Li Enqereyê panela zimanê kurdî: Zimanê zikmakî hêmana sereke ya mirov e

img
ENQERE - Nivîskar Adar Jiyan diyar kir ku zarokek ku bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehiyê nebîne dê seranserî jiyana xwe dê bêbawerî mezin bibe û zimanê zikmakî yek ji mafê herî bingehîn mirovan e. 
 
Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Anka (Anka-Der) bi minasebeta 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li eywana sendîkaya Navenda Giştî ya Tum Bel-Senê panel li dar xist. Li eywanê pankartên “Cejna zimanê kurdî pîroz be”, “Em her malekê bikin dibistana kurdî” hatin daliqanin. Nivîskar Adar Jiyan, momsteya zazakî Ferîde Akturan û xwendekara zanîngehê Fatma Demîragaç wek axiver tev li panelê bûn. 
 
 
Ferîde Akturan bal kişand ser dîroka Cejna Zimanê Kurdî û diyar kir ku kovara kurdî Hawar bûye roja cejna zimanê kurdî û kovara Hawarê mîladek e.  
 
‘ZIMANÊ ZIKMAKÎ HÊMANA SEREKE YE’ 
 
Nivîskar Adar Jiyan jî destnîşan kir ku ji sê mafê bingehîn ê mirovan yek jê zimanê zikmakî ye û wiha got: “Yek ji hêmana girîng a jiyana mirov, şîrê dayikê ye. Yek ji tişta herî girîng ku meriv pê mezin dibe, şîrê dayikê ye. Zarokek ku şîrê dayika xwe venexwe seranserî jiyana xwe bêtenduristî dijî. Her wiha kesek bi hezkirina dayika xwe mezin nebûbe, di warê ruhî de her tim kêmasî di jiyana zarok de çêdibe. Ji hezkirina dayikê wêdetir tiştek nîne. Hêmanek girîngtirîn jî zimanê zikmakî ye. Zarokek bi zimanê xwe yê zikmakî mezin nebe, her tim bêbawer dijî û mezin dibe. Hem di kesayeta zarok de hem jî di mêjiyê zarok de xesarek li pey xwe dihêle.” 
 
Piştî axaftinan beşdar axivîn û panel li ber stranên kurmancî û zazakî bi dawî bû.