KNK'ê ji bo 21'ê Sibatê daxuyanî da: Parastina ziman peywîra me ye

img
NAVENDA NÛÇEYAN - KNK'ê di daxuyaniya xwe ya ji ber 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê da de, bal kişand ku ziman ji bo kurdan nasname û hebûn e û got: "Parastina ziman peywîra me ye."
 
Komîsyona Ziman, Çand û Perwedeyê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê peyamek weşand.
 
Di destpêka peyama KNK'ê de hate gotin ku "Neteweyên Cîhanê her yek bi şewazên xwe, 21'ê Sibatê roja Zimanê dayikê pîroz dikin. Eger ji bo piraniya van neteweyan ev roj tenê helkefta ziman be, ji bo me kurdan û neteweyên din ên Kurdistanî, wate û ramaneke wê ya berfirehtir, kûrtir û girîngtir heye. Di proseya çend saliya dagirkeriyê û zalbûna zimanê neteweyên serdest li ser zimanê kurdî û zimanên din ên Kurdistanê de ji aliyekî û qedexekirin û hewldanên plankirî yên wan dewletan ji bo kirêtkirin û sivikkirina zimanê kurdî ye, ji aliyekî din, ew jî bi armanca jinavbirin û bişavtina zimanê kurdî ye. Zimanê dayikê ji bo me wek stûnek bingehîn û şengesteya çarenivîsê û faktoreke bi bandor a girêdayî hebûna kurdan wek netewe tê dîtine."
 
Daxuyaniyê wiha dewam kir:
 
"Mixabin ev demeke dirêje zimanê kurdî dibin metirsiya lawazbûn û windabûnê de ye. Ev metirsî bi taybetî li bakur û rojhilatê welêt tê hest kirin. Sedemên ku di zêdetir di bin vê fişar û tirsê de xala lawaz a bikarneanîna zimanê dayikê ye di axaftina rojane ya di nava kesên malbatan û civakê bi giştî de ye. Ji hemiyê jî giringtir ew e ku zimanê dayikê nebûye zimanê sereke di prosesa perwerde û fêrkirinê de. Her çende di dirêjahiya dîrokê de, ziman ji bo me Kurdan bûye çeperê berxwedan û parastinê û her tim jî pêwîstî bi xurtkirin û bi hêzkirina vê çemberê hebûye. Pêşxistina hebûn û vejîna Kurdan wek netewe bi resenayetiya xwe, her çiqasî di hundir kesayeta kurd bi giştî de bi cih bibe hê kême. 
 
Ziman ji bo her neteweyekê hêz û sitûna mana wê ye. Xafilbûn ji pirsgirêkên ziman û guhnedana êş û azarên ziman û berxwenedan li hember êrîşên ser zimanê dayikê, wî demî ew ziman ber bi rêya tinebûnê re diçe.
 
Li Başûrê Kurdistanê parlamenter, hikûmet û saziyên fermî hene û di destûra dewleta federal a Îraqê de jî zimanê kurdî hatiye qebûlkirin. Lê ji sedema nebûna siyasetên stratejîkên ziman û planên zanistî yên li ser ziman, rewşa zimanê kurdî aloz û şepirzeye û li hember komek astengiyan de ye. Loma pêwîste, hikûmeta Herêma Kurdistanê van astengiyan bi lezgînî çareser bike û ji holê rake, bi cidî kar ji bo bi rêxistin û bi sazîkirinê di kenal û platformên ziman û perwerdeyê de bike.
 
Li rojavayê Kurdistanê tevî ku di rewşeke hestiyar de ye, di bin metirsiya dagirkarî, şer û berxwedanê de ye, di vî warî de di nava şert û mercên ne asayî de îradeyeke xurt heye. Rêveberiya xweser di saziyên xwe yên perwerde û fêrkirinê de proseya xwendina bi zimanê Kurdî û suryanî ava kiriye û tê peyrew kirin.
 
Li her du parên dinê welat, ji bilî ku Kurdî di xwendingehan de nayê xwendin, ji gelek aliyan, bi rêya mezhebî, dînî û regez nijadperestiya sîstemê desthelatdariya dewletên dagirkeran ve, zimanê Kurdî û zimanên din yên pêkhateyên Kurdistanê di bin metirsiyek mezin de ne. Bi taybetî jî zarav û zaravokên 'Hawramî, maço, Zazakî, kurmanckî, kelhurî û yên din, her wiha Asûrî, Suryanî, Kildanî û Ermenî' di bin heman rewşa xerab de ne. Her wiha hîn ji wan zaraveyên Kurdî li başûr û rojava jî rûbirûyê van metirsiyan dibin. 
 
Pir zaraveyî di zimanê Kurdî de, nîşan û hêza dewlemendiya wî ye. Pir zimanî (yên resen) di nava civaka Kurdistanê de nîşaneya pir rengî, pêkvejiyan û şarîstaniyeta serdem e. Ji ber vê yekê jî divê zimanê Kurdî bi hemû zaraveyên xwe ve, di heman ast û giringî pêdanê de û li cihê erdnîgariya axêverên xwe bêne parastin û li gor derfet û şiyanan di proseya fêrkirin, perwerde û xwendinê de bi awayekî fermi bêne pêşxistin. 
 
Helbet, beşê diaspora jî ku hejmareke zêde ya Kurdan li derveyî welat dijîn. Ji mêj were bi çand û zimanên wan gel û welatan re têkhel bûne, yan jî du zimanên dayikê di kesayeta xwe de afrandine. Giringe ku zimanê şîrînê kurdî pêş ve biçe, bimîne zînde û ji nemanê bête parastin.
 
Di vê derbarê de, ji bilî pîrozkirinê, girînge ev roj bibe derfeta kar û xebat û tekoşîneka hê zêdetir ji bo ku bala civaka navdewletî û rêxistinên pispor di warê ziman û çandê de bikişîne ser gef û fişarên dagirkerên li Kurdistanê yên li ser zimanê Kurdî û zimanên din yên pêkhateyên Kurdistanî.
 
Em weke Kongreya Neteweyî ya Kurdistan ê serbarê destxweşiyê ji hemû hewlên rêxistin û kesanên ku xizmeta zimanê kurdî dikin. Bi taybetî yên ku zimanê Kurdî xistine nava amûrên wergera dijîtal, ragihandinên global û teknelojiyayê de. Em wan bi destkeftên herî mezin dinirxînin û helkefta 21'ê Sibatê roja zimanê dayikê ya Cîhanî ji xwe re wek derfetek dibînin û daxwaza hemû saziyên ziman, çand, perwerde, mediya û çapemeniyan dikin ku li dijî hemû hêrîş, gef û metirsiyên li ser zimanê kurdî rawestin. Di heman dem de, li hember planên dagirkeran bê deng nemînin.
 
Her wiha pêwîste desthilatdarên Kurd jî li ser metirsiyên nebûna siyaset û plansaziya zimanî bêne hişyar kirin. Ji bo me ziman ne tenê navgîna peywendiya di navbera kesan de ye, belku nasname û hebûna me ye jî. Parastina ziman erka me ye, werin bi hev re xizmetê jê re bikin û bighînin astên herî bilind."