Em li Şirnexê ketin pey şopa qirkirina daran: Di 2 salan de 500 hezar ton dar hatin birîn

NAVENDA NÛÇEYAN - Cerdevan li herêma Bestayê di 2 salan de 500 hezar ton dar birîn û bi destûra Midûriyeta Bajêr a Daristanê tonek dar bi hezar û 175 lîreyî difiroşin. Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsiz diyar kir ku ew ê doza daran bibin DMME’yê û got: “Ji ber ev talankirin li Şirnexê ye, çav kor in û guh kerr dibin.” 

 
Li deverên gundên Şirnexê yên di salên 1990'î de hatin şewitandin û valakirin, daristan tên talankirin. Daristanên vê herêmê bi salan ji ber şewata ku di kêliya operasyonên leşkerî de derdiket û kanên madene dihat tunekirin, lê çend salên dawî bi tevahî tê tunekirin û ji bo carek din koka daran şîn nebe, ji kokê ve tên birîn û talankirin. Li herêmê dar ango daristan bi hêceta “ewlehiyê” tên birîn. Gelek rêxistinên hawirdorê û ekolojîst li dijî vê talanê bêdengiya xwe diparêzin.
 
 
Me da pey şopa kengê qirkirina daran dest pê kiriye, ji aliyê kî ve tê kirin, birîna daran li kîjan qadan pêk tê, rê li ber rûxandinek çawa vekiriye, darên tên birîn li ku û çawa tên firotin. 
 
EWILÎ LI CÛDÎ QIRA DARAN ANÎN 
 
Li herêma Şirnexê cara ewil birîna daran di sala 2019’an de Çiyayê Cûdî dest pê kir. Li Cûdî bi hêceta “ewlehiyê” ji bo rêyên diçin qereqol û kalekolan bi sedan dar hatin birîn. Her wiha bi heman hêcetê ji bo birîna darên li kêleka rê cerdevan hatin wezîfedarkirin. Cerdevan tenê bi birîna darên derûdora rê re bisînor neman hema kîjan dar ket ber wan birîn. Li gundên Cifanê Gundikremo, Nêvava, Nerex, Gilindor û Bêşêrê yên li qûntara Çiyayê Cûdî bi hezaran dar hatin birîn. Darên li qadên Gûrariştê, Gera Rûviya, Şikira Kera û Banê Elî jî hatin birîn. Li herêmên ku dar lê tên birîn foto kapan hatin bicihkirin. 
 
LI CÛDÎ DÊ TALANKIRIN BÊ BERFIREHKIRIN 
 
Li herêmên navborî bi awayek eşkere û zelal çiqas dar hatine birîn, hê jî nediyar e. Lê belê tê gotin dê di dema pêşiya me de qirkirina daran li serê Çiyayê Cûdî li qada daristanê berdewam bê berfirehkirin û paşê jî dê li lûtkeyê kalekol û baregeha leşkerî were avakirin. 
 
 
HEDEFA NÛ: BESTA YE 
 
Piştî birîna daran a li Çiyayê Cûdî, vê carê jî birîna daran li herêma Bestayê ya di navbera Şirnex û Sêrtê de li cihek fireh hat destpêkirin. Ev dever ji salên 90’î ve het niha di bin navê “Herêma Ewlehiya Taybet” qedexekirî ne û tevî ku eraziyên welatiyan bi tapû ne jî û mal û milkê wan e jî bi destûr diçin gundên xwe. Ewilî ji bo kalekol û baregehên leşkerî rêyên nû hatin vekirin. Piştre jî li deverên ku rêya kalekol û baregehên leşkerî têde derbas dibe birîna daran dest pê kir. Li gundên Cinîwer, Xerbigê, Bestin, Navyan, Bêlûzer, Şerevan û Rîsor û qadên Kaniyamîr, Birateto, Birapeşo, Deyndarok, Serêrû, Tîkera, Qûrteka Pêşya, Girê Derîncê bi deh hezaran dar hatin birîn. Li hin deveran darek jî nehatiye hiştin û li hin deveran jî hê jî qirkirina daran didome. 
 
