ENAG: Enflasyona salane derket ji sedî 126'an

img
ENQERE - ENAG’ê, bi daxuyaniyekê ragihand ku enflasyona salane derketiye ji sedî 126,91’an. Her wiha enflasyona mehane jî weke ji sedî 7,21 destnîşan kir. 
 
Koma Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) daneyên enflasyonê yên meha sibatê eşkere kir. Li gorî ENAG’ê; enflasyona salane (E-TUFE) di meha sibatê de derket ji sedî 126,91’an. Her wiha enflasyona mehane jî weke ji sedî 7,21 hate destnîşankirin. 
 
Di meha çileyê de enflasyon ji sedî 121,62 û enflasyona mehane jî ji sedî 9,26 bû.