Encamnameya konferansa jinan a HDP'ê: Em xwe bi rêxistin dikin û serhildana xwe mezin dikin

  • rojane
  • 12:12 24 Gulan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinan a HDP'ê, di encamnameya konferansa xwe de diyar kir ku li dijî îstismara jinan, şer, dagirker û polîtîkayên şerê taybet xwe bi rêxistin dikin û serhildana xwe mezin dikin.
 
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di navbera 21-22’yê gulanê de li Enqereyê 4’emîn Konferansa xwe ya Asayî bi dûrişmeya "Em di azadiyê de bi israr in, di têkoşînê de bi biryar in" li dar xistibû. Meclisê encamnameya konferansa xwe bi daxuyaniyeke nivîskî bi kurdî û tirkî ji raya giştî re ragihand. Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku AKP-MHP li dijî hemû hêzên muxalîf zextan zêde dike û ji bo dirêjkirina emrê xwe li dijî civakê û jinan di siyaseta bêçareseriyê de israr dike û li dijî xwe bi rêxistin dikin û serhildana xwe mezin dikin.
 
Encamnameya konferansê wiha ye: 
 
"4’emîn Konferansa Asayî ya Jinan, bi dirûşmeya “Em di Azadiyê de Bi Israr, Di Tekoşînê de Bi Biryar in” di navbera 21-22’ê Gulana 2022’yan de li Enqereyê bi tevlîbûneke xurt, bi kelecanî û hêviyeke mezin hat lidarxistin. Me şehîda qetlîama Pirsûsê Ferdane Kiliç di têkoşîna xwe de bi bîr anî. Em di 158’emîn salvegera komkujiya gelê Çerkes de kesên hatin qetilkirin bi bîr tînin û êşa wan parve dikin. Konferansê em bi  hemû cudahî û rengên me anîn cem hev. Konferansê bibîranîna jinên ku zilam-dewletê ew qetil kirine dest pê kir. Em konferansa xwe di şexsê Denîz Poyraz û Aysel Dogan de diyarî hemû jinan dikin ku têkoşîn kirine armanca xwe. 
 
TECRÎD
 
Îro li cîhanê texrîbata ku pergala mêrê serdest û kapîtalîst dayî avakirin di qada siyasî, aborî, ekolojîk û cîvakî de qeyranên kûr hene. Şerê ku navenda wê Rojhilata Navîn û Kurdistan e piştî ku Rûsyayê Ûkrayna dagir kir, kete qonaxeke din. Ev şer bi destê desthilatdarên cihanê û herêmî li dijî fikrê têkoşîna azadiya jinan tê meşandin. Li erdnîgariya ku em dijîn tifaqa faşîşt a AKP-MHP’ê li dijî hemû hêzên muxalîf zextan zêde dike. Dîsa ji bo ku emrê desthilatdariya xwe dirêj bike li dijî civakê û jinan di siyaseta bêçareseriyê de israr dike. Di pirsgirêka kurd de çareseriya demokratîk bi polîtîkayên înkar, tunekirin û bişaftinê tune dihesibîne. Tecrîda li ser birêz Ocalan giran dike. Bi tevgerên dagirkeriyê şer gur dike. Bi vî halî pirsgirêka kurd bêçareserî dihêle. 
 
Di dozên Kobanî û Geziyê de û dîsa doza ku ji bo girtina partiya me vekirine destpêkê jinan didin darizandin û dixwazin têkoşîna civakî bin pê bikin. Êrişên ku li hemberî têkoşîna jinan, xwezayê, kedê û dînamîkên civakî tên kirin bêrevabûna desthilatdariyê dide nîşandan. Desthilatdarî, ol ji bo xwe dike amûr û bi polîtîkayên yekalî, zayendperestî û mîlîtarîst dixwaze hemû destkeftiyên jinan ji holê rake. Zexta zilam a li ser jinan reva dike û jinan li ser mafên jiyana wan tehdîd dike. Jinan rasterast dike hedefa zextên dewletê û di her qada jiyanê de dixwazin wan bêdeng bikin. Desthilatdar jiyaneke li gorî xwe li ser jinan ferz dike, mudaxeleyê jiyana wan dike û li ser beden û hebûna jinan hemû qadên jiyanê dorpêç dike. 
 
