SES'a Amedê: Em ê hefteya têkoşînê li herêmên erdhejê bidin destpêkirin

img
 
 
AMED - SES’a Amedê ku têkildarî 14’ê Adarê Cejna Tibê daxuyanî da, got: “Em 14'ê Adarê Roja Tibê weke hefteyek têkoşînê ya demdirêj dibînin û em ê ji bo daxwazên xwe li qadan dibin."
 
Sendîkaya Kedkarên Tendirûstiyê (SES) a Şaxa Amedê bi boneya 14’ê Adarê Cejna Tibê li avahiya xwe ya Semta Ofîsê ya Amedê daxuyaniyek da. Di eywana daxuyanî lê hatiye dayîn de pankarta “Em ê li şûna pergala tenduristiyê ya ku di pandemiyê de ronahiya wê vemirî û di erdhejê de di bin kavilan de ma, pergaleke nû ava bikin” hat vekirin. Daxuyanî ji hêla Hevserokê SESa Şaxa Amedê Şiyar Guldîken ve hat xwendin.
 
‘XIZMETA TENDIRUSTIYÊ VEGUHERIYE QADA QEZENCÊ’
 
Guldîken destnîşan kir ku bingehên Bernameya Veguherîna Tenduristiyê (SDP) ku li welêt hatiye pêkanîn, bi biryarên binesaziya aboriyê yên di 24’ê Çileya 1980’yî de hatine girtin pêkanîna derbeya 1980’yî hatiye hêsankirin. Guldîken da zanîn ku paşê bi peymanên GATS’ê yên navneteweyî (1994) û hwd. bû bingeheke qanûnî û wiha domand: “Ji wê demê û vir ve projeyên kapîtalîzma yekdest a cîhanî, li gelek welatan ji aliyê Banka Cîhanê, Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanê û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ve hatin meşandin. Tenduristî veguherî metayekê. Îro di nav qadên herî girîng ên nirxandina pêvajoya komkirina sermayeya kapîtalîst de cihê xwe girtiye û xizmeta tenduristiyê veguheriye qada qezencê.”
 
‘AFAD BÛYE REJÎMA YEK ZILAMÎ’
 
Guldîken bal kişand li ser rewşa tendirûsvanên mexdûrê erdhejê û wiha got: “Pergala tenduristiyê di bin xirbeyan de ye. Di hemû lêkolînên me yên qadan de hemû pêkhateyan gotin ku '2-3 rojên destpêkê dewlet nebû. Piştre jî cihêkarî çêbû.' Çawa ku welat ji aliyê rejîma yekzilamî ve tê birêvebirin, AFAD jî weke rengvedana rejîma yek zilamî bûye desthilatdariya yekane û çalakiya lezgîn hatiye astengkirin. Wezareta Tendirustiyê jî bi danasîna rejîma yekzilamî tevî hemû bangên rêxistinên ked û pîşeyî yên di xeta bazirganiyê de, di destpêkê de jî sendiqeya me pêwîstî bi nîqaşê jî nedît.”
 
HEFTEYA TEKOŞÎNÊ LI HERÊMÊN ERDHEJÊ DAN DESTPÊKIRIN
 
Guldîken axaftina xwe wiha bi dawî anî: “Em 14'ê Adarê Roja Tibê di xeta xwe ya xebatê de weke hefteyeke têkoşînê ya demdirêj dibînin û em ê ji bo daxwazên xwe li qadan bin. Lê em ê îsal bi coşeke mezin cejnê pîroz bikin û em êşa bi deh hezaran mirovan di dilê xwe de hildigirin. Bi vê minasebetê em sersaxiyê jihemû gelê xwe re, bi taybetî jî ji xebatkarên tenduristiyê re dixwazin ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û şîfayê ji kesên birîndar re dixwazin. Em hefteya têkoşînê ya îsal li Semsûr, Bazarcix û Hatayê li ber konên xwe yên tenduristiyê didin destpêkirin. Di rojên pêş de em ê daxwazên xwe yên ji bo gel û xebatkarên tenduristiyê li ber hemû kargehên xwe bînin ziman.”