Li Qilebanê dîwarê bendavê deriziye, gel bi fikar e: Li gorî Wezaretê xetere nîne

img
ŞIRNEX - Ji dîwarê bendava li gundê Nêrweh ê navçeya Qileban hatiye çêkirin av tê. Bi dehan gundên nêzî bendavê jî bi fikar in. Parlamenterê HDP'ê Huseyîn Kaçmaz ji bo ku Wezareta Daristan û Çandiniyê bibersivinê beriya niha pêşniyazpirsek pêşkeş kiribû lê Wezaretê tevî dîmenan jî di bersiva xwe de îdia dike ku dîwarê bendavê nederiziye û ji bo jîngehan xetere nîne.  
 
Di sala 2009'an de li navçeya Qilêban a Şirnexê li ser çemê Hêzil 2 û li ser çemê Robozik jî 5 bendav hatibûn çêkirin. Bi çêkirina bendavan re gelek cureyên riwekan û ajalan ji holê rabûn. Çêkirina bendavan ku wêrankirina ekolojîyê bi xwe re anîn, niha jî li ser jiyana mirovan xeteriyê dike. 
 
Her wiha 2 sal beriya niha jî hatibû îddiakirin ku ji ber diwarên bendavan bi betonên erzan hatine çêkirin, ji dîwarên bendavên li gundê Kiror, Bilîh, Robozik û Şiwêt hatine çêkirin av tê. Şeniyên gundên derdora bendavan bifikarin û niha jiyana 4 hezar kesên li herêmê dijîn di xetereyê de ye.
 
Ji van bendavan Bendava Kavşaktepe li kêleka gundê Nêrweh yê navçeya Qilebanê hatiye çêkirin. Di dîmenên ku hatine kişandin de dixuye ku dîwarê bendavê teqiyaye û av jê tê. Ava ku ji diwarên bendavê derdikeve ku dibe sedema fikaran, bi xwe re metirsiyê tîne. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Şirnexê Huseyin Kaçmaz beriya niha ji bo ku Wezarata Daristan û Çandiniyê bibersivîne peşniyazpirsek pêşkeş kiribû. Kaçmaz gotibû ku "Giliyên cidî hene ku dîwarê bendavê qelişiye, ji bendavê av diherike, dibe ku gund di bin avê de bimîne, ewlehiya welatiyên li gund dijîn nîne" û ji bo ku bi bersivîne ev pirs ji wezaretê pirsî bûn: 
 
“1- Çend bendavên ku dîwarên wan qelişîne hene û dê çi tedbîr bên girtin?
 
2- Wezareta we bi taybetî ji bo gundên Nêrweh û Bilîh dê plansaziyeke çawa bike?
 
3- Ji bo çareserkirina pirsgirêkên li jîngehan ji ber bendavan çêdibin hûn ê gavên çawa biavêjin? 
 
4- Gelo çend bûyerên xeniqandinê di bendavan de çêbûne û li dijî vê tedbîr hatine girtin? 
 
5- Maliyeta giştî ya heft bendavên ji bo ewlehiyê hatine çêkirin çend e?”
 
METIRSÎ NÎNE!
 
Wezareta Çandînî û Daristanê tevî dîmenan jî di bersiva ku daye pêşniyazpirsa Kaçmaz de diyar kir ku metirsiyek nîne û wiha got: “Gundên Nêrweh û Bilîh di navbera Bendavên Kavşaktepe û Balliyê de ne. Di bendavan de derizîn tune ye. Piştî li bendavan av hate girtin ji galeriya enjeksiyonê ku ji bo çizirandina avê ya li bendê ne hatiye çêkirin û zinarê quntarê bendavê hin av diçizire. Wê ev çizirandina çavdêrî û pîvana wê didome bi enjeksiyonê bê çareserkirin. Zirareke çizirandina heyî ne ji bo dîwarê bendavê ne jî bo jîngehan nîne. Li gundên Nêrweh û Bilîhê xetereyeke ji ber înşaeta bendavê nîne.”