Dek û Dolabên Scapen dê îcar ji bo piştevaniyê bê lîstin

img
AMED - Lîstika Dek û Dolabên Scapen ji bo alîkariya xebatên zarokan ên li herêmên erdhejê tên kirin, derdikeve ser dikê.
 
Lîstika Şanoya Bajêr a Amedê ya bi navê Dek û Dolabên Scapen ku ji aliyê Moliere ve hatiye nivîsandin û derhêneriya wê Ozcan Ateş kiriye, di 24 û 25’ê adarê de Ji bo piştevanîya xebatên zarokan ên li herêmên erdhejê derdikeve ser dikê. Lîstika ku gelek caran hatiye lîstin û her carê jî rastî eleqeyeke mezin hat, dê vê carê jî ji bo piştevaniyê bê lîstin.
 
Şanoya Bajêr a Amedê, li ser malperên xwe yên medyaya dîjîtal ragihand ku dê 24 û 25’ê adarê saet 20.30’an de li ser dika Sanoya Bajêr a Amedê ya navçeya Peyasê ji bo piştevaniya xebatên zarokan derbikevin pêşberî şanohezan.