Rojnamevanên kurd li dijî êrişên Tirkiyeyê bertekeke hevpar dan

  • cîhan
  • 15:15 23 Gulan 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevanên kurd ên li dijî êrişên Tirkiyeyê bi metneke hevpar bertek nîşan dan, li dijî êrişan banga hestiyariyê li çapemeniya Ewropa û cîhanê kirin. 

Rojnamevanên kurd, li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li hemberî kurdan bi metneke hevpar daxuyaniyek dan çapemeniyê. Bi navê bi dehan saziyên medyayê yên li çar parçeyên Kurdistanê, Yekîtiya Ewropayê û Federasyona Rûsyayê, komek ji rojnamevan û xebatkarên medyayê li Navenda Çapemeniyê ya Ewropayê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Rojnamevan Dîlar Akravî, Hîwa Aryen, Heval Arslan, Aysel Avesta û Selahattîn Işildak daxuyanî bi kurdî (Kurmancî-Soranî), ingilîzî, fransizî û erebî ji raya giştî re parve kirin. Nêzî 400 xebatkarên çapemeniyê mohra xwe danîn binê daxuyaniya hevpar.
Rojnamevanan di daxuyaniyê de diyar kirin ku dewleta tirk li dijî kurdan ‘şerê qirkirinê’ dide meşandin û bêdengiya çapemeniya Ewropa û cîhanê şermezar kirin.
 
‘DEWLETA TIRK ŞERÊ QIRQIRINÊ YÊ LI DIJÎ KURDAN DIDOMÎNE’
 
Daxuyaniya ku bi navê Platforma Rojnamegerên Kurdistanî ve hate dayin wiha ye: “Dewleta tirk li her derê Kurdistanê şerê xwe yê qirkirina kurdan didomîne. 17’ê Nîsanê, li Başûrê Kurdistanê li dijî Qadên Parastinê yên Medyayê ku Hêzên Azadiya Kurdistanê lê bi cih bûne, êrişek berfireh da destpêkirin. Ev êriş bi desteka leşkerî-îstixbaratî û bi erêkirina rêveberiya PDK’ê pêk tên. Artêşa tirk çekên kîmyewî jî di nav de çekên ku li gorî peymanên navneteweyî hatine qedexekirin, her cure çekan bikar tîne. Çiyayên Kurdistanê bi mehane bi balafirên şer bombe dike.  Rojane hem ji hewa ve hem ji bejahiyê ve êrişê Rojavayê Kurdistanê dike, bi balafirên bêmirov ên biçek sûîqestan pêk tîne.
 
Dewleta tirk tevî çeteyên DAIŞ, El Nûsra û çeteyên din ên cîhadîst herêmên Efrîn, Cerablûs, Ezaz, Bab, Girê Sipî û Serêkaniyê dagir kiriye. Artêşa tirk bi giştî dixwaze destketiyên kurdan ên li Başûrê Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê ji holê rake. Bi taybetî jî dixwaze welatê kurdên êzdî Şengalê ku di 3’ê Tebaxa 2014’an bûbû hedefe êrişên qirker ên DAIŞ’ê, bifetisîne û jenosîda ku DAIŞ’ê nivco hîştibû temam bike.
 
LI DIJÎ BÊDENGIYÊ NERAZÎBÛN NÎŞAN DAN
 
Dewleta tirk dixwaze konjonktûra nû ya ku bi şerê Ûkraynayê derketiye holê, veguherîne firsendekê ji bo temamkirina qirkirina Kurdan. Li Tirkiyeyê li dijî gelê kurd û derdorên demokrasîxwaz û azadîxwaz terora dewletê tê meşandin. Bi hezaran siyasetmedar, rewşenbîr, rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan ên Kurd dîl hatine girtin.
Dewletên endamên NATO û Yekîtiya Ewropayê li dijî terora bê sînor a dewleta tirk bêdeng in. Raya giştî ya Kurdistanê vê bêdengiyê weke piştgiriya ji bo qirkirina kurdan dibîne û nerazîbûna xwe beyan dike.
 