EM LI BER XWE DIDIN
 
Em li her qadê li ber xwe didin û xwe bi rêxistin dikin
 
Li gel van êriş, gef û tundiyê, em dizanin hêza ku qeyrana îktîdar dijî derdixe holê, di heman demê de hêza me ya xweser a berxwedan û serhildana dîrokî ya jinan e. Em li dijî rejîma otorîter a mafê me xesb dike, li her qadê li ber xwe didin. Em xwe bi rêxistin dikin û serhildana xwe mezin dikin. 
 
* Em hewl didin ku bibin dengê jinên bi tundiya mêr-dewletê hatine qetilkirin. Em li salonên dadgehan, li qad û kolanan dest ji daxwazên xwe yên “Ne edaleta mêr, edaleta rastîn” bernadin. 
 
* Ji bo Peymana Stenbolê ya hat fesihkirin, dîsa çalak bibe û têkeve meriyetê em têkoşîna xwe mezin dikin. 
 
* Yek ji destkeftiyên têkoşîna jinan a herî giring pergala hevserokatiyê ye. Em li dijî êrişên nûnertiya pergala Hevserokatiyê, rêgezên xwe û hişmendiya qeyûm a vîna me tune dihesibîne têdikoşin. Em bêtir xwe bi rêxistin dikin.
 
* Em li dijî kesên ku kepçeyan li xwezaya me, çem û daristanên me dixin û dîroka me wêran dikin, têkoşîna xwe ya ekolojîk berdewam dikin û dengê xwe bilind dikin. 
 
* Em li dijî kesên ku li mal, kargerî û her qadên jiyanê keda me dixwin û her roj bêtir me xizan dikin, me bêcih û war dihêlin, me bêpêşeroj dihêlin; em dibêjin “ked ya me ye, siberoj ya me ye” û jiyana nû ava dikin.
 
* Em li dijî kesên ku li ser nasname, beden û cudahiyên me, li ser terza jiyana me, me ji hev cuda dikin, em dibin yek û têkoşîna xwe xurt dikin. 
 
* Em li dijî koçberiya bi zorê û dorpêçê, li dijî şer û dagirkeriyê têkoşîna xwe mezin dikin. Em têkoşîn û piştevaniya jinan a enternasyonal xurt dikin.
 
* Em dibin dengê jinên di doza Gezî û Kobaniyê de hatin girtin. Em dibin dengê, Emîne Şenyaşar,  Gulistan Doku û hemû jinên ji bo Nobeda Edaletê têdikoşin. 
 
* Em li dijî aqilê dewletê yê êrişî gorên me û cenazeyên me dikin derdikevin. Em li dijî aqilê dewletê yê dixwaze me bêhiş û bîr bihêle dengê xwe bilind dikin. 
 
Me ji hemû tecrubeyên xwe yên jiyan û têkoşînê hêz girt. Me di konferansa ku 2 rojan dewam kir de; rexneyên kir û rexnedayîna xwe da. Me bi awayekî berfireh rewşa rêxistinbûna xwe nirxand. Me li ser giringî û rêbazên têkoşîna eniya jinan niqaş kir. Me careke din biryar da ku meşa azadiya jinan mezin bikin û hêza rêxistinkirina jinan xurt bikin. 
 
PEYAMÊN MEZINKIRINA XETA SÊYEMÎN
 
Li gorî vê yekê encama nîqaşên 4’emîn Konferansa Jinan a Mezin;
 
Em ê Siyaseta Xeta Sêyemîn Mezin Bikin
 
Li dijî îqtîdarên mêrên serdest ên kapîtalîst ku xwe ji şer, krîz û tundiyê xwedî dikin, em ê têkoşîna rêxistinkirin û civakîbûnê ji bo xwe bikin bingeh û bidomînin. Em dizanin ku pergal “Du rêyên” ji bo gelan şer, krîz, nijadperestî û serdestiya mêr pêş dixe, wekî çareserî cuda nîşan dide. Lê herdu rê jî, ji me re demokrasî, azadî, aştî, edalet û wekheviyê naîne. Ji ber vê yekê em ê siyaseta Rêya 3’yemîn mezin bikin. Em jin dê li dijî faşîzmê têkoşînê xurt bikin. Em ê hemû bi hev re Tifaqa Demokrasiyê ava bikin. 
 
