Ji ber erdhejê demeke dirêj neçûn malên xwe lê fatûre ji yên her wextî bêtir hatin!

img
AMED - Ji mirovên ku di erdhejê de bi her awayî mexdûr bûne, fatûreyên av, ceryan û gazê  ji yên her wextî bargirantir hatine. Li Amedê welatiyan bertek nîşanî van fatûreyan dan. 
 
Li Amedê ji welatiyan re ku ji ber erdhejên Mereşê yên di 6'ê Sibatê de çêbûn nikaribûn têkevên malên xwe, fatûreyên av, ceryan û gazê ji yên her wextî bargirantir hatine. Welatiyan bertek nîşanî van fatûreyan dan. 
 
FATÛREYÊN BARGIRAN
 
Emre Açam ku li Apartmana Şengul-3 ya Taxa Mevlana Halît a navçeya Rezanê rûdinê, diyar kir ku di dema erdhejê de ji avahiya ku xera bûye derketiye, lê fatûreyeke bargiran jê re hatiye û wiha got: "Em 10 rojan li Kirşehîrê û 10 rojan jî di kon de man. Fatûreya ku berê 300 TL dihatin, vê mehê bû 450 TL hat. Em li herêma erdhejê ne, wêraniyeke mezin çêbûye. Mirov perîşan bûne, karesata xwezayî hat îlankirin, lê ev çi fatûre ne?” 
 
KIRÊ BÛYE 9 HEZAR TL 
 
Açam anî ziman ku ji ber ku cihê wan ê mayînê tune ye ji bêgavî vegeriyane xaniyê xwe yê xesardîtî û wiha got: “Em mehek e li bendê ne Midûriyeta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê ya Bajêr bê xesara xanî tespît bike. Lê hê jî nehatine. Li xaniyekî bi kirê digerim, nabînim. Ên hene jî kirêya wan di navbera 8 hezar û 9 hezar TL'yî de ye."
 
‘PIŞTÎ DU MEHAN EM Ê JI WAN XELAS BIBIN'
 
Orhan Bayik jî anî ziman ku di dema karesatên xwezayî û bûyerên bi vî rengî de li welatên Ewropayê feraseta dewleta civakî tevdigere û wiha domand: "Ji ber erdhejê faûre wekî 45 rojan hatine hesabkirin û bi qasî 800 TL’yî hatin. Ev zilm e. Ne tenê yê min, min jê kê pirsiye ji van fatûreyan bi gilî gazinc in. Karekî me yê em biçin nemaye. Em ê çawa van fatûreyan bidin? Ez hêvî dikim ku em ê piştî 2 mehan ji wan xilas bibin."
 
Eray Bîlmez ku ji bêgavî vegeriyaye mala xwe ya bixesar jî ev tişt anî ziman: "Em 4 kes in. Heqê ceyran û gaza xwezayî ya mehane di navbera 350 û 400 TL de bû. Xaniyê me ji ber ku di erdhejê de xesar dît, em tenê 12 rojan li malê man. Lê fatûre 800 TL hatiye." 
 
‘EZ NIKARIM NAN BIBIM MALÊ'
 
Mesut Balta ku ji ber erdhejê karê wî ji dest çûye got ku ew nikare nan bibe malê ew ê çawa heqê van fatûreyan bide. Balta ev tişt gotin: “Fatûreya min a gazê 662 TL, fatûreya min a avê jî 300 TL hatiye. Her du fatûreyên meha sibatê, yanî yên meha erdhejê ne. Her du jî yên 20 rojî ne. Ji ber xesara gihîştiye xanî, me niakribû biçe malê. Ji ber ku min nikaribû pereyê gazê bide, min xwest abonetiya xwe betal bikim. Lê ji bo betal bikim, divê heqê fatûreyê bidim. Kar tune tune ye. Bi ser de jî ev karesat çêbû, ez nikarim vî deynî bidim. Em her roj li kolanan in, cihekî ku em herinê tune ye. Ji ber ku pere di berîka min de tune ye, ez biçim ku, ez peya diçim. Ez nikarim nan bibim malê, îjar ez ê çawa heqê vê fatûreyê bidim?”
 
Welatiyê bi navê Şahîn Kaya jî bertek nîşanî van fatûreyên bargiran da û got ku ew naxwaze heqê fatûreyan bide dewletê. Kaya destnîşan kir ku bila heqê fatûreyan bê komkirin û ji bo welatiyên ji ber erdhejê mexdûr bûne bê xerckirin. Kaya da zanîn ku ji ber ku zivistan bûye sobeya ceryanê vekiriye û fatûreya wî 2 hezar TL hatiye û got: "Diviyabû di van mehan de fatûre nehatana." 
 
MA / Mehmet Guleş