Gerok MA'yê ji bo zarokan atolyeya muzîkê li dar xist

img
MEREŞ - Gerok MA’yê li Taxa Musolar a Bazarcixê ji bo zarokên erdhejê atolyeya muzîkê li dar xist. 
 
Koma Gerok MA’yê ku ji hêla endamên Zarok MA, MA Muzîk, Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (MKM), Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, Navenda Çandê ya Aryenê, ŞanoWan, Şanoya Bajar a Amedê, Komeleya Jin, Çand, Huner û Wêjeyê (KASED) û Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn (OSAD) ve hatiye avakirin, hate navçeya Bazarcix a Mereşê. 
 
Koma Gerok MA’yê li gundê Musolar a navçeyê li dimbilk û defê xist, stranên kurdî gotin. Piştre jî komê zarokên gund li qadekê kom kirin û çalakiyek li dar xistin. Eleqeyeke mezin a malbatan jî bo koma Gerok MA’yê hebû. Di vê navberê de zarok gelek lîstik lîstin. Piştre jî bo zarokan atolyeya muzîkê li dar xistin, zarokan li dimbilkê xistin û stran gotin. 
 
DÊ BIÇIN DÎLOK Û HATAYÊ
 
Koma Gerok MA’yê piştî atolyeyê bi zarokan re voleybol lîst. Herî dawî jî komê xatira xwe ji zarokan xwest û ji gund derketin. Tê payîn ku koma Gerok MA’yê biçe navçeyên Nûrdagi, Islehiye, Samandag, Îskenderûn, Antakya û navenda Hatayê. 
 
Koordînatorê MA Muzîk Centerê Şêrko Kanîwar, diyar kir ku ne ji bo travmaya zarokan lê ji bo hevaltiya bi zarokan li herêmê digerin û ev tişt anî ziman: “Jixwe ev çalakî rê li ber travmayê digirin. Em muzîkê dikin û bi zarokan re dem derbas dikin. Xebata kolektîf a zarok jî tev li dibin, ji her alî ve wan xurt dike. Armanca me jî ew e ku zarok bi hunerê re hîn bêhtir xurt bibin û vê rewşa heyî jî zû li ser xwe biavêjin.”