
 
Xemê Oguz jî diyar kir ku  ew pir zehmetiyê dikişînin û got: “Em ji serê sibehê heta şeve li ser pêya ne. Lê belê keda me dîsa jî tune dibe. Ka biha bûye, ceh biha bûye, çêre tune ye. Em bi gelek zehmetiyan pez xwedî dikin. Mesrafa gelek e. Em êdî nikarin kîloyek ka bikirin. Êdî em nikarin pez xwedî bikin." 
 
MA / Zeynep Dûrgût