Li Îranê serhengê Mihafizên Şoreşê hat kuştin

  • cîhan
  • 12:34 23 Gulan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serhengekî Parêzvanên Şoreşa Îslamî ya Îranê li Tehranê hat kuştin. 
 
Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Fermî ya Nûçeyan a Îranê (IRNA), serhengekî Parastvanê Şoreşa Îslamî ya Îranê hat kuştin. Hat îdiakirin ku "Parazvanê Tirbê" yê bi navê Seyyad Hudayî ji aliyê kesekî li ser motorbisqilêtê bûye ve li kolana Mucahîdê Îslamê bi çekê hatiye kuştin. Ji bo kesên li Îran û Sûriyeyê ser navê Komara Îslamê ya Îranê dixebitin re têgeha "Parazvanê Tirbê" tê gotin.
 
Parastvanên Şoreşê jî di daxuyaniya xwe de anîn ziman ku yê hatiye kuştin "Serheng" e. 
 
Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî daxuyand ku ew dê tola kuştina serheng hilînin.