Di civîna nivîskarên Kurd de peyama ‘yekitiyê’ hate dayîn

img

AMED – Di civîna nivîskar û rewşpenbîrên Kurd de peyama “yekitiyê” hate dayîn.

Komeleya Wêjekarên Kurd, li Amedê bi nivîskar û rewşenbîran re civiya. Cîvîna ku li Tesîsên Civakî yên Fîskayayê ya li navçeya Yenîşehîrê hate lidarxistin, gelek nivîskar û rewşenbîr beşdar bûn. Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurde Herdem Merwanî, diyar kir ku çand û hunera Kurdî rengîn û berfireh û ev tişt got: “Nivîskar, rewşenbîr û hunermendên Kurd di avakirina demokrasiyê de xwediyê roleke girîng in. Divê em bi vê hişmendiyê ve tevlî pêvajoyê bibin.” 
 
PEYAMA ‘YEKITIYÊ’
 
Hevserokê PEN a Kurd Omer Fîsa, bal kişand ser yekitiya din ava Kurdan de û wiha axivî: “Ji bo pêşvebirina çandê yekitî girîng e. Divê rewşenbîr, nivîskar û hunermend bi hişmediya yekitiyê berpirsiyariyê li xwe bigirin. Em ê jî berpirsiyariya xwe bi cih bînin. Hêza me ji bo pêşendiya civakê heye.” 
 
Hevserokê Yekitiya Weşangêrên Kurd Hakki Boltan, destnîşan kir ku ji bo pêşvebirina çand, ziman û hunera Kurd divê hewldanên xurt bên kirin.