Karkerên dîlokî: Divê teqez guherîn çêbibe

img
DÎLOK - Karkerên neqliyetê diyar kirin ku ji ber kedxwariyê nikarin debara xwe bikin û bal kişandin ser girîngiya hilbijartina 28’ê Gulanê. Karkeran gotin ku divê teqez guherîn çêbibe û îktîdara  AKP’ê were hilweşandin. 
 
Bi milyonan hilbijêr di 14’ê Gulanê de ji bo guherînê çûn ser sindoqan. Niha jî ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê dê di 28’ê Gulanê de bi heman daxwazan biçin ser sindoqan. Karkerên li bajarê pîşesaziyê Dîlokê ku ji ber kedxwariyê nikarin debara xwe bikin anîn ziman ku de ji bo guherînê biçin ser sindoqê û daxwazên xwe anîn ziman. 
 
ASTA XWEYÎBÛNÊ 
 
Ji karkerên Sîteya Neqliyetvanan Mûrat Aydogdu bal kişand ser krîza aborî û wiha got: “Em êdî nikarin dan û standinê jî bikin. Em tiştekî fêm nakin. Kîloya goşt bûye 350 TL. Tu porsiyonek xwarinê bi 150 TL’an dixwî. Asta xweyîbûnê niha di sifirê de ye. Temenê teqawidbûnê 60 e û ez di karekî giran de dixebitim. Mimkin nîne ku heta vî temenî di vî karê giran de bixebitim. Jixwe ne ez ne jî kargeh dê tu xêrê ji vê xebatê negire. Ez dixwazim teqawidiya biqedeme bikeve meriyetê. Dixwazî 30 dixwazî jî 40 salî be. Dema te 25 sal tije kirin divê teqawid bibî. Dema karkerê bitemînat 25 sal tije kirin divê tu teqawid bikî. Min 40-50 salan didî xebitandin û piştre teqawid dikî. Ma dema min teqawidiya xwe nedît tu wateya wê heye?” 
 
‘JI REJÎMA YEKZILAMÎ RE ÊDÎ BES E’
 
Bi domdarî Aydogdu anî ziman ku mafên karkeran di rojeva namzetên serokkomariyê de nîne û wiha pê de çû: “Lê tevî vê yekê jî ez ê biçim ser sidoqê. Ew peywira min e. Ez ê dengê xwe bidim. Ji bo ku êdî dawî li rejîma yekzilamî ya 20 salan bê ez ê dengê xwe bidim Kiliçdaroglû. Dema yekzilam be, jixwe her tişt girêdayî gotina wî ye. Weke mînak, Kiliçdaroglû got; ‘ez ê 15 hezar TL’an bidim teqawidan. Ez ê kêmtirîn mûçeyê karkeran bi vî awayî sererast bikim.’ Nêrînên Kiliçdaroglû bo min baştir tên.”
 
KARKERÊN ROJÊ 15 SAETAN DIXEBITIN HENE
 
Mehmet Korkmaz ku li sîteyê hem karmend hem jî ajokare jî têkildarî mijarê wiha got: “Em rojê 8-12-15 saetan dixebitin. Yek karkerek jî ji bo betlaneyê nikare biçe deverekê. Heke tu di nava malbateke ji 5-6 kesan pêk tê de bî ma dê çawa biçî betlaneyê? Jixwe 8 saetan dixebite û ji canê xwe bêzar dibe.” 
 
‘ÎKTÎDARÊ KEDA ME TUNE KIR’
 
Ji karkeran Alî Tokat jî bi lêv kir ku îktîdarê keda wan tune kir û wiha ev tişt anî ziman: “Di dema îktîdara AKP’ê de gelek grev hatin qedexekirin. Em nikarin daxuyaniyeke çapemeniyê jî bidin. Li gorî vê hikûmetê em ji wijdana karmendan re mane. Îktîdarê mirovên kedkar tune kir. Em nikarin heqê xwe bistînin. Em li dijî vê têdikoşin. Heke em vê îktîdarê ne hilweşînin dê nekarin keda xwe biparêzin.” 
 
BERÎK MÛÇE DIBÎNE LÊ MAL NABÎNE
 
Ahmet Kayran jî da zanîn ku nêzî 30 sal in dixebite û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê hêjta ez neçûme betlaneyê. Berîkên me mûçeyên me dibînin lê mala min nabîne. Em nikarin debara xwe bikin. Her tişt biha bû. Hêj 10 roj derbas nebûn pere diqede. Ewqas bihabûn û birçitî nabe. Ez kurd im. Dengê xwe bidim îktîdarê jî nedim îktîdarê jî dê her weke ‘xayîn’ werim ragihandin. Ez dixwazim îktîdar dawî li cihêkariyê bîne. Ez ê di hilbijartina serokkomariyê de piştgiriyê bidim Kiliçdaroglû. Divê em wî jî biceribînin. Heke baş nebe wê demê em dengê xwe êdî nadin wî.” 
 
Karkerê bi navê Mehmet Arikan jî daxuyand ku weke karker di mercên giran de dixebitin û wiha axivî: “Divê teqez guherîn çêbibe. Xelasî di guherînê de ye.” 
 
MA / Rûkiye Adiguzel