Gav bi gav talankirina xwezaya Şirnexê

img
ŞIRNEX - Talankirina xwezaya Şirnexê didome. Li herêmê li aliyekî lêgerîna li madenan, birîna daran û qirêjkirina kaniyên avê, lê aliyê din jî bêhestiyariya li dijî herêmê ku ji her aliyî ve tê jehrîkirin didome. 
 
Wêrankirina ekolojiya Kurdistanê didome. Şirnex yek ji wan bajaran e ku ekolojiya wê di asta herî jor de tê wêrankirin. Li aliyekî lêgerîna li madenan, birîna daran û qirêjkirina kaniyên avê, lê aliyê din jî bêhestiyariya li dijî herêmê ku ji her aliyî ve tê jehrîkirin didome. 
 
Li herêmên Besta, Cûdî, Gabar û Çiyayê Çilênimêja ji aliyê cerdevanan ve û di bin çavdêriya leşkeran de heta niha bi hezaran dar hatine birîn û bi dehan qadên daristanî jî hatine şewitandin. Li aliyê din Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê jî li navenda bajêr û navçeyên wê Cizîr, Qileban, Hezex, Elkê û Silopiyayê bêyî ku pêwîstî bi rapora ÇED'ê bibîne li 20 herêman destûra lêgerîna li madenan daye. Li bajêr 2 herêm bi biryara "pêdivî bi ÇED'ê tune ye" ji bo kargehên cuda hatin veqetandin. Li van herêman dê li neft û komirê bê gerîn û kana keviran û kanên din ên cuda bên çêkirin. Bi dehan kanên ku li Çiyayê Cûdiyê ava Hêzil, Xabûr û Çemê Nêrduşê qirêj dikin. Ev robarên ku berê ava wan dihat vexwarin, niha ji ber kanên komirê ava wan nayê bikaranîn. Li cihên ku qadên jiyanê lê hene qadên komirê hatin çêkirin. Gundê Avgamasya yê Şirnexê ku yek ji van gundan e, ji ber komirê darên wê hişk dibin û xaniyên wê di bin toza komirê de dimînin. Gundî ji ber toza komirê nikarin derî û paceyên xwe jî vekin. Her wiha li gund nexweşîna pişikê li gelek kesan peyda bûye. Li bajarokê Bêspînê yê Silopiyayê ku bi xwezaya xwe balê dikşîne û gelek cureyên giya û daran lê hene, di sala 2009'an de bêyî daxwaz û xwesteka şêniyên herêmê santralên termîk lê hatibûn çêkirin. Santrala termîk zirareke mezin da herêmê û li herêmê nexweşiya pênceşerê jî zêde bû, dar hişk bûn û zarok ji ber jinên ducanî çûn. Di nava 20 salan de herêma Şirnexê ku bi her awayî hatiye talankirin, hema bibêje niha cihek nemaye nehatiye qulkirin û talankirin. Şeniyên herêmê yên ku di her warî de rastî qetilkirina xwezayê tên der barê zirarên wê de axivîn. 
 
'JI NÊÇARIYE NEBE KESEK NIKARE BISEKINE' 
 
Ji gundê Avgamasya yê Şirnexê Ahmet Akil (40) ku her roj di bin toza komirê de dimînin û qada komirê çend metreyan dûrî wan e, anî ziman ku ev yek koçberkirinê li wan ferz dike. Akil got: "15 sal beriya niha me avahiya xwe li vir çêkir. Pirsgirêkên me yên li vir pir in. Ji ber ku qadên hêrandina komirê li vir in em ji toza komirê gelek zirarê dibînin. Bêhna me diçike û em gelek pê aciz dibin. Ev qadên komirê, 15 sal in li vir in. Ev tiştê ku dikin gelekî li dijî mantiqê mirov e. Makîneya şikandina komirê anîne vê derê û li vir çêdikin. Komira ku ji Gundikremo û Nerexê kom dikin jî tînin vê derê. Ji ber vê komirê bêhna me diçike. Hemû petrol û rûn e. Ew dikeve ser kezeba mirov û dibe sedem ku nexweşiyên cegerê çêbibin. Em hemû bi nexweşiya kezebê ketine. Ji ber vê komirê tu tiştekî me çênabe û hemû darên me hişk kirin, avên me jehrî kirin. Ev di heman demê de kîmyasal e. Diviyabû ev li cihê girtî bihata hêrandin. Divê li cihekî ji malan dûr bê çêkirin. Kesek bi vê mijarê re jî eleqedar nabe. Eleqebûna her kesî tenê li ser ziman e. Gotin heye kirin tune ye. Ji vê komirê heta ku pezê me jî bandor dibe. Her tişt ji vê zirarê dibîne. Ji ber vê komirê herêma me hemû kolandine. Derek nehiştine ku mirov biçe lê rûnê. Dar hemû birîn, çiya hemû veçirikandin. Herêma me texrîb kirine. Heger ji nêçariye nebe kesek niha nikare li vî gundî bisekine. Em ji nêçariya xwe li vir in. Ji ber ku axa bav û bapîrên me ye ji ber vê em li vir in."
 
