Artos û Gola Wanê ezametiya xemla biharê dide nîşandan

img
WAN - Çiyayê Artosê ku ji payîzê ve bi berfê xemilîbû, li bi destpêka biharê re xemla xwe da Gola Wanê û dîmenek xweş radixe ber çavan. 
 
Çiyayê Artosê li navçeya Westanê ya Wanê ye. 3 hezar û 500 metre bilind e û ew çiyayê vemirî yê vokan e. Artos di demsala payîzê de bi berfê dixemile û heta mehên biharê berf lê dimîne Bi destpêka mehên biharê re hêdî hêdî berf lê dihele û xatiran ji sermaye ango zivistanê dixwaze. Navser ango lûtkeya Artosê her tim bi ewran dorgirtî ye. Dema ku belekiyên berfa li Artosê û Gola Wanê bi hev re dibe yek, dîmenek ezamet û xweşik radixe ber çavan. 
 
MA / Cengîz Ozbasar