DU RÊYAN ANGO TEKLÎFAN DATÎNIN PÊŞIYA XWEDIYÊN ERAZIYAN 
 
Beriya qirkirina daran, cerdevan û leşker ji bo birîna daran diçin cih tespit dikin. Li ser destûr ango biryar dayînê li van cihên tespîtkirî tê diyarkirin ku aydê kî ye an jî aydê kî ne. Cerdevan xwe digihînin xwediyên eraziyan û du rêyan datînin pêşiya wan û dibêjin, ‘Ya hûnê darên xwe bibirin, an jî em ê bibirin’. Wexta ku cerdevan van daran dibirin, beramberî traktorek dar de 300-400 lîre pere teklîfî xwediyên eraziyan dikin. Welatiyên ku teklîfa ewilî qebûl dikin destûr wan tê dayîn ku biçin herêmê. Yên ku teklîfê qebûl nakin bêyî daxwaziya wan pere radizînin hesabên wan bankayê. Heta niha gelek kes li dijî van teklîfan derketine. 
 
BI TRAKTORAN VEDIGUHEZÎNIN 
 
Tevî ku xwediyên eraziyan dijî birîna daran derdikevin jî darên tên birîn ewilî bi traktroan vediguhezînin. Li her romorka traktorek nêzî 4 ton dar lê tên barkirin û tînin cihek nêzî navenda bajêr. Darên ku li ser rêya Sêrtê û Çiyayê Çilnimêja tên valakirin, nêzî 30-40 ton dar li kamyonan ango li TIR’an tên barkirin. 
 
500 HEZAR TON QIRKIRIN 
 
Di çavdêriya leşker û cerdevanan de rojane 100 traktor dixebitin û rojê sê seferan dikin. Rojane di navbera hezar û hezar û 200 ton dar tên veguheztin. Hin rojan ji ber çêkirina xebata rê ev hejmar hindik dibe û hin roj jî qirkirina daran li deverê zêdetir dibe. Li gorî agahiyên me ji çavkaniyên xwecihî girtin, tenê li herêma Bestayê di nava 2 salên dawî de 500 hezar ton dar hatine birîn. 
 
 
DAR HATINE ZEMKIRIN: TONEK DAR BI HEZAR Û 750 LÎREYÎ YE 
 
Piştî birîna daran bi kesên êzingan dikirin re pêvajoya bazariyê dest pê dike. Cerdevanan berê hemû mesref di nav de ku aydê wan e ji bo tonek dar hezar û 650 lîre dixwestin. Lê belê çend mehên firotina daran zem kirine û tonek dar bi hezar û 750 lîreyî difiroşin. Ev bihayê behsa wê tê kirin neqliyeya ji bo bajarên wek Riha, Dîlok û Mereşê di nav de ye. Heke neqliye aydê yê daran dikirin heqê tonek dar derdikeve hezar û 250 lîreyan. 
 
Cerdevanên ji qirkirina daran berpirsiyar in, xîzarvanên ku daran dibirin, operatorên kemçeyan kur ê vedikin, kesên şofêriya traktoran dikin û li kamyonan bar dikin, pere didin wan. Rojê nêzîkî 250 lîre pere didin xîzarvanan û kesên daran bar dikin û yên birînê dikin û operatör jî serê tonê pere digirin. 
 
MIDÛRIYETA DARISTANAN FÎŞAN DIBIRE 
 
“Mesrefê” cerdevanên ji birînê berpirsiyar in tenê bi vê ve ne sînorkirî ye. Midûriyeta Daristanan a Bajêr ji bo her wesayîtê di navbera 4 û 6 hezar lîre de fîşan ji cerdevanan re dibire. Bihayê fîşan li gorî giraniya li wesayîtan tê barkirin diguhere. 
 
 
CERDEVANAN JI BO QIRKIRINÊ WEZÎFEDAR KIRIN E 
 
Li herêma ku dar lê tên qirkirin nêzî 300-400 kes dixebitin. Nîvê van cerdevan in. Yên mayî jî xizmên cerdevan in. Yên cerdevan ji aliyê dewletê ve bi “wezîfedarkirinê” dişînin herêmê û rojane 100-200 lîre pere li meaşê cerdevanan tê zêdekirin. 
 
