Ji ber lehiyan li Îtalyayê 36 hezar kesan malên xwe terikandin

  • cîhan
  • 15:54 21 Gulan 2023
  • |
img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber lehiyan li Îtalyayê zêdetirî 36 hezar kesan ji neçarî malên xwe terikandin. 
 
Di destpêka vê hefteyê de li herêma Emilia Romagnayê ku dikeve bakurê Îtalyayê, ji ber barana zêde lehî rabûn û 36 hezar kes neçar man ku malên xwe biterikînin. Li gorî nûçeya Euronewsê; rêveberiya herêmê da zanîn ku bi taybet jî şêniyên gundên biçûk ji ber xetereya hezazê ya piştî lehiyan neçar man ku malên xwe biterikînin. Rêveberiya herêmî ji bo herêmê “Alarma sor” ragihandibû û hat zanîn ku heman hişyarî ji bo roja yekşemê jî derbasdar e. 
 
Ji ber karesata lehiyê heta niha li herêmê 305 hezaz çêbûne û rêyên nêzî 500 gundan jî hatine girtin. Her wiha ji ber lehiyan ceyranên bi hezaran malên li herêmê jî qut bûne. Tê gotin ku li hinek noqteyan yekîneyên artêşê daketin qadan, xebat dan destpêkirin û alîkariyê didin gel. Wezîrê Ewlehiya Hawirdor û Enerjiyê Gilberto Pichetto têkildarî mijarê bi radyoyekê re axivî û got ku dê ji bo herêma Emilia Romagnayê ku bandoreke giran li ser çêbûye “Rewşa karesatê” ragihînin. 
 
Di encama karesata lehiyan a li herêmê de 14 welatiyan jiyana xwe ji dest dabû. 
 
MELONÎ ZÛ JI LÛTKEYA G7’Ê VEGERIYA
 
Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni ku li Japonyayê tev li Lûtkeya Serokan a G7’ê bûbû, ji ber karesata li welêt neçar ma ku zû vegere.
 
Meloni, beriya vegere daxuyanî da û wiha got: “Li G7’ê tişta ku diviya bihata kirin me kir. Min biryar da ku vegerim. Di rewşeke wiha zehmet de nikarim ji Îtalyayê dûr bim. Ji bo ku bersivên pêwîst bidim krîzê, bi awayekî şexsî divê ez bixebitim. Ez spasiya hemû wezîran û 5 hezar kesên tev li xebatan bûne dikim. Wijdana min ji min re dibêje ku divê vegerim.”