Di Mîhrîcana Cannesê de komkujiyên jinan hatin şermezarkirin

  • cîhan
  • 23:15 23 Gulan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Komek çalakger ên feminîst ji bo balê bikişînin ser tundiya li ser jinan li ser xaliya sor a Mîhrîcana Fîlman a Cannesê pankarteke ku navê 129 jinên qetilkirî li ser nivîsandî, vekirin.
 
Komeke parêzvanên mafên jinan a bi navê "Les Colleuses" li ser xaliya sor çalakiyek pêk anî. 12 endamên komê pankarta ku navê 129 jinên di mîhrîcanên Cannesê de hatibûn qetilkirin li ser nivîsandî hilgirtin û kulmên xwe rakirin hewayê. 
 
Çalakî di dema pêşandina fîlma bi navê "Pîrêya Pîroz" a Îranê de pêk hat. Fîlma ku derhêneriya wê Alî Abbasî kiriye, li ser çîroka rastîn a Saeed Hanacî ku di 2000 û 2001’an de li bajarê Meşhedê 16 jin hatibûn qetilkirin, hatiye çêkirin. 
 
Roja înê jî di galaya "Hesreta Sê Hezar Salan" de jinekê ji bo balê bikişîne ser tundiya zayendî ya li ser jinê li alîyekî bedana xwe bi boyaxa sor ala Ukraynayê çêkiribû û li aliyê din jî “bes dest dirêjî me bikin" nivîsandibû. 
 
Roja yekşemê jî ji bo balê bikişînin ser tundî û qetilkirina jinan çalakiyek pêk hatibû.