‘Bila qadên avî yên li peravên Gola Wanê bên parastin’

img
WAN - Pispor û hawîrdorparêzên ku tev li çalakiya Wan ÇEV-DER’ê ya bi minasebeta “Roja Qadên Avî ya Cîhanê” li dar xistî bûn, xwestin ku qadên avî yên li peravên Gola Wanê bên parastin. 
 
Komeleya Pêşvebirin û Lêkolînê ya Parastina Berhemên Dîrokî ya Derdorê ya Wanê (Wan ÇEV-DER) bi sernavê “Em di 2’yê Sibatê Roja Qadên Avî ya Cîhanê de li ser Gola Wanê diaxivin” reze çalakiyan li dar dixe. Di çalakiya panelê ya li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê hat lidarxistin de, ÇEVDER, Komeleya Hêzê Bide Xwezayê, Komeleya Lêkolîna Xwezayê û aktîvîstên Komeleya Natûra, akademîsyenên Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê, akademîsyenên ji Zanîngeha Hacettepeyê, parêzerên Komîsyona Hawirdorê ya Baroya Wanê û rêveberên Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran a Tirk (TMMOB) têkildarî qadên avî bi perspektîfên cuda pêşkeşî û axaftin kirin. Di panelan de nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî yên li bajêr, her wiha hejmareke zêde ji ekolojîst û welatiyan amade bûn. Li eywana ku panel lê hatin lidarxistin, pankarta “Gola Wanê Bêhna Me Ye Em Biparêzin” hate daliqandin. 
 
BANGA TÊKOŞÎNÊ 
 
Panel bi axaftina Hevserokê ÇEVDER’a Wanê Alî Kalçik dest pê kir. Kalçik, da zanîn ku tevî di meha Sibatê de ne jî nikarin demsala zivistanê bijîn û destnîşan kir ku çerxa ekolojiyê dest bi xerabûnê kiriye. Kalçik, diyar kir ku qadên avî roj bi roj kêm dibin û gelek cureyên çûkan bi xeteriya tunebûnê re rû bi rû ne. Kalçik anî ziman ku ji ber erdên avî tên ziwankirin û ji rantê re tên vekirin dibin sedemê xerabûna hevsengiya ekolojîk û bi lêv kir ku rêya ji aliyê qeyûm ve li perava Gola Wanê hate çêkirin xetereya tunekirina qadên avî derdixîne holê û bi vê xetereyê wê gelek zindî tune bibin. Kalçik herî dawî bang kir ku herkes ji bo cîhaneke demokratîk û ekolojîk têbikoşe. 
 
‘DIVÊ EM ÇIMA QADÊN AVÎ BIPARÊZIN’ 
 
Têkildarî qadên avî pêşkeşiya ewil ji Komeleya Natûrayê Ozlem Parlar Ulker kir. Ulker di pêşkeşiya xwe ya bi navê ‘Divê Em Çİma Qadên Avî Biparêzin’ de anî ziman ku ji ber qadên avî malovaniya çûkên koçber û gelek zindiyan dike divê bên parastin. 
 
PEYMANA RAMSARÊ
 
Guler Bozok a ji Komeleya Lêkolînên Xwezayê jî di pêşkeşiya xwe ya bi serenavê “Peymana Ramsar û Qadên Avî yên Cîhanê” de ji bo parastina qadên avî û heşîn qala girîngiya peymanê kir û da zanîn ku tevî bi dehan welat alîgirên peymanê ne jî qadên avî yên cîhanê her ku diçe tune dibin. Bozok anî ziman ku divê sînorên qadên şil bên diyarkirin û tenê cihên xwedî statû divê wek qadên şil neyên dîtin û anî ziman ku divê hemû qadên ku av lê heye wek qadên şil bên qebûlkirin û parastin.
 
Çalakiya ku têkildarî qadên avê tê lidarxistin bi axaftin û pêşkeşkirina aktîvîstên din ên hawîrdorê didome.