Li Giyadînê metirsiya siyanûrê: Wê hemû Kurdistan were jehrîkirin

img
AGIRÎ - Parlamenterê HDP’ê Abdullah Koç diyar kir ku Şîrketa Kozayê li Giyadînê ji bo lêgerîna zêran qada 37 hektar rûxset girtiye û hişyariya dê ev şirket hemû Kurdistanê jehrî bike da û got: “Bi rêya îktidarê bi zannebûn dixwazin çi tiştên kurdan hebe tune bikin.” 
 
Li gundê Meleqerê yê bi ser navçeya Giyadîna Agiriyê ve rûxseta “projeya zêr û zîv” dane Şirketa Koza ya ku li zêran digere û vê şirketê li herêmê dest bi lêgerîna madenê kiriye. Şirketê ji bo 4 madena zêr a li qada 37 hektar rûxset girtiye. Bi vê yekê re rûxseta ji sedî 5’ê rûberê Agiriyê dane vê şirkete. Şirketa navborî her wiha li Wan û Agiriyê bi giştî li 16 herêmên cuda rûxseta madenê wergirtiye û ji bo 210 cihan jî destûra sondajê girtiye. 
 
Qada madenê ya li Giyadînê 200-300 dûrî çemê Mûradê ye. Kîlometreyek du kîlometre dûrî çavkaniyên sera û ava jeotermal e ku ji bo Agirî û Giyadînê çavkaniyeke girîng a debarê ye.
 
HERÊM DÊ BI SIYANÛRÊ WERE JEHRÎKIRIN 
 
Li gorî rapora Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) ya ku ji bo herêma ku cihê madenê lê ye hat amadekirin, li herêmê 218 cureyên nebatan, 16 kêzik û 67 cureyên çûkan hene. Ji cureyên nebatan ku li herêmê tên dîtin, 7 cureyên wê endemîk in, yanî li tu herêmeke din nayên dîtin û 3 jî di lîsteya nebatên kêm de ne. Dîsa li herêmê 16 cureyên kêzikan ên ku li herêmê hatine tesbîtkirin di nav wan cureyan de ne ku li gorî Yekîtiya Navneteweyî ya Parastina Xwezayê (IUCN) û Peymana Bernê divê teqez bên parastin. Dîsa ji 67 cureyên çûkan ên ku li herêma projeyê û derdora wê hatin tespîtkirin 33 cure di kategoriya di xetereyê de ne. Ji ber ku lêgerîn û veqetandina zêr wê bi siyanûrê bê kirin, li herêmê hemû zindiyên bi taybetî jî mirov wê bikevin bin bandora wê. 
 
AVA HERÊMÊ DI XETEREYÊ DE YE 
 
Her wiha tê gotin dê ev proje xesarê bide avên bin erdê û dê ava ku çavkaniya herêmê ye biçikîne û xetereya ku av ziwa bibe jî heye. 
 
DEVERA TURÎZMÊ DÊ TUNE BIBE 
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Agiriyê Abdullah Koç derbarê mijarê de hişyarî da û diyar kir ku dê herêm were jehrîkirin û talankirin. Koç bi bîr xist ku cihê madenê li herêma nêzî Çemê Mûradê ye û wiha got: “Qada veqetandina zêran ji deryaya çemekî ku ji wê herêmê heta Kebanê dirêj dibe hat dayîn. Ev yek dê zirarê bide tevahiya herêmê. Lêgerîna zêr, bi taybetî bi siyanûrê, wê herêmê xera bike. Heke ev proje bikeve dewrê wê Çemê Mûradê ji serî heta binî jehrî bibe. Herêm herêmek e ku hem ji bo Agirî hem jî ji bo Giyadînê wekî cihê geştiyariyê ye û ji ber ku herêmeke bi germavên xwe tê nasînê ye. Xebata madenê dê vê deverê jî jehrî bike, hem av û hem jî nebatên li wir werin talankirin.” 
 
‘WÊ RÛXANDIN ENCAMEK GIRAN BÎNE’ 
 
Koç bi bîr xist ku xebatên lêgerîna zêr dê qadên serayê jî talan bike û wiha got: “Ev qada madenê di dilê cihê ku mirovahî lê çêbûye de hatiye çêkirin. Ev proje bi qasî ku nayê texmînkirin wê talanê bi xwe re bîne. Çemê Mûradê ji gundê Meleqerê dest pê dike, di hemû navçeyên Agiriyê de derbas dibe, ji cihên cuda xwe têr dike û heta Bendava Kebanê dirêj dibe. Di Çewlig, Mûş, Xarpê de derbas dibe û diherike Çemê Firatê. Dema em ji vir lê binerin dê ev siyanur bandorê li tevahiya Kurdistanê bike. Dê hemû jîngehên li vir tune bike û jehrê li her derê belav bike. Ev ê bandorê li mîlyonan mirovan, bi hezaran jîngehan bike. Dibe ku bi mîlyonan zindiyan tune bike. Pêwîste gel bertek nîşanî vê projeyê bide û demildest dev jê bê berdan.” 
 
‘XELKÊ JI WARÊN WAN DÛR DIKIN’ 
 
Koç da zanîn ku şirketê sozê “îstîhdamê” daye xelkê herêmê û got: “Ji niha ve ji nokteya dest pê kirine, nahêlin ku însan nêzî gundên xwe bibin. Mêrg û çola xelkê dorpêç kirine. Xelkê herêmê li dijî vê bi bertek in. Wê ev proje ango maden encamên xeternak bi xwe re bîne.” 
 
‘DIXWAZIN AXA KURDISTANÊ TUNE BIKIN’ 
 
Koç anî ziman ku şirket bi polîtîkayek zanebûn li herêmê dest bi projeyên madenê dike û wê axa herêmê bê tunekirin. Koç got xelkê herêmê ji wê projeye ne memnûn e û wiha got: “Li tevahiya Kurdistanê li dijî xwezayê êriş hene. Çi tiştên kurdan hebe, di hedefa vê îktidarê û rantxwirên wê de ne. Nexasim jî dever û qadên dîrokî di hedefê de ne. Çi war û jîngehên gelên me hebin hemû dibin armanca hedefa îktidara AKP-MHP’ê. Aliyek vê bîrdozî heye, çimkî bi temamî dixwazin dîrok û erdnîgariyê tune bikin.” 
 
MA / Bêrîvan Kûtlû