Koma Ma'yê stranên xwe ji bo HDP’ê gotin

img

AMED - Koma Ma'yê, di şeva dawî ya tûrneya konserên xwe de li eywana Şanoya Bajêr a Amedê stranên xwe ji bo HDP'a ku hesabên wê yên alîkariya xezîneyê hatine blokekirin, gotin.

 
Koma Ma'yê, konsera xwe ya dawî ya tûrneya konseran, ji bo kampanyaya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku bi dirûşmeya “Xezineya me gelê me ye” daye destpêkirin, li eywana Şanoya Bajêr a Amedê derket ser dikê. Koma Ma'yê, piştî konserên xwe yên li Enqereyê, Stenbolê û Îzmîrê, li Amedê jî ji bo sê rojan konser li dar xistin. Konsera duh diyarî "Mîrê Bilûrê" Egîdê Cimo û dengbêjê navdar Mahmut Kizil hat kirin. Her wiha di konsera îro de jî hunermend Mesûd Gever strana “Kezî”yê ku bi estrûmental tê lêdan diyarî Jîna Emînîyê û hemû jinên berxwedêr yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir. 
 
Koma Ma Muzîkê ku hosteyê santurê Ramîn Rebîeî yê ji Mahabadê şeftiya wê dike bi cil û bergên xwe yên kurdî li ser dikê cihê xwe girt. Li eywana Şanoya Bajêr a Amedê cihê rûniştinê nema. Di konsera ku bi coşeke mezin derbas bû de, guhdarvanan jî bi çepikan hevrêtiya komê kirin. Stranbêj û amûrjenan bi enstruman û dengên xwe temaşevan mest kirin. Konser nêzî du saetan berdewam kir û guhdarvanan bi baldariyeke mezin stran guhdarî kirin. 
 
'EM ZAROKAN BÊ MUZÎK NAHÊLIN'
 
Di dawiya konserê de Koordînatorê Ma Muzîkê Şêrko Kanîwar axivî û da zanîn ku eywan biçûk e lê keda wê gelek mezin e. Kanîwar bibîr xist ku 6 sal berî niha eywanên wan hatin desteserkirin û wiha got: "Gotin hûn êdî nikarin tiştekê bikin.Lê heta niha em mezintir bûn û em ê mezintir jî bibin. Niha jî dest danîne ser hesabên alikariya xezîneyê ya HDP’ê. Me jî îro stranên xwe ji bo HDP’ê gotin. Hindik ma, em ê piştî 5 mehan eywanên xwe dîsa ji wan bistînin. Wekî me di serî de jî got, em zarokên vî welatî bê muzîk nahêlin û em ê xwe bigihînin her kolan û taxan.”
 
Konser bi çepikan bi dawî bû.