Giravokên Çemê Dîcleyê tên dagirkirin, qeyûm û walî xwe li bêdengiyê danîne!

AMED - Giravok û fetlokên Çemê Dîcleyê yên di nava Baxçeyên Hewselê re derbas dibin, ji bo çandiniyê tên tijekirin. Rayedar jî xwe li nedîtinê datîn. 
 
Giravok û fetlokên Çemê Dîcleyê yên di nava Baxçeyên Hewselê re (di Lîsteya Mîrateya Çandî ya UNESCO'yê de ye) derbas dibin tên tijekirin û bi sedan darên li wir tên birîn. Par xwediyên erdan xwestin sînorên erdên xwe fireh bikin. Rayedar jî xwe li nedîtinê datînin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, Şaredariya Sûrê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin û Midûriyeta Hawirdor û Bajarsaziyê ya Amedê û Midûriyeta Çand û Turîzmê ya Amedê heya niha pêşî li ber vê negirtine û der barê berpirsan de tu tişt nekirine. Her wiha bi hatina biharê re xwediyên erdan cardin dest bi berfirehkirian sînorên erdên xwe kirine. 
 
DAGIRKERÎ
 
Endamê Komeleya Ekolojiyê Zekî Kanay destnîşan kir ku Çemê Dîcleyê ji statuya çem tê bidûrxistin û li derdora wê dest bi dagirkeriyeke rantxuriyê hatiye kirin. Kanay got: "Ewilî li cem Pira Dehçavî" piştî pêvajoya qeyûm dagirkerî dest pê kirin. Berê jî hin çavên pirê hatibûn dagirkirin. Piştî bertekan paş de gav avêtin, lê vê carê mudaxileyeke mezin li çem dikin. Hin karsaz ji hin deverên çem qûm derxistin û li vir golên mezin çêbûn. Ev jî tê wateya ku mudaxileyeke mezin li çem hatiye kirin. Di ekosîtema wir de gelek cureyên masiyan hene. Masiyên Dîcleyê yên xas hene. Candarên di nava avê û li qeraxa avaê dijîn hene. Kêzik, perîdank, çûk hene. Li GliyÊ Çemê Dîcleyê zêdetirî 200 cureyên çûkan hatine tespîtkirin. Ger mudaxile li perava çem bê kirin û dra bên birîn, dê çûk koç bikin û cihekî lê bihêwirin nemîne."  
 
‘XWE LI NEDÎTINÊ DATÎNIN'
 
Kanay destnîşan kir ku ev gav, gavine ku rê li ber rantxuriyê û bazirganiyê vedikin û got: "Hê jî didomînin. Vê carê jî ji bo kesan xwe li nedîtinê datînin. Di demênd awî de du giravên Çemê Dîcleyê hatin dagirkirin. Li hin cihan, heya nîviyê çem çûne. Tiliya Şaredariya Sûrê jî di vê dagirkeriyê de heye." Kanay bilêv kir ku ev texrîbat her diçe zêdetir dibin û got ku walîtî û şaredarî diviyabû van deran biparêze, lê berevajî wê ji bo etxrîbkirinê xwe li nedîtinê datînin.
 
'DIVÊ EM VÊ MÎRATEYÊ JI BO PÊŞEROJÊ BIHÊLIN'
 
Kanay bibîr xist ku Baxçeyên hewselê û sûrên Amedê di sala 2015'an de daxilî nava Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê ya UNESCO'yê hatine kirin û got: "Mîrate çi ye? Ji paşerojê hatiye û divê em jî wê ji bo pêşerojê bihêlin. Divê em vê mîrateyê ji bo pêşerojê bihêlin. Lewma divê bi tu awayî mudaxileyî vir neyê kirin." Kanay destnîşan kir ku mudaxileyeke herî biçûk dê zirarê bide jiyana bi hezaran candaran.