‘Tirkiye ji sedî 75’î ava bo Iraqê tê dibire’

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê da zanîn ku dewleta tirk ji sedî 75’î ava tê Iraqê dibire. 
 
Berdevkê Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê Xalid Şemal têkildarî birîna avê ji hêla dewleta tirk ve daxuyanî da. Xalid Şemal, da zanîn ku Tirkiye ji sedî 75’î ava diçe Iraqê dibire. 
 
Xalid Şemal, diyar kir ku ji Çemê Dîcleyê her serê saniyeyê 195 metrekupên avê û ji Çemê Firatê jî di her saniyeyê de 2 hezar metrekupên avê derbasî xaka Iraqê dibin. 
 
Bi domdarî Şemal got ku di dîrokê de cara ewil e ku ava li Iraqê tê depokirin ketiye bin 7 milyar metrekupan û ji ber hişkesaliya di nava 3 salên dawî ya li Iraqê ev rêjeye hêj ketiye. 
 
Parlamenterê Serbixwe yê iraqî Basim Xeşan jî têkildarî mijarê peyamek parve kir û wiha got: “Çemên li Iraqê ziwa bûne û hikûmet jî ji bo pêşîlêgirtina vê karesatê gavekî navêje. Parlamentoya Iraqê li şûna ku serê xwe bi pirsgirêkên gel ve biêşîne, bi qanûnên negirîng re mijûl in. Dewleta tirk a dagirker li ser çemên Firat û Dîcleyê bi dehan bendav çêkirine û ji ber vê sedemê jî ava bo Iraqê tê pir kêm bûye. Ji ber vê sedemê jî li başûrê Iraqê çandinî nayê kirin û gel neçarî koçberiyê dibe.”