'QADÊN KOMIRÊ RAKIN'
 
Ji heman gundî Remziye Akilê (55) jî bilêv kir ku qirkirina xwezayê bi xwe re nexweşiyan tîne û got: "Em ji vê komirê gelek aciz in. Zarokên me, heywanên me ji ber vê aciz dibin. Em dixwazin ku ev qadên komirê ji dora me rabin. Ma ev heqê xwedê ye? Li ser talankirina xwezayê ev qasî pere dixwin. Ma em ne xelkê vê axê ne? Dema ku ev qada komirê dişoxile toza wê radibe û em difetisin. Ji ber vê tozê paqijî nakeve malên me. Em hemû jehrî bûne. Ji ber toza komirê em nikarin pezê xwe ji govan berdin. Ji ber wê jî e     m difiroşin. Em dermanan jî tînin, lê feyde nake. Bila van qadên komirê ji derdora me rakin. Bila em bes vê reziliyê bikişînin." 
 
'ÊDÎ BARAN Û BERF NABARE'
 
Sabri Ulger (60) ku li herêma Bestayê ya Şirnexê darên wan tên birîn jî anî ziman ku bi polîtîkayên qirkirina xwezayê herêma wan tê wêrankirin û ev tişt gotin: "Ji bo me herêm ferq nake. Ji bo me cihên ku dar lê tên birîn hemû herêmê me ne. Ev ne tenê darbirîn e. Darbirîn bi xwe re gelek neyiniyan tîne. Heta niha li Şirnexê 2 metre berf dibariya. Lê ji ber vê darbirînê êdî ne berf û ne jî baran dibare. Ev darbirîn bi giştî zirarê dide hemû şeniyên herêmê. Li vir sewalkarî nemaye. Ji bo berjewendiyên çend kesan, xwezaya me bi giştî tê talankirin. Em dixwazin ev darbirîn bê sekinandin. Şirnex cihekî zozana ye. Li her derê herêma tiştinan dikin. Li aliyekî maden û komir derdixinin, li aliyekî avên me qirêj dikin û li aliyekî jî darên me dibirin. Çi hewce dike ku xwazeya me tune dikin? Em jî dixwazin li Şirnexê qadên kar bên vekirin. Lê belê ev nayê wê wateyê ku em biçin darên xwe bibirin û pê debara xwe bikin? Li şûna ku xwezaya me talan bikin bila fabrîkeyan vekin. Li he r derê Cûdiyê ocaxên komirê vekirine. Bajarên me hemû kirin ocaxên komiran û kirin kule. Bila vê şaşitiyê bidin sekinandin û bes darên me bibirin." 
 
'DESTÊ XWE JI XWEZAYA ME BIKÊŞIN'
 
Ji gundê Gundikremo ku xebatên lêgerîna li komirê lê hatibûn destpêkirin Asya Akinê jî diyar kir ku li ser navê komirê gundê wan careke din tê hilweşandin û got ku heta niha li gundê wan bi hezaran zindiyan zirar ditiye. Akinê ev tişt gotin:  "Di salên 80'yî de bi sedan gundê me valakirin. Gundê me Gundikremo jî yek ji wan bû. Ji gûzan bigirin heta bi karçinan her tişt li gundê me çêdibûn. Me debara xwe li ser fêkî û zebze dikir. Lê mixabin ev 3 sal in me gundê xwe nedîtiye. Suleyman Bolunmez ket gundê me û li madenê digere. Talankirina bi destê Bolunmez ji ya dewletê bêtir e. Niha nahêle em biçin wê derê. Çûyina gund ji me re bûye xeyal. Ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî gundê me xerab dikin. Li gundê me tiştek nehiştin. Ne darek gûzan, ne lat hiştin. Heta ku gorên me jî dikolin. Gundiyan ew der nedaye, bê îradeya gundiyan û destûra wan bi darê zorê ketine gundê me. Ji bo ku ev lêgerîna li komirê li gundê me bisekine me doz vekiriye û di aliyê hiqûqê de tekoşîna me didome. Em naxwazin xwezaya me, gundê me talan bikin. Bila destê xwe ji xwezaya me, axa me bikêşin." 
 
