NAVENDA NÛÇEYAN - Di hilbijartinên Şaredariya New Yorkê de namzetê Partiya Demokrat Zohran Mamdani bi ser ket û bû şaredarê Misilman ê ewil ê New Yorkê.
Li mezintirîn bajarê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), li gorî saeta herêmî saet di 21.00’ê de karûbarê dengdayînê dest pê kir. Li gorî encamên nefermî yên ji hêla Associated Press (AP) ve hatine parvekirin, namzetê Partiya Demokrat Zohran Mamdani ji sedî 50.4’ê dengan bi dest xist û bi ser ket.
Di navbera Mamdanî ê 34 salî û waliyê New Yorkê yê berê û namzetê serbixwe Andrew Cuomo de biqasî 9 puanan ferq hebû. Cuomo, ji sedî 41.6’ê dengan stend. Namzetê Komarparêzan Curtis Sliwa jî ji sedî 7.2’ê dengan stand.
Bi vê encamê re Zohran Mamdani, bû şaredarê ewil ê Misilman ê New Yorkê. Her wiha bû şaredarê herî ciwan.
Mamdani, piştî hilbijartinê bangî hilbijêrên xwe kir û got bi nasnameya xwe serfireaz e û ev tişt anî ziman: “Misilman im. Sosyalîstekî demokrat im. Û ya herî xerab jî ew e ku ji ber tu yek ji van ez ê lêborînê nexwazim.” Mamdani, bangî Serokê DYA’yê Donald Trump jî kir û got: “Dizanim tu dişopînî, dengî veke! Ji bo xwe bigihînî yek ji me divê tu me tevan derbas bikî.”
