Rêxistinên Ekolojiyê: Bila Biryarnameya Hejmar 126 bê betalkirin

img
STENBOL - Rexistinên Ekolojiyê bal kişandin ser biryarnameya Erdogan ku ji bo “avakirina” herêmên erdhejê derxistibû û wiha gotin: “Banga me ji bo hemû partiyên muxalîf ew e ku ji bo betalkirina vê biryarnameyê serî li AYM’ê bidin.” 
 
Piştî erdhejên Mereşê ku bandoreke mezin li ser 11 bajaran kir, Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan têkildarî jinûveavakirina herêmên erdhejê de rayeyên awarte dan Wezarea Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê û Biryarnameya Hejmar 126 ku rê li ber hemû cureyên îtîrazê digire weşand. Rêxistinên Ekolojiyê têkildarî biryarnameyê daxuyanî dan û xwestin ku bê betalkirin. 
 
NE PLANA QEDERÊ LÊ ENCAMA PLANA RANTÊ YE
 
Rêxistinên Ekolojiyê diyar kirin ku karesata erdhejê encama polîtîkayên rantê yên îktîdarê ne û wiha gotin: “Em dizanin ku welatê me li herêma erdhejê ye. Em dizanin ku plana îmarê ya hemû navçe û bajarên me hene û beriya amadekirina plana îmarê divê cihên bajar lê werin avakirin raporên etûtê yên zanistî bên amadekirin. Beriya destûrnameya înşaetê jî em dizanin ku divê etûda zemîn û hîmê erdê were kirin. Tevî vê yekê jî ev erdhej veguherî karesatê û em dizanin ku ev yek encama polîtîkaya rant û çavsoriya kar e.” 
 
XALÊN TÊKILDARÎ BIRNARNAMEYÊ 
 
Rêxistinên Ekolojiyê, destnîşan kirin ku biryarnameya hatiye derxistin jî bi heman ferasetê hatiye amadekirin û têkildarî biryarnameyê ev xal rêz kirin: 
 
*Tevahiya rayeyên avakirina bajaran xistin destê Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê. 
 
* Dê kesek nekare li dijî karên tên kirin bike, gel dê nekarî bi çalak tev li vê pêvajoyê bibe, venêrîna darazî dê were astengkirin û daraz were bêbandorkirin. 
 
* Beriya nêrînên saziyan û analîzên hûr û kûr ku dê ji bo xebatan bibin dane, ev rêbaz dê rê li ber karesatên nû veke. 
 
* Bi vê biryarnameyê re êdî bêyî ku astengiyek derkeve pêşiya wan, kîna çêrgeh û daristanan bixwazin, dikarin wan deveran ji îmarê re vekin. 
 
*Dê dîsa avahiyên mîna sergoya betonê bên avakirin û rê li ber wêraniyeke din were vekirin. 
 
* Dê bi vê biryarnameyê re plansazî bên bê bandorkirin, mafê milkiyetê bisînor bike û bi biryarên zûka re texrîbateke mezin bidin qadên jiyanê, deverên xwezayî û çandî.” 
 
BANG LI PARTIYÊN MUXALEFETÊ KIRIN
 
Herî dawî jî Rêxistinên Ekolojiyê ev bang li partiyên koma wan di Meclisê de hene kirin: “Ev biryarname ki dijî Destûra Bingehîn û qanûnan e. Banga me ew e ku ji bo betalkirina vê biryarnameyê serî li AYM’ê bidin. Divê têkoşîna li dijî vê bêhiqûqtî, bêperwatî û xemsariyê bê mezinkirin.” 
 
SAZIYÊN KU BANG KIRIN
 
Rêxistinên Ekolojiyê yên metn îmze kirin ev in: “Platforma Ekolojiyê ya Edeneyê, Platforma Hawirdorê ya Arturê, Platforma Hawirdorê ya Bakirtepeyê, Înîsiyatîfa Buyuk Menderes, Çemê Çekerekê, Platforma Dê Azad Biherike, Odeya Endezyarên Hawirdorê, DÎSK, Dev Yapi-Îş, Platforma Jiyan û Xwezayê ya Dîvrîgî, Yekitiya Ekolojiyê, Kovara Gaîa, Komîsyona Edaleta Avhewayê, Platforma Hawirdorê ya Kuşadasiyê, Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, Platforma Hawirdorê ya Muglayê, Komeleya Hawirdorê ya Munzurê, Kolektîfa Ekolojiyê ya Polenê, Têkoşîna li Dijî RES’ê ya Samandagê, Komîsyona Ekolojiyê ya Mafên Karkeran a Turgutluyê, Umut-Sen, Dilxwazên Valîdebagê, Komeleya Parastin Lêkolîn û Pêşxistina Hawirdor û Berhemên Dîrokî ya Wanê, Kolektîfa Ekolojiyê ya Rûyê Erdê, Koma Xebatê ya Krîza Avhewaiyê ya Çepa Kesk û Platforma Hawirdorê ya Yeşîlirmakê.”