Dorpêçkirina Mexmûrê li Aaraûyê hat şermezarkirin

  • cîhan
  • 22:24 26 Gulan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hewldanên artêşa Iraqê yên ji bo dorpêçkirina Wargeha Penaberan a Mexmûrê, li Kantona Aargaû ya Swîsreyê hatin protestokirin.
 
Hewldanên artêşa Iraqê yên dorpêçkirina Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye, li herêma Aaraû ya Kantona Aargaû ya Swîsretê hat protestokirin. 
 
Çalakî li ber Aaraû Bahnhofê hat lidarxistin. Gelek welatî tevlî çalakiyê bûn û welatiyên li derdor jî bi çepikan piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de ku alên PKK’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat vekirin, gelek caran dirûşmeya “Bijî berxwedana Mexmûrê” bi Kurdî û Elmanî hate berzkirin. 
 
Endama Meclîsa Jinan a Aargaû Rojbîn Şevîn Batû li ser navê girseyê daxuyanî da. Batû anî ziman ku bi piştgirya dewleta Tirk û PDK’ê hewldana dorpêçkirina wargeha Mexmûrê bi têlan, nayê qebûlkirin. Batû bang li saziyên rayedar û taybet NY’ê kir ku di zûtirîn demê de hewldana dorpêçê rawestînin. Batû bi bîr xist ku xelkê Mexmûrê ji zarok heta extiyaran bi şev û roj li ber xwe didin û anî ziman ku ew ê heta dawî xwedî li berxwedanê derkevin. 
 
Piştî daxuyaniyan çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.