Ma Muzîkê konsera roja yekemîn û duyemîn diyarî Egîdê Cimo û Mahmut Kizil kir

img
AMED - Koma Ma Muzîkê di roja duyemîn de jî li Amedê konserek bêhempa li dar xist. Komê da zanîn ku ew konsera xwe ya roja yekemîn û duyemîn diyarî giyanên mîrê bilûrê Egîdê Cimo û dengbêj Mahmut Kizil kirine û konsera îro jî bo piştevaniya HDP'ê ye. 
 
Dengê stran û awazên Koma Ma Muzîkê li gelek bajaran olan dide. Koma Ma Muzîkê piştî konserên xwe li Enqereyê, Stenbolê û Îzmîrê li dar xist, li Amedê jî bo sê rojan konser amade kir. Konsera roja duyemîn yanî duh êvara 31ê çileyê ku hat lidarxistin diyarî mîrê bilûrê Egîdê Cimo û dengbêjê navdar ê kurd ji Amedê Mahmut Kizil hat kirin. 
 
Koma Ma Muzîkê ku hosteyê santûrê Ramin Rebiei yê ji Mahabadê şefîtiya orkestrayê dike bi cil û bergên xwe yên kurdî li ser dikê cihê xwe girtin. 
 
BO JINÊN ROJHILAT 
 
Yek ji solîstê komê hunermend Mesûd Gever destpêkê xêrhatina mêvanan kir û diyar kir ku ew strana xwe ewil “Kezî” di şexsê aktivîsta kurd Jîna Emînî de diyarî hemû jinên têkoşer ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dikin. 
 
Piştî vê stranê komê ji repartuara xwe ya ji stranên folklorîk ên kurdî pêk tên ji rêzê ve gotin. Konsera ku nêzî du saetan berdewam kir ji aliyê guhdar û temaşevanan ve jî bi baldariyek mezin hat guhdarîkirin. 
Stranbêj û amûrjenan li ber enstruman û dengên xwe yên xweş temaşevanan mest kirin. 
 
Di dawiya konserê de hunermend Mesûd Gever axivî û da zanîn ku konsera wan îro 1ê Sibatê ji bo piştgiriya kampanya HDP’ê ya “Gelê me xezîneya me ye” li dar dixin. Gever anî ziman ku ev bo wan şevek taybet bûye ku salvegera wefata mîrê bilûrê Egîdê Cimo û dengbêjê navdar ê ji Amedê Mahmut Kizil e û ew konsera 31'ê çile diyarî ruhê her du hunermendên mezin dikin. 
 
Defjenê Komê û perwerdekarê Ma Muzîkê û Zarok Ma'yê Şêrko Kanîwar li ser armanc û eleqeya rêzekonserên pêk anîne axivî. 
 
KANÎWAR: ELEQEYEK PIR BAŞ HEYE 
 
Şêrko Kanîwar wiha dibêje: "Konsera me ya yekemîn li Enqereyê, duyem Stenbol û sêyem jî Îzmîrê bû. Liv an her sê bajaran jî eleqeyek pir mezin bo konserên me hebû. Dikarim bêjim ku di salonan de cih nemabû. Li Amedê jî ji bo her sê rojan jî bilet qediyan e. Koma Ma carek yekemîn bû derdikeve turneyekê. Cara yekemîn e ku em rêzekonseran li dar dixin. Tev li mihrîcan û şahiyên cuda bûye lê konser nû bû. Me bi van konseran jî xwest ka eleqeya gel bo Koma Ma’yê çawa ye. Refleksên pir erênî û baş bo performansa Koma Ma’yê hatin. Em ê ji bo demên pêş hewl bidin hem li bajarên cuda yên Kurdistanê jî konseran li dar bixin. Ji ber em perwerdehiyê didin her tim dema me tune ye ku em dema xwe ya zêde bo konseran veqitînin. Ji bo dema bê em ê hewl bidin plansaziyek bi vî rengî bikin. 
 
Ji demsala biharê şûn ve ew ê turneyên mezintir jî dest pê bikin. Li Amedê dezavantejek heye. Ji ber ku salon biçûk in. Lê heya ku em salonên xwe mezin têxin destê gel, heta ku ew salonên bi keda salan hatine avakirin bi dest bixin, konserên me bi vî rengî bidobmin. Jixwe ji biharê pê ve dê konserên me li Baxçeyê Zarok Ma’yê pêk werin. Dê dîsa konserên me li vir bidomin. 
 
KONSER DIYARÎ GIYANÊN EGÎDÊ CIMO Û MAHMUT KIZIL BÛ 
 
Konsera me ya 30-31ê çile her du roj jî diyarî giyanê Egîdê Cimo û dengbêj Mahmut Kizil bû. Konsera me ya roja sêyemîn jî ji bo piştevaniya HDP’ê ye.
 
KONSER GIHIŞTIN ARMANCA XWE 
 
Em dikarin bêjin ku rêzekonserên Koma Ma’yê gihiştin armanca xwe. Piştî bilet qediyan, bi qasî du seansan peyam û telefon hatin ku li cih dipirsîn. Heke salon netije bûya me yê du rojên din jî konseran zêde bikirina. Lê ji ber salon tije ye, derfetek wiha nîne." 
 
MA / Bîlal Guldem