ÇAPEMENIYA EWROPA Û CÎHANÊ LI DIJÎ SÛCÊN MIROVAHIYÊ BÊDENG IN
 
Weke her gelî, mafê kurdan jî heye li ser axa xwe azad bijî û çarenûsa xwe bi xwe diyar bike. Divê neyê ji bîr kirin ku dinya deyndarê kurdan e. Şervanên kurd li dijî belayeke mezin a cîhanî, DAIŞ’ê ku li navendên wekî London, Madrîd, Parîs û Brukselê xwîn rijand tekoşîneke bêhempa meşand. Bi dehhezaran kurd di vî şerê bêeman yê li hemberî DAIŞ’ê de, li Iraq û Suriyê canê xwe feda kirin da ku dinya di aramiyê de bijî. Çapemeniya Ewropa û cîhanê jî li dijî sûcên mirovahiyê artêşa tirk yên li dijî kurdan bêdeng e. Ev bêdengî cesaretê dide dewleta tirk ku hîn zêdetir qirkirinê bidomîne.
 
BANG LI ENDAMÊN NATO Û YE’YÊ KIRIN
 
Ji ber vê yekê em wek rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê; Şerê qirkirinê yê dewleta tirk yê li dijî kurdan bi tundî şermezar dikin. Em PDK’ê ji ber hevkariya wê ya bi êrişên qirker ên artêşa tirk re, bi tundî şermezar dikin û bang lê dikin ku dest ji vê helwesta xwe ya qirêj ku zerar dide kurdan û gelên herêmê, berde.
 
Em bang li welatên endamên NATO û Yekîtiya Ewropayê dikin ku piştgiriya xwe ya leşkerî, siyasî û aborî ya ji bo Tirkiyeyê qut bikin û nebin hevparê qirkirina Kurdan. Em dixwazin hemû hevkarên me yên li Yekîtiya Ewropa û cîhanê li hemberî şerê qirkirinê yê dewleta Tirk hesastir bin û tiştên li Kurdistanê diqewimin bi xurtî ji raya giştî re ragihînin.”
 
