Ji Dosso Dossî re serbest e ji NÇM'ê re qedexe ye

img

STENBOL - Ji hunermendên NÇM'ê Engîn Cengîz anî ziman ku Dosso Dossî parçeyeke polîtîkayên bişavtinê ye û got ku divê kurd li ber vê rabin. 

 
Di dema desthilata AKP'ê de ku polîtîkayên çewisandinê yên li ser çand û zimanê kurdî zêde bûn, bi taybetî polîtîkayên ku bi dejenrasyona çandî ciwanan hedef digire bi mihrîcanên di bin navê konser û bernameyan didomin. Ev polîtîkayên ku çand, dîrok û bîra kurdan hedef digirin di demên dawî de bi organîzasyona Holdînga Dosso Dossî li bajarên bakurê Kurdistanê tên pêkanîn. 
 
Konserên ku berê di bin navê "mihrîcanê" de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, li navçeya Sûrê ya Amedê û li navçeya Bazîdê ya Agiriyê hatin pêkanîn, bi hatina havînê re careke din di rojevê de ne. Walîtiya Agiriyê, Şaredara Bazîdê Yildiz Acara ku ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat îxrackirin û Holdînga Dosso Dossiyê dê di 9'ê tîrmehê de "Mihrîcana Muzîkê ya Çiyayê Agiriyê" li dar bixin. 
 
Ji hunermendên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (MNÇM) Engîn Cengîz, polîtîkayên bişavtinê û organîzasyonên Dossî Dossî Holdîngê nirxandin.
 
JI DOSSO DOSSI'YÊ RE SERBEST JI NÇM'YÊ RE QEDEXE
 
Cengîz diyar kir ku ev organîzasyonên ku li bajarên Kurdistanê tên pêkanîn ji polîtîka û şirîkatiya desthilatê ne qut in û polîtîkayên desthilatê bi xwe ne û got ku Dossî Dossî jî organîzasyonek e ku ji aliyê desthilatê ve hatiye afirandin. Cengîz bilêv kir ku Dossî Dossî û organîzasyonên bi vî rengî parçeyeke polîtîkayên asîmilasyonê ne. Cengîz diyar kir ku dema NÇM çalakiyên bi vî rengî amade dike bi qedexeyan û astengiyên detshilatê re rûbirû dimîne. Cengîz wiha got: "Pir eşkere hatiye îspatkirin ku kesên ku dê li wir derkevin ser dikê xizmeta çanda populer û xizmeta bişavtinê dikin." 
 
Cengîz destnîşan kir ku armanca desthilatê dejenerekirin e û got: "Desthilat ji gelê kurd û hunermendên wan re dibêje, 'wiha bin, ger hûn wiha bin em ê destûrê bidin.' Desthilat dixwaze her tişt di bin kontrolkirina wê de be. Li hembe rme desthilateke ku vîna gel nas nake heye. Êrişê dibe ser hemû tiştên ne ji xwe û dixwaze wan kontrol bike." 
 
Cengîz bilêv kir ku divê hunermend li dijî organîzasyonên bi vî rengî hesas bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê ev bê dîtin; pergal polîtîkayekê esas digire. NÇM ne hamiyê kurtdbûyînê ye. Lê çima tenê NÇM daxuyaniyê dide? Min dixwest her kes li hemberî vê rabe û daxuyaniyê bide. Divê her kes bibêje, 'Projeya wan kesan e ku dixwazin me asîmle bikin.' Em ferdên gelekê kurd in. Dibe ku em di warê fikrî de ne wekhev bin û bi awayekî cuda bifikirin, lê em parçeyekî gelê kurd in. Bi awayekî topyekûn bi ser gelê kurd de diçin. Desthilatek heye ku dibêje 'Em ê kurdî asîmle bikin, em ê kurdî ji holê rakin.' Ne tenê NÇM, tevahiya civaka kurd vê dibêje."