Li Dijî Şer Têkoşîna Aştiyê
 
Em ê têkoşîna xwe ya li dijî polîtîkayên şer, dagirkerî, tecrîd û mêtingeriyê, bi têkoşîna jinên cîhanê re bikin yek. Em ê bibin têkoşerên aştiyeke bi hêz û di vê yekê de israr bikin. Em ne bêparastin in. Em hêza xwe ji rêxistinbûn, têkoşîn û piştevaniya xwe digirin. 
 
Destkeftiyên Me Nayên Xesbkirin
 
Em ê ji tundiya mêr a ku îqtîdar jî faîlê wê ye, Peymana Stenbolê, êrişan, desteserkirina mafê nefeqeyê re bêjin bes e. Em ê ji kesên ku dixwazin daraza mêr bibe sazî û serwer bibe û kesên dixwaze îstîsmara zarokan bibe wekî zagon re bêjin “Raweste”. Em ê li dijî êrişên li ser têkoşîna jin, LGBTİ+’yan dengê xwe bilind bikin. 
 
Ked ya Me ye, Siberoj ya Me ye
 
Em ê piştevaniya bi jinan re ya li dijî xizanîkirina jinan, kedxwarî, betal û birçîhiştinê re xurt bikin. Em ê keda xwe ya bi rêxistin heta dawî biparêzin. Li herêman em ê bi jinên ku pêşengên berxwedanê ne piştevaniyê xurt bikin. 
 
Li Dijî Siyaseta Mêr Siyaseta Jinan
 
Li dijî polîtîkayên ku dixwazin siyaseta mêr pêş bixin û jinan li dervê siyasetê bihêlin û li dijî siyaseta bi binçavkirin, girtin û tundiya bi rêk û pêk a dixwazin jinan bêvîn bihêlin, em ê siyaseta jinan bi hêz û xurt bikin. Em ê li her qadê û her demê azadiya jinên girtî biparêzin. 
 
Li dijî Şerê Taybet Têkoşîn
 
Em jin û ciwan dê li dijî polîtîkayên şerê taybet ên ku li dijî bedena jinan, keda jinan û vîna jinan pêş dikeve; têkoşîna xwe xurt bikin û bidomînin. 
 
Em li Fikriyata HDP’ê Xwedî Derdikevin
 
Em ê li dijî doza girtiya partiya me, pelên HDP’ê ya li ser vê axê kok berdaye, bibin bersiva mezinkirin û rengiya pelan. Em ê li fikriyata HDP’ê xwedî derkevin. Em ê biparêzin û mezin bikin. Em ne bêçare ne. Çare em in. 
 
Li Dijî Talankirina Xwezayê û Curekirinê Berxwedan
 
Em ê li dijî talankirina xwezayê û curekirinê, têkoşîna ekolojîk mezin bikin. Em ê bi têkoşîn û hebûna xwe bibin pêşeng. Em ê qadên xwe yên jiyanê radestî rantxur û talankeran nekin. 
 
Em Bîrdoziyên Saxlemparêziyê Hildiweşînin
 
Em li dijî bîrdoziyên saxlemparêz ên îqtîdarê, li çareseriya pirsgirêkên jinên astengdar digerin. Ji bo vê yekê em vê mijarê dikin rojeva siyaseta xwe. 
 
Em Li Dijî Cudakariyê Têdikoşin
 
Ji bo ku em hemû pirsgirêkên ku jinên penaber û koçber dijîn bi riyên demokratîk û sincî çareser bikin, em ê israr bikin. Em ê li dijî cudakarî û kîna li dijî jinan û gelan pêş dixin têbikoşin. 
 