'BAVÊ MIN Û BIRAYÊ MIN BI VÊ NEXWEŞIYÊ JIYANA XWE JI DEST DAN'
 
Ji bajarokê Bêspînê Keskin Kaya da zanîn ku ji roja ku termîk santral hatiye danîn heta niha li gundê wan nexweşiya pênceşerê gihiştiye asta herî jor û diyar kir ku bav û birayê wî jî ji wê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane û wiha axivî: "Beriya ku termîk santral nehatibû avakirin li Bêspîn nexweşiya pênceşerê pir hindik bû. Em dikarin bibêjin ku li gundê me nedihat dîtin. Lê piştî ku termîk santral ava kirin bi lêkolînan derket holê ku Şirnex di nexweşiya penceşêrê bûye yekemîn. Ji malbata min bi xwe jî hem bavê min hem jî birayê min bi nexweşîna pênceşêre jiyana xwe ji dest dan. Di gund de bi dehan kes ji vê santralê zirar dîtine û nexweşîna penceşêrê li wan peyda bûye. Hê niha jî ew kesên ku bi vê nexweşiyê dikevin hejmara wan zêde ye. Gel nêçar e û ji nêçariya xwe di termîk santralê de dixebite. Gel nêçar kirin. Em hêvidar in ku ev termîk santral di demeke nêz de bê rakirin." 
 
QIRKIRINA XWEZAYÊ PÊŞIYA NEXWEŞIYAN VEKIRIYE
 
Ji Komîsyona Hawirdoriyê ya Baroya Şirnexê Fadil Tay jî bal kişand ser qirkirina xwezaya li herêmê û got ku li herêmê bi giştî qirkirineke xwezayê hatiye destpêkirin û wiha axivî: "Ev zêdetirî 2 sal in qirkirina xwezaya me berdewam e. Ji daristanan heta ku ji vekirina kanên komiran xweza bi giştî tê qetilkirin. Ev qirkirina xwezayê ne tenê darbirîn e. Di heman demê de ji vê qirkirinê ava wê, axa wê û hemû ajal û zindiyên wê bandor dibin. Birîna daran ev 2 sal in berdewam dike. Der heqê darbirînê de me doz vekirin, serlêdan kirin. Aliyê wê yê hiqûqî didome. Di sedsala 21'emîn de hawirdor mijareke girîng e. Li vê herêmê dar bên birîn ev bandorê li hemû demsalan jî dike. Darbirîna li herêmê sewlakariyê jî xelas dike. Niha li Gundikremo, Bilga, Hesena û Girêçolya heta Perwarî ya Sêrtê darbirîn didome. Li dijî vê darbirînê heta niha gelek şêniyên herêmê jî serî li baroyê dane. Ne tenê şeniyên vê herêmê û parêzer divê her kes erka xwe ya civakî pêk bîne û li hemberî vê darbirînê rabe. Heger xwezaya me tune bibe, vegerin zehmet e. 15 sal beriya niha santrala Cînerê li Silopiyayê hat danin. Ji bo ku santrala termîkê neyê danîn jî gelek çalakî hatin lidarxistin. Çimkî santrala termîkê niha 405 MB mezinahiya wê heye û bi rojê bi sedan ton komirê bi kar tîne û ev jî zirareke cidî dide xwezayê û derdorê. Di heman demê de pêşiya nexweşiyên bingehin vedike. Me serlêdanên wê jî kirin û ev serlêdan hê berdewam dikin. Peşiya niha li Silopiyayê 2 santralên termîkê hebûn. Yek ji wan hat girtin. Lê santrala termîkê ya li Bêspînê didome. Ji santralên termîkê yên herî mezin ên Tirkiyeyê jî yek jê ev e. Hem komira Cûdî derdixîne û hem jî li wir dişewitine. Ev jî dibe cihê zirareke mezin."
 
'HETA NIHA 250 MALBATAN SERLÊDAN KIRIYE'
 
Parêzer Tay destnîşan kir ku wekî komîsyon dê têkoşîna wan a li dijî qirkirina xwezaya herêmê bidome û wiha pê de çû: "Salek beriya niha me gilî kir. Lê belê di heman hefteyê de hat redkirin. Me serî li dozgeriyê da, ew jî redkirin. Piştre me serî li Ombudmanslikê kir. Wan jî ji me re got, 'hê rêyên hiqûqa neqediyane, wan biqedînin û piştre serlêdanê bikin.' Piştre me serî li Midûriyeta Daristanan a Şirnexê da. Piştî wê jî me doz vekir. Ev doz berdewam e. Piştre me dîsa serî li Ombudmanslik kir. Lê hê bersivek nedaye me û berdewam dike. Heta niha 250 malbatan serî li me daye û 250 daxwazname jî me ji Walitiya Şirnexê re şandin. Di aliyê hiqûqî de çi bikeve ser milê me wekî Komîsyona Ekolojiyê ya Baroya Şirnexê em ê pêk bînin. Li gorî qanûna daristanan divê yek dar jî neyê birîn. Lê belê ev qanûn li vir wekî naveroka xwe pêk nayê. Qanûn îro li Îzmîr, Antalya û Şirnexê ne bi heman awayî tên bikaranîn. Ev jî nakokiyek e û nayê qebûlkirin. Encam çi dibe bila bibe em ê ji nêz ve bişopînin. Bangawaziya me ji gelê me re jî ew e ku serî li baroyê bidin. Di aliyê hiqûqî de em ê heta dawiyê alikariya wan bikin." 
 
MA / Zeynep Dûrgût