‘Tirkiye xwezaya Kurdistanê ji bo şer bi kar tîne'

img

AMED - Aktivîstên ekolojîyê bal kişandin ser talankirina ekolojiya herêmê û gotin: "Dewleta tirk xwezaya Kurdistanê ji bo şer bi kar tîne." 

Li herêmê wekî her sal îsal jî bi operasyonên eskerî xwezaya herêmê tê texrîbkirin û talankirin. Tirkiyeyê herî dawî di 17'ê Nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Avaşîn, Zap û Metînayê dest bi şerekî dorfireh kir. Tê gotin Tirkiye di vî şerî de çekên kîmyewî bi ser herêmê ve dibarîne. Bi vê yekê re li herêmê gund tên valakirin û bi destê esker û cerdevanan jî bi hezaran dar tên qirkirin. 
 
Aktivîstên ekolojiyê ku li Amedê ji bo ekolojiya herêmê û Tirkiyeyê nîqaş bikin li hev kom bûn, ji ajansa me re texrîbkirina ekolojiyê ya bi destê dewletê nirxandin. 
 
Endemê Komeleya Ekolojiyê ya Mêrdînê Abdulvahap Irmak bibîr xist ku di pêvajoya çareseriyê de operasyonên li herêmê rawestiyabûn û daristanên li Kurdistanê ji nû ve şîn hatibûn. Irmak got: “Li Dersim, Licê, Şirnex, Colemerg û Mêrdînê bi hinceta ewlekariyê û operayonên eskerî daristan tê şewitandin. Di heman demê de li herema me bendavên ewlekariyê tên çêkirin. Bi bendava Keban û Ataturkê xwestin ku Bakur bikin du parçe. Li Kurdistanê bi vî awayî ji aliyekî terka sermayeyê tê kirin û ji aliyekî ve jî politikayê şer tê domandin.”  
 
BI DESTÊ CERDEVANAN QIRKIRINA DARAN
 
Irmak di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê û got: “Tirkiye ekolojî û xwezaya Kurdistanê ji bo şer bi kar tîne. Li vir dewleta tirk malbata Barzanî jî aniye ba xwe û bi hev re êrişê dibin ser Başûrê Kurdistanê. Cerdevan bi hezaran ton dar birîne. Ev yek di demeke kurt de nebe jî, lê wê di demeke dirêj de bandorek mezin li xwezayê bike. Cihên ku dar lê bên birîn, ew der germ dibe, baran zêde nabare. Ji lew re dar baranê ber bi xwe ve tîne. Bi vî awayî dê ziwabûn jî zêde bibe." 
 
LI DERSIMÊ 145 PROJEYÊN JI BO KANÊN MADENÊ
 
Ji Komeleya Xwezayê ya Mûnzûrê Îbrahîm Eren jî li ser xwezaya Dersimê axivî. Eren da zanîn ku li seranserê Dersimê ji bo kanên madenan 145 proje hatine çêkirin û wiha got: "Di heman demê de her sal li Dersimê operasyonên eskerî tên lidarxistin û bi van operasyonan re daristanên Dersimê tên texrîbkirin. Em dibînin ku li erdnigariya Kurdistanê tundî, zext û qirkirin bi awayekî bêperwa tê kirin. Qirkirina ekolojiya Kurdistanê jî bi di vê çerçevoyê de tê kirin. Yanî desthilat bi hinceta ewlekarîyê pir rehet dikeve xwezaya Kurdistanê û bi hêsenî talan dike. Li hemberî vê yekê aktîvist û hêzên demokrasiyê jî hewce ye ku di vê mijarê de baldar bin û bi hev re ji bo xwezayê bitêkoşin."
 
GUND TÊN VALAKIRIN
 
Her wiha Eren destnîşan kir ku di navbera Artvîn û Şirnexê de tu ferq tune ye û her du erdnîgarî jî bi êrişan re rû bi rû ne û kesên ku wan talan dikin jî heman kes in. Eren di dawiyê de li ser êrişên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistana Federe jî wiha axivî: "Tirkiye li her çar parçeyên Kurdistanê şerekî neheq dike. Di wan êrişan de bi qasî mirovan xwezayî zirarê dibîne. Li Şemzinanê bi tonan dar tên qirkirin. Gundên heremê tên valakirin,mirov ji bêgavî koç dikin û ji ber tesîra çekên kimyewî gundî nikarin biçin gundên xwe û nikarin heywanên xw exwedî bikin. Lewma hewce ye ku her kes li hemberî vê rabe û bitêkoşe ku ev polîtîkayên qirkirina xwezayê û mirovan bi dawî bibin." 
 
ÇEKÊN KÎMYEWÎ
 
Aktivîstê ekolojiyê Huseyîn Akil jî diyar kir ku piraniya axa Kurdistanê di bin beton û avê de hatiye hiştin û erdnigariya heremê berpêşî şîrketan tê kirin. Akil di axaftina xwe da bal kişand ser şerê cîhanê û erişên li ser Herêma Kurdistana Federe jî û wiha got: “Şer, li ser xwezayê texribatên giran çê dike. Mînak felaketa Çernobîlê. Ji ber şer tenê ne li Avaşîn û Zapê, li Bakurê Kurdistanê jî texribatên mezin tên kirin. Şewitandina daristanan, jêkirina daran minakên herî dawî ne. Wê rojê generalek derket û bi xwe got 'em çekên kîmyevî bi kar tînin.’  Rast e, di operasyonan de çekên kimyewî bi kar tînin û li xwe mikur hatin. Tê gotin di van demên dawî de li Êlih û Tendurekê kanî tên jehrkirin. Ji ber qedexekirinan xelkên herêmê û em aktîvîst nikarin herin wan herêman. Dixwazin herêmê ji mirovan xalî bikin û ji bê vê gundên li herêmê tên valakirin. Li Şirnexê gundek bi tevahî hatiye valakirin. Helbet gel li ber vê polîtîkayê li ber xwe dide û divê em jî têkoşîna xwe ya li hemberî vê mezin bikin." 
 
Aktivîsta Tevgera Mezopotamyayê Derya Akyol jî bilêv kir ku li Tirkiyeyê 20 sal in bi destê desthilata AKP xweza tê talankirin û got: “Ji Behrareşê heta Kurdistanê bi polîtîkayên HES û bendavên ewlîkariyê talankirin û qirkirin berdewam dikin. Şer hilweşîna ekolojîk a herî mezin e. Li Kurdistanê şer tenê bi tanq û topan nayê kirin, bi şewitandina daristanan, jêkirina daran û xirabkirina mekanên wekî Surê jî tê kirin. Di heman demê de bi şer gund jî tên valakirin û çand û jiyana civakî jî tê guherandin. Li hemberî vê têkoşîne û berxwedaneke xwecihî heye, lê dovê ev berxwedan mezintir bibe." ”