ÎMZEKAR
 
Bariş Abbasoglû, Kozhiar Cemal Abdulla, Hawas Ablou, Elî Aesen, Arian Ekram Ahmad, Tewar Adel, Karzan Alî, Hikmet Aslan, Emin Aslan, Fuat Ateş, Turaj Asperi, Daban Ayub, Rebun Aka, Mizgîn Akman, Nuri Akman, Saburov Ali, Yusuf Alkan, Rahşan Aksoy, İsmet Akurt, Derav Ala, Hacer Altunsoy, Dewrim Alp, Vera Andreevna, Heval Arslan, Devrim Arslan, Nurdoğan Aydoğan, Aysel Avesta, Mücahit Avras, Ebru Aydın, Fatma Gulçiçek Ari, Aslan Aslan, çalak Arbaba, Diler Akrei,  Mihemed Badilî, Bayram Balcı, Barış Balseçer, Barış Barıştıran, Murat Bakur, Firaz Baran, Xeyrî Baran, Harûn Baran, Afat Baz, Halil Baysoy, Amara Bawer, Şnyar Bayaz, Barış Boyraz, , Serhat Bucak, Mahsun Budak, Haki Bulut, Duygu Bozkurt, Mihemed Hemûd Cefa, Dilyar Cizîrî, Cahide Bulut, Ceren Ceylan, Kozhiar Cemal, Zinar Bekrî Cafer, Hannah Chomani, Hüseyincan Berkant Ceylan, Ciwanaa Cimaa, Azad Cûdî, Kendal Cûdî, Azad Cûdî, Medya Cebe, Halil İbrahim Cengiz, Lokman Coskun, Ronahî Çetin, Ali Çelik, Alan Çeto, Hayrettin Çelîk, Kemal Çomanî, Hêlîn Cûdî, Huseyin Dag, Arzu Demir, Newroz Demhat, Leyla Deniz, Sozdar Dersim, İzzet Dersim, Bilal Dersim, Amed Dicle, Mazlûm Dîkmen, Deniz Devrim, Riyad Debax, Nazli Duman, Ceyhun Dönmez, Ridvan Doner, Dizgûnê Dewrêş, Memed Drewş,  Rodîn Çawîş, Sara Çekdar, Alan Hesen Kor Ebdo, Welat Hisnî Kor Ebdo, Cîhan Erebo, Cemal Ekinci, Berivan Eminoğlu, Rolav Elî, Raperîn Elî, Cûdî Elî, Dicle Elias, Ehmed Efîf Elyunis, Hîwa Elî, Erdal Er, Füsun Erdogan, İdris Erdem, Hazhar Enwer, Dilşad Enwer, Îsa Ebdulqehar, Hêvîn Ehmed, Malwa Elî, Fadî mehdî Elxenafir, Nêvîn Yûsif Elhesen, Serbast Qane Ehmed,, Warya Husên Ehmed, Jiyan San Ehmed, Ebdullah Ehmed, Bahoz Elî, Tawana Elî, Îmad Elî, Sozyar Elî, Serbast Qane Ehmed, Warya Husên Ehmed, Hemo Fatimê, Mihemed Eyîd Fireh, Medenî Ferho, Letîf Fatîh Ferec, Seydi Fırat, Novîn Fetho, Hassan Ghazi, Serdar Goyî, Ali Güler, Bozo Gundî, Menice Gunay, Menice Gunay, Dicle Guner, Selim Günenç, Sabahattin Gultekin, Necmettin Güven, Latife Güzel, İbrahim Gümüş, Azad Ahmet Göçer,  Lydia Gottschalk, Ranjdar Grawî, Jangin Hasan, Sale Haji, Nêvîn Al Hasan, Gulan Heyder, Şîrîn Hesen, Genco Ferhan Hesen, Merwa Hekarî, Sîlva Fethela Hisên, Zîn Hesen, Mazlûm Hessen, Handren Hewramî, Rojîn Loqman Hesen, Feysel Hesen, Lewend Hesen, Rêzan Hesinkar, Tuğba Hezer, Warya Husên, Rêbaz Hesen, Mihemed Husên, Payam Hosseini, Şîndar Mislim Hinko, Arnesto Îbo, Mûhened Îbrahîm, Fenya Igrek, Aras Îbrahîm, Deniz İke, Mahir İniz, Îsam Îsa, Jiyan Îsa, Miroev Ishkhan, Selahattin Işıldak, Veysel Işık, Fehim Işık, Evîn Îbrahîm, Merva Îlyas, Laleş