Li Rihayê zam li nan hat kirin

img
RIHA  -  Li Rihayê 50 quriş zem li nan hate kirin. Nanê ku heta niha bi 3, 5 TL’an dihat firotin êdî bi 4 TL’an tê firotin.
 
Serokê Odeya Firinvanan a Rihayê Mehmet Emîn Karaatli ragihand ku 50 quriş zem li nan hate kirin. Bi vê yekê re nanê ku heta niha bi 3,5 TL’an dihat firotin bû 4 TL. Bi van zaman re nanê pîde yê 170 graman, nanê lavaş ê 150 gram û nanê somin ê 200 gram ji serê sibehê ve bû 4 TL.