Serhed bi hesrata berfê ye: Hişkesalî herêmê diqilqilîne

img

WAN - Serokê Wan Çev-Derê Alî Kalçik, îsal nehatina berfê wekî "karesatê" nirxand û bal kişand ser hişkesaliyê. 

Di salên dawî de berf û baran pir kêm li Herêma Serhedê dibare. Berfa ku bi metreyan diket Herêma Serhedê, îsal hema bibêje qet nebariyaye. Ev yek jî bi xwe re dibe cihê fikaran. Li Wanê ku debara xwe bi sewalvanî û çandiniyê dike, nehatina berfê dê bandorek nebaş li çandiniyê bike û bendav bi ziwabûnê re rû bi rû ne. 
 
SERHED BI HESRETA BERFÊ YE
 
Serokê Komeleya Hawirdorê (Çev-DER) a Wanê Alî Kalçik, destnîşan kir ku li bajêr û derdorê berf nebariyaye û wiha got: "Ev ji bo me felaket e. Zanyar jî hişyar dikin. Ger tevdîr neyên girtin, dê di 30 salên dawî de karesatên mezin rû bidin. Tu avhewa, tu havîn, tu zivistan ne wekî yên berê ne." 
 
'EM BI TALÛKEYÊ RE RÛ BI RÛ NE'
 
Kalçik diyar kir ku Gola Wanê jî ji ber vê hişkesaliyê bi talûkeyê re rû bi rû ye û wiha axivî: "Bi taybetî gava em li Taxa Arnês a Erdîşê mêze dikin, em dibînin ku Gola Wanê bi qasî 5 kîlometreyan vekişiyaye. Kaniyên me ziwa bûne. Ji ber ku hewzeyeke derdora wê girtî ye, em bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ne. Qadên me yên girîng ên wekî Gola Wanê hene. Ev dever tên tijekirin û berpêşî îmarê tên kirin. Tên talankirin. Bi vî awayî kaniyên me tên qirkirin." 
 
HES Û KANÊN MADENAN
 
Bi domdarî Kalçik wiha îşaret bi talûkeyê kir: "Vekişîna qadên avî û ziwabûna golê, rê li ber karesateke mezin vedike. Di vê demsalê de nebûna berfê, me diqilqilî ne. Tenê çavkaniyeke avê ya herêma me heye, ew jî berf e. Gava berf tune be, dê av jît une be. Gava ev tune bedê jiyan raweste. Her wiha li herêma me bendavên ku ji bo rantê tên çêkirin, HES û kanên madenan ava me ya paqij qirêj dikin an jî qir dikin. Ev rê li ber karesateke mezin vedike." 
 
'HIŞKESALÎ DÊ SEWALVANÎ Û ÇANDINIYÊ NEHÊLE'
 
Di berdewamê de Kalçik diyar kir ku qeşaya li Çiyayê Agirî û Cîloyê bi lez dihele û axaftina xwe wiha qedand: "Hema bibêje di rûbarên me de av nemaye.  Li Kurdistanê mirov debara xwe bi çandinî û sewalvaniyê dikin. Çavkaniya jiyanê ya tevahiya mirovahiyê çandinî û sewalvanî ye. Germa kûrewî dawî li vê tîne. Ji bo pêşî li ber vê bê girtin, ji dêvla sotemeniyên fosîl, divê sotemeniyên tên nûkirin bên bikaranîn. Divê em hîn bêtir li ser qadên hêşîn bisekinin. Yan na em ê bi destê xwe gora xwe bikolin."