WEK ŞIRKETÊN KARGOYÊ DIXEBITIN 
 
Darên ku tên birîn bi piranî dişînin Riha, Dîlok û Mereşê. Daran difiroşin hin kesên li Mêrdîn û Amedê ku bazirganiya êzingan dikin. Li gorî çavdêriya me li cih kir, bi piraniya darên tên birîn difiroşin depoyên êzingan û sîteyên kerestevanan ên li Riha û Dîlokê. Me derbarê mijarê de bi esnafên Rihayê re hevdîtin kir û dibêjin di  nav du salên dawî de hema bêje hemû êzingan ji Şirnexê dikirin. Hin xwediyên firinên li Şirnexê û navçeyên wê jî van daran dikirin. Her wiha bi kamyonan daran dibin baregehên leşkerî yên li Şirnexê. 
 
KÎ QIRKIRINÊ ORGANÎZE DIKE?
 
Qirkirina darên hem li Cûdî hem jî li Bestayê di bin berpirsiyariya cerdevanên ji malbata Babat e ku ji binpêkirinên mafên mirovan ên di salên 90’î de li herêmê kirine de ye. Ev malbat ji Qilebanê ye. Serkêşê wan ango serdevanê wan Hazim Babat û ev kes di nava “Tîma Xencerê” de cih digire. Birîn û firotina daran ji aliyê Hazim Babat û malbata wî ve tê kirin. Tê diyarkirin ku xizmên Hazim Babat, M. Babat, C. Babat, Î. Babat, H. Babat, Ş. Babat, Î. Babat, B. Babat û E. Babat'ın ji birîn û firotinê berpirsiyar in. Kesên ku daran dibirin, li ser van kesên navborî bazariyê dikin û pere radizînin hesabên wan. Me bi kesên ku daran dibirin re hevdîtin kir û piştrast dikin ku kesên qirkirina daran pêk tînin xwediyê eraziyan û gundî qirkirinê organize dikin. Lê belê tê gotin li pişt kesên qirkirinê organize dikin hin kes hene. 
 
BERTEK ZÊDE DIBIN 
 
Li dijî qirkirinê îro jî gelek hewldan çêbûn. Di îlona sala 2020’an de bi pêşengtiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê çalakiya rûniştinê dest pê kir û ev bû çalakiya ewil a li dijî qirkirinê. Piştî ku birîna daran berdewam kir, rêxistinên civaka sivîl ên bajar û baroyê jî bertek nîşan dan. Têkildarî mijarê baro û HDP’ê ji bo hevdîtina bi walîtî û rayedaran re serlêdan kirin lê ev serlêdanên wan nehatin bersivandin. Her çend ku rayedarên CHP’ê bi walîtiyê re hevdîtin kiribin jî encamek jê derneket. Li dijî vê qirkirinê, Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê hate avakirin ku CHP, DEVA û Partiya Pêşerojê jî di nav de bûn. Çalakiyên platformê hêj niha jî didomin û hewldanên hiqûqî hene. Lê serlêdanên ji bo rêxistinên hawirparêz hatine kirin bêencam man. 
 
HINCETA NEŞOPANDINÊ: DELÎL NÎNIN!
 
Baroya Şirnexê du caran bi sedema ku “li dijî usûlê ye” têkildarî qirkirinê serlêdana sûc kir. Serlêdana ewil bi îdiaya “delîlên ji gumanan dûr, şênber û jêbawer nînin’ bi biryara neşopandinê biencam bû. Îtîraza li dijî vê biryarê hatiye kirin jî hate redkirin. Di serlêdana nû de delîlên nû hatibûn pêşkeşkirin û ev pêvajo hêj berdewam e. 
 
 
JI SEDÎ 8’Î DARISTANAN TUNE BÛN 
 
Têkildarî mijarê baroyê du caran rapor amade kir. Di raporan de hat tespîtkirin ku ji ber birîna daran a di navbera sibata 2021’an û îlona 2021’an de, ji sedî 8 a daristanên Şirnexê tune bûye. Baroyê di serlêdana xwe ya ji bo Midûriyeta Daristanan a Bajar de pirs kir bê ka heta niha ji bo birîna daran çend îhale hatine dayîn, ev îhale li gorî kîjan usûlan hatine kirin, kê îhale wergirtine û bi kîjan sedemê hatine dayîn. 
 