Ebdulrehman Îbrahîm, Awaz Îbrahîm, Robin Jan, Yilmaz Kaba, Ahmet Kahraman, Süleyman Kalender, Karox Kamran, Serdar Karakoç, Nazik Kêtkanî, Muhammet Kaya, Karamanov Kadir, Ismet Kem, Olcay Kızılpınar, Berîvan Kemal, Lava Kurda,  Alan Meîş, Evîn Mêrdîn, Tahir Kara, Viyan Karahan, Leyla Kobanê, Meral Kuçuk, Lezgieva Kurdistan,  Rojbin Masho Kurt, Filiz Koçali, Dilar Rojen Kok, Berhem Letîf, Mihemed Letîf, Nêçîrvan Letîf, Mgoyan Liana, Elî Malatya, Mustafayev Mammad, Ertuğrul Mavioğlu, Renda Mecîd, Ayhan Metîn, Cahit Mervan, Xelîl Mêrxas, Şivan Mêsî, Ciwan Mistefa, Arjîn Fatimê  Medya, Aram Malekşa, Shuan Mariwan, Sasan Mehrabî, Farman Mohammed, Warya Mohammadi, Chawan Latif Mohammed, Hîwa Gul Mihemedî, Suren Mihemed, Mihemed Mehmûd, Darya Mihemed, Hawar Mohammed, Yasîn Mihemed,  Salar Mehmûd, Ako Mejid, Lavîn Mehmûd, Aysel Hacî Mehmûd, Asûda Mihemed, Tawana Mistefa, Nêçîrvan Letîf Mihemed, Mihemed Letîf Mihemed, Hemo Salih Medya, Sozê Mexmûr, Fewaz Mihemed, Mheme Hisên Murad, Allo Mussa, Fatma Cesas Mûrad, Awaz Mihemed, Raperîn Mihemed, Îmad Mihemed, Lezgîn Mihemed, Jiyan Mihemed, Ebdulreşîd Mihemed Mihemed, Deysam Ahmed Mihmed,  Ebdulcebar Welîd Mihemed, Kendal Mihemed, Ebdulmuhsin Mihemed, Delîl Faris Murad, Mohammed Mustafa, Roştiyam Munzur, Avan Nader, Aras Nizami, Evîn Nesrîn, Hogir Necar, Eduard Namoyan, Suna Tunç,  Ramazan Olçen, Meltem Oktay, Celal Önen, Avesta Osman, Ayfer Ozdogan, Mihemed Osê, Hebûn Omer, Azad Osman,  Dilcan Osman Oso, Ehmed Elae Osman, Hebûn Ebdulezîz Osman, Cihan Özgür, Ezgi Özer,  İnan Özel, Uğur Özalp, Elena Petrovna , Rêwî Rêdûr, Kemal Rewf, Hesen Remo, Delîl Mihemed Remo, Ronahî Reşîd, Karox Kamran Resûl, Cîdad Roj, Evin Roni,  Cudî Ronahî, Zeki Rüzgar, Veysi Sarısözen, Medî Sevgat, Faruk Sakık, Arif Selîmî, Efser Serhanoglu, Şêrwan Salih, Hêvî Salah, Şêrwan Sali,  Semîra Seîd, Ferhad Sengawî, Mihraban Selam, Osman Ezîz Silêmanî, Hawzhin Shokur, Berşîr Salih, Duaa Seado, Estirvan Fexir silêman, Berîvan Silo, Midya Silêman, Ciwan Şamîran, Edhem yasir Şêxmûs, Şêrîvan Hisên Şaibo, Bêrîvan Şaho, Barzan Shahsuvar, Aliko Shaboev, Ömer Sever, Mihemed Seydî, Salihe Silêman, Mehdmûd Sîdo, Behrooz Sohrabî, Erdoğan Sürgeç, Osman Şahin, Adar Şaman, Cano Şakir, Zêdan Şaqûlî, Ejder Şêxo, Zîwer Şêxo, Rojîn Şêxo, Eylem Şoreş, Ayhan Tayfur, Suleyman Tewil, Songul Turhal, Mahir Üzmez, Erdoğan Yener, Pervin Yerlikaya, Güler Yıldız, Arzu Yıldız , Zeynep Guner, Ülkem Zeremya, Filiz Zeyrek, Raxib Ehmed Ziyab, Şêrîn Zêrevan, Berîtan Xalid, Xalid Xelîl, Sarbast Qane , Midya Qaşom, Kashahi Vazir, Negîn Şîxoalîslamî Watanî
 

