Ekolojîst Çaglar: Kavilên li robaran tên valakirin dê bibin sedema qirkirina xwezayê

img
ÎZMÎR - Ekolojîst Huseyîn Çaglar diyar kir ku li ber robaran valakirina kavilên herêma erdhejê dê bibe cihê xetereyeke mezin û got: "Li gel pirsgirêk û mexdûriyetên ji ber erdhejê çêbûne, dê qirkirineke mezin a xwezayê jî rû bide."
 
Di erdhejên Mereşê de ku di 6'ê Sibatê de çêbûn, zêdetirî 40 hezar mirov jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 100 hezar kes jî birîndar bûn. Gelek avahî hene ku piştî erdhejê mudaxileyî wan nekirine. Li gor daneyên fermî li 10 bajaran 12 hezar û 141 avahî û 66 hezar û 58 beşên serbixwe hilweşiyane. Xebatên tespîtkirina xesarê didomin, lê madeyên kîmyewî yên di kavilên avahiyên hilweşiyayî de jî hem ji bo candaran hem jî ji bo xwezayê xetreyeke mezin didin der. 
 
'KAVIL LI ROBARAN TÊN VALAKIRIN'
 
Ekolojîst Huseyîn Çaglar, bal kişand ser xebatên rakirina kavilan û got ku encameke din a ji ber karesata erdhejê rû daye jî rûxandina ekolojiyê ye. Çaglar destnîşan kir ku desthilata AKP-MHP'ê dixwaze rojek berî rojekê kavilan rake û wiha pê de çû: "Bi vî awayî rakirina kavilan sûc e. Hê xebatên ji bo zemîna etudê nehatine kirin, kavil tên rakirin. Hê di roja 4'an a erdhejê de me dît li Samandagiyê kavil li Kûş Cenetiyê tên valakirin. Piştî ku hevalên me mudaxile kirin, hat sekinandin. Lê ji ber ku ev pêvajo didome, fikarên me hene. Li Semsûrê kavil li robaran tên valakirin. Ev dê bibin cihê pirgsirêkên mezin." 
 
'EM Ê XWEZAYÊ BIPARÊZIN'
 
Çaglar bilêv kir ku ger karê rakirina kavilan rast neyê kirin, dê qadên ekolojiyê rastî texrîbateke mezin bên û got ku hege rtevdîr neyên girtin kavil dê li robaran û daristanan bên valakirin. Çaglar wiha domand: "Wekî li cihên ku dar lê kêm in candar tune bin, kavilan li wir vala dikin. Li gel pirsgirêk û mexdûriyetên ji ber erdhejê çêbûne, dê qirkirineke mezin a xwezayê jî rû bide. Lewma divê pêşî amadekarî bên kirin. Em ê li gor raporên bên, mudaxile bikin û xwezaya xwe biparêzin." 
 
'QADÊN JIYANÊ DÊ BÊN TUNEKIRIN'
 
Çaglar gotinên Erdogan bibîbr xistin ku ku gotibû dê di nava salekê de li cihên hilweşiyayî dest bi çêkirina avahiyan bikin û got ku ne pêkan e ku ev avahî di demeke kurt de bên çêkirin. Çaglar wiha axivî: "Berê jî serokkomar ji bo avahiyên di 3 salan de bên çêkirin gotibû 'bila di nava salekê de bên temamkirin.' Me encama van avahiyên ku di demeke kurt de hatin çêkirin dîtin. Ev tê wateya tijekirina robaran û ziwakirina robaraên diherikin çeman. Di nava kavilan de gelek madeyên kîmyewî hene. Bi salan e krîza zexîre heye. Berê jî zevî dixistin ber îmarê. Ger kavil li van deran bên valakirin dê krîza zexîre kûrtir bibe. Niha dixwazin qada jiyanê ya xwezayî tune bikin."
 
Çaglar destnîşan kir ku mirov parçeyeke xwezayêne û lewma divê mirov bi awayekî yekpare nêzî xwezayê bibe û xebat li gor vê bên kirin. 
 
MA / Delal Akyuz