Rêjeya betaliya ciwanan ji sedî 20 bihûrî

img
ENQERE - Li gorî daneyên TUÎK’ê betaliya ciwanan li gorî meha berê ji sedî 0,5 zêde bûye û derketiye ji sedî 20,2'yan. 
 
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), îstatîstîkên têkildarî kar ên meha çile eşkere kir. Li gorî daneyan di meha çile de rêjeya betaliyê ji sedî 9,7 bi paş ve çûye. Di meha çile de betalî li gorî mehek beriya wê 166 hezar kes kêm bûye û bûye 3 milyon 424 hezar kes. Rêjeya betaliya zilaman ji sedî 7,7 e û rêjeya betaliyê ya jinan jî ji sedî 13,7 hat texmînkirin. 
 
Rêjeya betaliyê di nav ciwanên 15-24 salî de li gorî meha borî 0,5 puan zêde bû û bû ji sedî 20,2. Rêjeya betaliyê di vê koma temenî de; ji bo mêran ji sedî 16,5 û ji bo jinan jî ji sedî 26,6 hat texmînkirin.