'Seyrana Li Çeper' ji bo HDP’ê derket ser dikê

img
AMED - Lîstika “Seyrana Li Çeper” ku ji aliyê şanogerên Nîsk Hunerê ve tê lîstin, ji bo HDP'a ku hesabên wê yên alîkariya xezîneyê hatine blokekirin, derket ser dikê.
 
Lîstika “Seyrana Li Çeper” ku ji aliyê Fernando Arrabal ve hatiye nivîsandin û Aydin Rengîn jî ew wergerî kurdî kiriye, ji bo alikariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ve hesabên wê yên hesabê alîkariya xezîneyê hatin blokekirin, li Şanoya Bajêr a Amedê derket ser dikê. Lîstik, ji aliyê Nîsk Hunerê ve hatiye amadekirin û derhêneriya lîstikê jî Nazmî Karaman kiriye. Lîstik, li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê derketibû tûrneyê û rastî eleqeyeke mezin hatibû. Gelek kes hem ji bo temaşekirinê hem jî ji bo alikariya HDP’ê hatin şanoyê.
 
Piştî lîstik qediya, lîstikvan Bahoz Ozsûnar li ser blokekirina hesabên HDP’ê axivî û got ku her çi qas hesabên wê hatibin blokekirin jî, weki HDP’ê jî gotıye ‘Xezîneya me gelê me ye’. Ozsûnar ku got "HDP em in, em jî HDP ne" wiha axivî: “Her çi dibe bila bibe em li cem partiya xwe ne û li pişta wê ne. Hêvîdar im di pêşerojê de çalakiyên bi vî rengî hê jî berdewam bikin û hemû şanoger û hunermendên din jî bi vî rengî çalakiyan bikin. Ji bo hatina we spasdar im.”
 
MIJARA LÎSTIKÊ
 
"Seyrana Li Çeper", di  4’ê Çileyê de promiyera xwe li Êlihê, li ser dika Batman Yenî Sahneyê kiribû. Lîstika ku Fernando Arrabal nivîsandiye, derhêneriya wê Nazmî Karaman, derhêneriya hunerê jî Egît Firat kiriye. Seyrana li çeper (1954) bi şêwaza grotesk, ji aliyê Fernando Arrabal ve hatiye nivîsandin û li ser bêwatebûna şer e. Wext ne diyar e. Dê û bavek dixwazin li çeperê bi kurê xwe re seyranê bikin. Piştre bi leşkerekî dijmin re, bûyer  tên serê wê malbatê. Arrabal ku nivîskarekî ku ji zarokatiya xwe ve şahidî li şer kiriye, hewl daye bêwatebûna şer bi awayekî mîzahê û bi absûrdî bide nişandan. Di lîstikê de Denîz Ozer, Habîp Çelîk, Bahoz Ozsunar, Gulan Mizgîn û Şervan Yelboga dilîzin. Lîstika ku bi zimanê kurdî tê lîstin, nêzî saetekê berdewam dike.