Li gorî TUÎK’ê enflasyon ji sedî 55,18 e

img
ENQERE - Li gorî daneyên TUÎK’ê; enflasyona salane di meha sibatê de bû ji sedî 55,18 û ya mehane jî ji sedî 3,15 e. 
 
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên enflasyonê yên meha sibatê parve kir. Li gorî TUÎK’ê; di meha sibatê de enflasyona salane ji sedî 55,18 û ya mehane jî ji sedî 3,15 e. 
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku TUÎK’ê enflasyona meha çileyê ya salane weke ji sedî 57,68 û ya meha çileyê jî weke 6,65 destnîşan kiribû.