Karkerên ku daxwazên wan hatin qebûlkirin çalakiya xwe bi dawî kirin

img

AMED - Karkerên ku di şantiyeya Nexweşxaneya Bajêr a Peyasê de dixebitin ji ber ku 3 meh in meaşê xwe nestendine çalakî li dar xistin, piştî soza ku meaşdayînê, çalakiya xwe bi dawî kirin. 

Li navçeya Peyas a Amedê, 13 karkerên li şantiyeya Nexweşxaneya Bajêr a Peyasê dixebitin, ji ber ku 3 meh in meaşê xwe nestendine, îro saet di 11.00'an de derketin ser banê înşeatê û çalakî li dar xistin. 
 
Bi fermana rayedarên Wezareta Tenduristiyê û midûrê projeyê, destûr nehat dayîn ku rojnamevan biçin cihê bûyerê. Lê piştî karkerên girêdayî firmaya taşeronê derketin ser banê înşeatê gelek tîmên agirkujiyê û ambulans sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Bi rêya peywirdarên ketin navbera karkeran û rayedarên fîrmaya taşeron "Gurbagê", danûstendin hat kirin. 2 karker ên li ser navê karkerên çalakger danûstendin kirin, ragihandin ku soza dayîna meaş hatiye dayîn. Li ser vê karker ji ser înşeatê daketin û çalakiya xwe bi dawî kirin.