Sernavên din

01/06/2022
09:07 Ne êrişkar, xwest xebatkarê HDP'î bê cezakirin
09:06 Girtiyê nexweş Naîl Demîr ê bi kîsê kolostomiyê dijî nayê berdan
09:06 Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî dest pê dike
09:04 Temellî: Muxalefet divê êdî derheqê Ocalan de biaxive
09:02 'Muhsîn Melîk dê bi fikirên xwe bijî'
09:00 Bêrîvanên Geverê: Ji ber qedexeyan em nikarin ser xaka xwe bigerin
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
31/05/2022
23:56 Gundên Efrînê hatin bombebarankirin
20:48 Bertek nîşanî Doza Kobanê dan: HDP hêvî ye, hêvî li ser pêyan e
19:39 400 kesî bang kir: Girtiyên nexweş berdin
19:23 Doza 12‘ê Îlonê betal bû
16:49 Li Erûhê 5 kes hatin binçavkirin
16:45 Ji bo dosya Fehmî Tosûn daxwaza ji nû ve lêpirsînê kirin
16:45 Kelemçeya di destê dayikê de ewqas şidandibûn ku bi tornovîdayê vekirin
16:23 Ekîn Ceren Dogrûak li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 Di doza Aladagê de îstinafê cezayê 8 bersûcan zêde kir
16:05 Li Hezoyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
15:58 Li Qilebanê îdiaya hewldana întîharê
15:53 ‘AKP-MHP’ê biryara konsepteke nû dan’
15:52 Li Girtîgeha Wanê li girtiyan xistin
15:42 Li Berwariyê teqînek pêk hat
15:41 Di Doza Kobanê de binpêkirin didomin
15:36 Soylû polîsên ku êrişî wekîlan kirin dê xelat bike
15:17 ‘Em ê plana we ya çokdanînê pûç bikin’
14:58 Bûldan: Hûn nikarin rêya desthilata xwe di Rojava re derbas bikin
14:56 Rojnemevan Derya Okatan beraet kir
14:28 Li edliyeya ku Doza Kobanê lê tê dîtin provokasyon
14:23 Ji nameya ji Cemîl Bayik re hatiye şandin biryara beraetê hate dayîn
14:22 Li Mêrsînê 2 kes hatin berdan
14:19 Malbatên girtiyan: Êdî tehemûla me nema ye
14:03 TUHAY-DER: Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinên mafan
13:44 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinên li Êlihê da
13:40 Hejmara jinên li Êlihê hatine binçavkirin derket 15'an
13:14 HDP: Ji cenazeyan re rêz bigirin
12:37 Şenyaşar: Kesê komkujî pêk aniye xwe li pişt Serokkomar veşartiye
12:35 Kaftancioglû ku cezayê wê teqez bû hat girtin
12:23 Rêxistina nû ya paramîlîter: Fedaiyên Dewleta Tirkiyeyê
12:10 TÎP’ê ji bo Geziyê pankartek bi Pira Bogazîçiyê ve daliqand
11:58 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Li nûçegihana Jinnewsê cezayê hefsê hate birîn
11:50 Sedat Alkan ji ber rexnekirina polîtîkaya kurd îfade da
11:38 Zilamê ku êrişî jina penaber kiribû hat binçavkirin
11:37 Girtiyê nexweş ku hate berdan: Cezayê li min hate birîn min vala derxist
11:18 Îlhamî Balî yê DAIŞ'î ku qaşo Tirkiye lê digere li Îdlîbê dijî
11:08 Ulugana: Xuyaye ku malbata Barzanî bi hevkariya xwe re projeya Mîsak-i Mîllî erê kiriye
11:01 Mamosteya nîgarê Aktarli: Divê malbat zarokên xwe bişînin saziyên kurdî yên hunerê
10:03 Li Gever û Payîzavayê operasyonên leşkerî dest pê kirin
09:38 Qeyûmê Êlihê ji bo tabeleyê 690 hezar TL xerc kiriye
09:03 Nivîskar Beyî: Malbata Barzanî divê ji dîrokê rewşê fêm bike
09:02 Xwarinên Amedê wekî yên 'Mitbexa Tirk'an hatin berpêşkirin
09:01 Ergul: Ji bo azadiya Ocalan em mecbûr in zorê bidin komîteyê
