Aborînas Erdem: Ji bo avakirina demokrasiyê hewcehî bi polîtîkayên gelparêz heye

img
ENQERE - Aborînas Doç. Dr. Nûlgun Erdem diyar kir ku divê Tirkiye dev ji polîtîkayên neolîberal berde û wiha got: “Ji bo avakirina demokrasiya ku ji mafên sendîkayî heta yên siyasî, ji mafên jinan heta yên zarokan û hemû derdorên civakê ava dike;  divê ji ewil li şûna berjewendiyên piyasayê em polîtîkayên gelparêz û mafên civakî bînin bîra xwe.” 
 
Piştî ku pergala hikûmetê hate guherandin û li şûna wê pergala “yekzilamî” hate bicihkirin, aboriya Tirkiyeyê roj bi roj xerabtir bû. Di tîrmeha sala 2018’an de dolar derdora 4,60’an bû lê di nava 5 salan de derket 21,30 TL’an. Pispor dibêjin ku îstîqrara aboriyê û pêşketin bi demokrasiyê pêkane. 
 
Aborînas Doç. Dr. Nîlgun Erdem têkildarî demokrasî û têkiliyên aboriyê bi ajansa me re axivî. 
 
‘DIVÊ DEV JI POLÎTÎKAYÊN NEOLÎBERAL BERDIN’
 
Erdem, anî ziman ku di dinyaya kapîtalîst de têkiliyên di navbera demokrasî û aboriyê de, ji hêla rejîmên siyasî û polîtîkayên aboriyê ve teşe digirin û wiha domand: “Roja ku AKP bûy îktîdar heta niha sepanên cihêkar xistin meriyetê lê pir zêde girêdayî polîtîkayên aboriyê yên neolîberal. Di vê çarçoveyê de jî rejîma daneheviya li ser esasê deynê ava kir. Lê derket holê ku ev rejîm xitimî ye û nema dikare were domandin. Polîtîkayên neolîberal rê li ber bêîstîqrariya di piyasayên dovîzê de, bêkariya zêde ku roj bi roj girantir dibe, deynê zêde yê derve, enflasyona roj bi roj bilind dibe û hwd. vekir û heta dev ji vê polîtîkaya neolîberal neyê berdan mimkin nîne ku civakeke demokratîk were avakirin ku çareseriyeke mayînde, mafên civakî û azadiyên şexsî neyên bisînorkirin. Demokrasiya lîberal ji bo sermayeyê ne ji ber mafên siyasî lê ji ber têkiliyên piyasa û mulkiyetê girîng e.” 
 
‘DIVÊ POLÎTÎKAYÊN BI XWE RE ÇARESERIYÊN MAYÎNDE TÎNIN BÊN TERCÎHKIRIN’ 
 
Erdem, got ku divê polîtîkayên aboriya neolîberal bên terikandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê vebijêrkên polîtîkaya aboriyê yên alternatîf ên bo dema navî û dirêj ên ku bi pêşengtiya cemaweriyê piştgirî ji teserûfên navxweyî re bê dayîn, hewcedariya bi derve re bê kêmkirin, hilberîneriyê û îstîhdamê pêş bixe, çavkaniyên aboriyê bi awayekî adilane bên belavkirin, belavkirina dahatê dê bi awayeke adilane bê kirin û pêşî li ber talankirina xwezayê were girtin esas bên girtin. Ji bo avakirina demokrasiya ku ji mafên sendîkayî heta yên siyasî, ji mafên jinan heta yên zarokan û hemû derdorên civakê ava dike;  divê ji ewil li şûna berjewendiyên piyasayê em polîtîkayên gelparêz û mafên civakî bînin bîra xwe. Divê xizmetên cemaweriyê yên ji piyasayê re hatine hiştin careke din ji bo civakê bên bikaranîn û ji pêdiviyên wan re bibin bersiv. Divê mafên xebat, hewandin, perwerde û tenduristiyê bên bibîrxistin. Di encama têkoşîna civakî de dikare polîtîkayên aboriyê li gorî berjewendiyên civakê bên sererastkirin, amûrên polîtîkayên pere û diravê dikare ji bo bicihanîna mafên civakî bên sererastkirin.”