GREENPEACE: BER QADA ME YA PISPORIYÊ NAKEVE
 
Komîsyona Hawirdorê ya Baroyê di heman demê de serî li Greenpeace, Komeleya Xwezayê, Weqfa Parastin û Danasîna Hawirdor û Nirxên Çandî, Komeleya Parastina Tabîeta Tirkiyeyê, WWF-Turkiye (Weqfa Parastina Jiyana Xwezayî) û Bernameya Hawirdorê ya Neteweyên Yekbûyî - UNEP’ê da û daxwaza piştevaniyê kir. Greenpeace'ê bersiv da û got: “Ev mijar nakeve ber qada me ya pisporiyê.” 
 
BANDORA BERTEKAN: BIRÎN KÊM BÛ
 
Piştî ewqas bertekan, birîna daran a li herêmê di rojên dawî de kêm bû. Li hinek herêman jî xwediyên erd serlêdan kirin û birîna daran hat sekinandin. Tê payîn ku li hinek herêman jî bi hinceta çêkirina rêyan dê dîsa dest bi qirkirina daran bikin. Heta niha kamyon û TIR’ên darbarkirî bi komî ji bajar derdiketin lê piştî bertekan êdî yek bi yek ji bajar derdikevin. 
 
MIDÛRIYET: XEBATA KEZAXTINÊ Û KÊMKIRINÊ YE 
 
Têkildarî qirkirina daran heta niha yek daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn. Midûriyeta Daristanan a Şirnexê di 6’ê hezîrana sala 2021’an de daxuyaniyek da û walîtiyê jî ev daxuyanî li ser malpera xwe ya fermî parve kir. Di daxuyaniyê de qirkirina daran wiha hat vegotin: “Ji bo rehabîlîtekirina qadên daristanê, kezaxtin û kêmkirina daristanê çendek xebat tên meşandin û ev xebat di çarçoveya planekê de tên kirin.” Her wiha midûriyetê îdia kir ku vê xebatê ji bo ku darên berûyê hîn xurtir şîn bibin, dikin. 
 
HINCET GUHERÎ: EM NIKARIN XWE TÊKIL BIKIN
 
Midûriyetê piştî serlêdanan, bi welatiyan re hevdîtin kir û got; “Me destûra birîna daran da. Ji ber ku herêma ewlehiyê ye, em nikarin xwe têkil bikin. Leşkeran xwest û me jî destûr da. Hêza me jî bi têrî tiştên hûn dixwazin nake.”
 
Em têkildarî çarçoveya hiqûqî ya birîna daran û pêvajoya veguhestina wan de bi Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz û êzingvan Alî Karabacak ku darên dihatin birîn dikirî re axivîn. 
 
DÎLSÎZ: ÇAV KOR, GUH KERR BÛNE
 
Rojhat Dîlsîz qala hewldanên baroyê yên di nava van du salan de li dijî qirkirina xwezaya bajar hatine kirin, kir û wiha got: “Tu bersiv nedan van serlêdanên me. Me xwest bi nûnerên saziyên têkildar re hevdîtinê bikin lê ev daxwaza me nebersivandin. Bêyî ku bi pêvajoya ‘qanûnî’ bikin, bi awayekî bêperwa dar qir kirin. Me têkildarî tespîtên xwe raporek amade kir. Li gorî Midûriyeta Giştî ya Daristanan, ji sedî 8 a daristanên bajêr kêm bûne. Em bi saziyên navneteweyî re ketin nava peywendiyan û pê re axivîn. Greenpeace’ê ji me re got; ‘ber qada me nakeve.’ Vê bersivê mirûzê me jî nexweş kir. Li dijî qirkirina daran a li deverên din ên welêt bertek zêde bûn lê dema li Şirnexê tên qirkirin hemû kes kor û kerr dibe.”
 
