DYA'yê xwest mueyîdeyên NY'yê yên li ser El-Şara bên rakirin

  • cîhan
  • 16:31 5 Mijdar 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - DYA'yê pêşnûmayek ji bo rakirina mueyîdeyên NY'yê yên li ser Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê El Şera pêşkêşî Konseya Ewlehiyê kir.
 
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) pêşnûmeyek ji bo rakirina mueyîdeyên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên li ser Serokê Sûriyeyê El Şera ku tê payîn roja duşemê li Qesra Spî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bicive, pêşkêşî Konseya Ewlehiyê kir.
 
Li gorî biryara pêşnûmeyî ku Reutersê roja Sêşemê bi dest xistiye, pêşniyaza Amerîkayê ne tenê li ser rakirina mueyîdeyên li ser El-Şara, di heman demê de yên li ser Wezîrê Karên Navxweyî yê Sûriyeyê Enes Hattab jî daxwaz dike. Hîn nehatiye diyarkirin ku dê biryar kengî berpêşî dengadanê bê kirin. Ji bo pejirandinê herî kêm neh dengên "erê" pêwîst in û divê Rûsya, Çîn, DYA, Fransa, an jî Îngîltere veto nekin. 
 
DYA, bi mehan e daxwaz dike ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî gavên ji bo sivikkirina mueyîdeyên li ser Sûriyeyê bavêje.
 
HEWLDANÊN ŞARA ÊN BERIYA SERDANA QESRA SPÎ
 
Tehrîr el-Şer ku ji sala 2014'an vir ve di lîsteya mueyîdeyên NY'yê yên li ser El Qaîde û DAIŞ'ê ye, li ser gelek endamên wê qedexeyên seferê, cemidandina mal û milkên wan û ambargoyên çekan hatine sepandin. Di nav wan de serokê rêxistinê El Şara û Wezîrê Karên Navxweyî Enes Hattab jî hene.
 
Komîteya mueyîdeyan a Konseya Ewlehiyê ya NY'yê îsal çend caran ji bo El-Şara destûrnameyên seferê daye. Ji ber vê yekê, her çend biryara ku ji hêla DYA ve hatiye pêşkêşkirin heta roja duşemê neyê pejirandin jî, tê payîn ku dê serdana El-Şara ya Qesra Spî pêk were. 
 
DYA, di Kanûna 2024'an de xelata 10 milyon dolarî ya ji bo serê El Şera diyar kiribû, vekişand. Serok Trump di Gulanê de got ku ew ê mueyîdeyên DYA'yê yên li ser Sûriyeyê rake. Rapora çavdêriya mueyîdeyan a NY ku di Tîrmehê de bi dest Reutersê ket, îsal tu "girêdaneke çalak" di navbera El Qaîdeyê û HTŞ'ê de nedît.