Li dijî talankirina xwezayê darên berûyê didanin

img
AMED - Li dijî eko-qirkirina li Kurdistanê bi deh hezaran darên berûyê hatin danîn û ekolojîst dibêjin ku ew ê têkoşîna xwe ya li dijî qirkirina xwezayê bidomînin. 
 
Bi pêşengtiya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, bi dirûşma “Berûyekê jî tu kom bike, berûyekê jî tu dane” kampanya hate destpêkirin. Mebesta ji kampanyayê ew e ku balê bikişînin ser talankirina xwezayê ya li Kurdistanê û kampanya ji ewil li Herêma Serhedê hate destpêkirin. Piştî çandina darberûyan a li Şirnex û Mêrdînê, niha jî li Pasûr, Erxenî û Xana Axparê yên Amedê berû tên danîn. Li van her sê navçeyên behsa xeberê heta niha 10 hezar darên berûyê hatine danîn. 
 
BI BEŞDARIYA DARÊN BERÛYAN DI DANIN 
 
Aktîvîstê ekolojiyê Gokhan Saran, diyar kir ku ew tevî gel darên berûyan di danin û armanca wan a ew e ku qadên ji ber şewatê zirar dîtine dîsa veguherînin daristanan. Saran, bi domdarî bal kişand ser girîngiya têkoşîna giştî ya li dijî eko-qirkirinê û wiha pê de çû: “Di serî de herêma Dorşînê ya Pasûrê, Şirnex û Herêma Serhedê, li gelek deveran bi awayekî sîstematîk dar tên birîn. Em jî li dijî vê, li gelek bajaran li deverên çolter daran didanin.” 
 
HEVSENGIYA ÇOLTER-BAJAR
 
Bi domdarî Saran anî ziman ku polîtîkaya valakirina gundan û xalîkirina herêmê ji mirovan a sala 1990’an îro bi xebatên madenê tê domandin û got: “Çareserî ew e ku di navbera çolter û bajêr de hevsengiyek were çêkirin. Divê hilberîna li gundan jinûve bê zindîkirin, jiyan bi hev re were birêxistinkirin û kooperatîf jinûve bên avakirin.” 
 
ŞÎNKIRINA CIHÊN ŞEWAT LÊ DERKETIYE 
 
Aktîvîstê Ekolojiyê Nîhat Dogan jî got ku armanca wan a ji xebatan ew e ku cihên hatine talankirin, cihên bi şewatan tune bûne û pêşkeşî sermayeyê hatine kirin dîsa şîn bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em, tovê gihayên endemîk ên li herêmê winda bûne kom dikin û li pirtûkxaneya tovikan a li Amedê tînin gel hev. Piştî zêde dikin jî hewl didin bigihînin ber destê cotkaran. Em xwedî li nirxên xwe yên windabûne derdikevin.” 
 
ZÊDETIRÎ 10 HEZAR DARÊN BERÛYÊ DANÎN
 
Aktîvîstê ekolojiyê Arîf Akaya jî da zanîn ku heta niha li Amedê bi ser 10 hezar darên berûyê danîne û ev tişt anî ziman: “Gundên me beriya niha bi hinceta ewlehiyê hatibûn valakirin û niha jî tevî şer nîne jî hewl didin gundan ji mirovan xalî bikin. Ji bo ku em cihên beyare veguherînin jîngehên zindiyan, em ê bi înad xebata xwe ya çandina daran bidomînin.” 
 
MUEYÎDEYÊN HIQÛQÎ
 
Têkildarî mijarê aktîvîstê ekolojiyê Fahrî Taş jî anî ziman ku li dijî texrîbatên bi zanebûn tên kirin, divê mueyîdeyên hiqûqî hebin. Taş, got: “Her ku di nava civakê de feraseta ekolojiyê pêş dikeve, dê bertekên civakî yên li dijî êrişên ser xwezayê jî gelek xurttir bin.”