 
JI BO SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ SERLÊDAN KIRIN
 
Dîlsîz anî ziman ku heke qirkirina daran wiha bidome dê xwezayeke ku mirov bikarin jiyana xwe lê bidomînin nemîne û wiha pê de çû: “Lewma ji bo xwe, mirovên xwe û zarokên xwe em ê heta dawiyê têbikoşin. Piştî ku prosedurên qanûnî qediyan, em ê serî li saziyên navneteweyî bidin. Ji bo ku ev qirkirin bi dawî bibe em ê xebatên pêwîst bikin. Di dema xebatan de her tim astengiyan bo me derdixînin. Em dikarin heta astekê bişopînin. Ev qirkirin di bin navê ‘ewlehiyê’ de tê kirin lewma astengiyan derdixînin. Bi qasî ku em fêm dikin, qet li gorî prosedûra qanûnî ya Qanûna Daristanê tevnegeriyan e. Nedane îhaleyê. Hinek hêzên li wê herêmê qadekê bêdar dihêlin. Ji me re gotin; ‘rêya Şirnex-Wanê tê çêkirin lewma xebatên bêdarkirinê tên meşandin.’ Lewma rewşeke wiha nîne. Ji me re hat gotin ku li hinek deverên qet eleqeya wan bi vê rêyê tune jî dar tên birîn. Dema em vê hevpeyvînê dikin jî bi dehan kamyon daran vediguhêzin deverên diyar ên Tirkiyeyê.” 
 
BANG: DIVÊ HER KES BIBÊJE BES E!
 
Di berdewamê de Dîlsîz destnîşan kir ku bi kanên madenan û qirkirina xwezayê re hewl tê dayîn herêm ji mirovan xalî bibe û ev tişt anî ziman: “Qala Kendavika Bihûştê ya li Bodrumê tê kirin. Qala bêdarkirina Çiyayên Kazê tê kirin. Bêguman divê mirov li dijî qirkirina xwezaya wê derê xemsar tevnegere. Lê li Şirnexê ev demekî dirêje qirkirin tê kirin û di raya giştî de bertekeke pêwîst nayê nîşandan. Divê hemû kes li dijî vê texrîbatê bisekine. Em ji rayedaran re dibêjin werin em rûnin û biaxivin. Em dixwazin me agahdar bikin. Lê heta niha jî tiştek negotine û bêdeng in. Sedema vê bêdengiyê me ditirsîne. Xuyaye dê bidome jî. Darên tên birîn bi mebesta rantê tên firotin. Hewldanên me yên li dijî vê dê heta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî bidomin. Em dixwazin ku xwediyên erd serî li me bidin û em amade ne ku piştgiriya hiqûqî bidin wan.” 
 
HEMÛ DARÊN RIHAYÊ JI ŞIRNEXÊ TÊN
 
Êzingvanê bi navê Alî Karabacak ku li Sîteya Hizarcilar û Kavakçilar a Rihayê ev 45 sal in dar û komirê difiroşe, diyar kir ku heta niha bi salan darên xwe ji bajarên weke Bursa û Çanakkaleyê dikirîn û wiha derbirî: “Lê belê di salên dawî de em ji Şirnexê tînin. Darên ji Şirnexê tên em erzantir dikirin. Şirnex nêz e lewma erzantir tên. Li sîteyê 65 esnaf hene û gelemperiya wan darên xwe ji Şirnexê tînin. Gelemperiya van daran jî em difiroşin firin û gundan. Li gorî rewşa firotinê em rojane derdora 10-15 tonan dikirin. Nêzî 20 kamyonên daran tên. Ev dar bi destûra dewletê tên birîn. Ji para van daran ji sedî 20 ya dewletê ye û ya din jî didin kesên wan daran  dibirin. Di her saetên rojê de kamyonên darbarkirî tên Rihayê. Midûriyeta Daristanê ji bo neqliyeyan li gorî giraniya bar fîş dibire. Piştre jî tînin vê derê. Serê her kesî rojê yek du kamyon dikevin.” 
 
 
Sibê: Bi wêneyên peykê qirkirina hatiye kirin û hewldanên xwediyên erdan. 
 
MA / Azad Altay - Ahmet Kanbal