09:00 Ozsoy: Cîhan îflaskirina polîtîkaya Tirkiyeyê ya derbarê kurdan de nîqaş dike
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2022'YAN
08:22 Li Êlihê 11 jin hatin binçavkirin
30/05/2022
22:54 Li noqteya lêgerînê polîsan li hevserokê HDP'î xist
20:32 Cenazeyê kolber Seydanîferd hat veşartin
16:38 Ji bavê Poyraz re ceza xwestin
16:31 Girtiyê nexweş Başaran bi darê zorê sewq kirin
16:25 Li Herêma Kurdistanê 3 leşker hatin kuştin
15:26 Li Deriyê Sînor ê Xabûrê li welatiyekî astengdar dan
15:25 Di Doza Kobanê de berteka hevpar: Tu rewabûneke vê dozê nîne
15:20 Li Dêrsimê 20 xwendekar hatin berdan
15:14 Li Silopiyayê welatiyek bi ceyranê ve zeliqî û jiyana xwe ji dest da
15:11 TUAY-DER: Bingeha hemû bê hiqûqiyên li girtîgehan tecrîda li ser birêz Ocalan e
14:59 Rapora TÎHV’ê ya 2021’an: Di sala 2021’an de îşkence derket lûtkeyê
14:43 Li Girtîgeha Jinan a Amedê tetbîqata êrişê!
14:19 Danişîna doza rojnameger Olçen hate taloqkirin
14:16 Dozger ji bo zarokên hatin tecawîzkirin got ‘rizaya wan heye'
14:13 Ji Tûncel ji bo dadgerê Doza Kobanê: Li gorî Destûra xwe ya Bingehîn tev bigerin
13:00 Hevşaredara Bismilê tehliye bû
12:59 Li Enqereyê bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:52 Danişîna endama meclîsa şaredariyê Aslan hate taloqkirin
12:36 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 448’an de berdewam kir
12:32 Welatiyên Şirnexî bertek nîşanî talan û operasyonê dan: Em ê bêdeng nemînin
12:17 Bûldan: Doza Kobanê dikeve
12:06 Li Cizîrê agir bi zeviyên genim ket
12:02 FT: Dijminatiya Tirkiyeyê ya li dijî kurdan ji bo herêmê xetere ye
11:11 Ji bo êrişên li dijî Başûr plana nû: Tîma Xencerê û Lîwa 4 xistin dewrê
10:06 Nivîskar Can: Bi hêviya azadiya gelê kurd min li ber xwe da
09:07 Berteka astengdarên Amedê: Em ji du gavan carekê li dolabên berfemotê diqelibin
09:06 Qeyûmê Êlihê ava qenalîzasyonê direjîne Çemê Êlihê
09:05 Şanoger: Em ê serî netewînin
09:02 Hevserokê MED-TÛHAD-FED'ê Zekî Baran: Li dijî tecrîdê divê herkes destê xwe bike bin kevir
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2022'YAN
29/05/2022
20:13 Polisan bi hinceta tevlîbûna 'Meşa Şoreşê' 16 ciwanan binçav kir
17:25 Helbestvan Merwanî pirtûka xwe ya 'Reqsa Perperokan' îmze kir
16:35 Kedkarên tenduristiyê Enqereyê bi rengê spî xemilandin: Em li vir in, naçin
16:24 Aydenîz: Tevî her cureyên zextan jî nekarîn encamekî bi dest bixin
16:01 Prof. Dr. El-Dîn: Tecrîdeke dijmirovî li ser Ocalan heye
15:32 Ji bo Doza Kobanê bang kirin: Wer in em bi hev re li dijî qirkirina hiqûqî têbikoşin
15:26 Ji rêxistinên ziman li dijî qedexeyan helwesteke hevpar
15:00 Pêşengeha wêneyan a zarokan berdewam dike
14:46 Ji ber çêkirina qereqolê li Şênê dar têne birîn
14:13 Malbata Şenyaşar: Yên ku çavên xwe li zilmê digirin dê ji mirovbûna xwe bibin
14:05 Di şerê Zapê de 22 leşker hatin kuştin
13:52 Çalakiya kedkarên malbarkirinê encam da
13:06 Mitînga Spî ya kedkarên tenduristiyê dest pê kir
13:05 Betalî ji bêgavî berê wan dide şert û mercên dijwar
12:29 Konferansa Lubnan-Kurd a li Beyrûdê dest pê kir
12:28 Di topbarana Tirkiyeyê de li Eyn Îsayê sivîlek birîndar bû