Îdîaya Me Mezin e, Jin Dê Biguherînin! 
 
Em ê bi hêza ku ji mafdariya xwe, dîroka xwe û hemû jinan distînin, jiyana wekhev, azad bi pêş bixin. Ji bo bi vê hêzê piştevaniyê xurt bikin em ê rêxistina xwe mezin bikin. Em bi hêviya tekoşîna ku jin li çar aliyê cîhanê pêş dixin, bi hesta piştevaniyê li vir in û em ê bi hev re bin. Têkoşîna jinan di nava zor û astengiyan de bi pêş ketiye. Vê hêza çareseriya ku em van pirsgirêkan derbas bikin, em ji hebûna partiya xwe û paradîgmaya ku partiya me xwe ji wê xwedî dike digirin. Her gava ku me avêtiye û her destkeftiyên me bi dest xistine bi berdêlên mezin pêk hatine. Em bi bedelên giran bi pêş dikevin. Em jin di ferqa vê yekê de ne. Em ê bi vê zanebûnê jiyana azad û wekhev bi hev re ava bikin. Ya ku HDP’ê bi hêz dike, hêviya gelan e. Heta ku gel hebin û têbikoşin, dê fikra HDP’ê di têkoşîna me ya azad de her tim cih bigire. Wekî Meclisa Jinan a HDP’ê îdîaya me mezin e. Têkoşîna me û berxwedana me mezin e! Em wekî jin û gelên bindest, em xwedî hêza perspektîfeke xurt in ku em îqtîdarê dorpêç bikin. Berxwedana jinan heye. Hêza me ya guhertinê heye. Em ê biguherînin, Jin dê biguherînin! 
 
BIRYARÊN KONMFERANSÊ
 
Delegasyona Konferansa me biryarên ku di serdema nû de xetên têkoşîna me diyar bike girtin. Biryarên di konferansê de hatin girtin wiha ne; 
 
* Di bin baneyê Meclisa Jinan a HDP’ê de dê Komîsyona Ekolojiyê ya Jinan bê avakirin, 
 
* Li dijî xizaniya jinan û kedxwariya jinan dê têkoşîn bê dayin,  
 
* Li dijî şer, dagirkerî û polîtîkayên şerê taybet, dê têkoşîn bê mezinkirin û xurtkirin, 
 
* Dê piştevaniya jinên penaber û koçer bê mezinkirin,  
 
* Dê Meclisên Jinên Ciwan bê avakirin, 
 
* Dê akademiyên jinên siyasetmedar bên avakirin, 
 
* Dê polîtîkayên astengdaran ên xweser û adil bên bipêşxistin,  
 
* Biryar hat dayîn ku pergala Hevserokatiyê û alternatîfa jiyana azad û wekhev bê bipêşxistin. 
 
* Ji bo têkoşîna hevpar dê li dijî faşîzmê, têkoşîna jinan bê mezinkirin, 
 
* Di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de, dê destkeftiyên jinan bên parastin, 
 
* Ji bo azadiya jinên girtî yên siyasî ku parastina rewa dikin, dê têkoşîn bê bipêşxistin. 
 
Em di azadiyê de bi israr, di têkoşînê de bi biryar in!"
 
 
 

Sernavên din

22/11/2025
21:00 Tirkiyeyê li cotkarên Kobanê gule barand
19:16 Halîde Turkoglu: Divê jin israra xwe ya ji bo aştiyê bidomînin
16:19 Şevket Epozdemîr li ser gora xwe hat bibîranîn
15:34 Daxwaza berdana girtiyên nexweş kirin
15:05 Ji bo jinên hatin qetilkirin û windakirin edalet xwestin
14:09 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Hayrettîn Eren pirsîn
13:53 Bi girseyî serdana şîna Bozkurt û Akgulê hat kirin
13:48 Koma Yenî Yolê dê daxilî şandeya ku biçe Îmraliyê nebe
13:15 Abdullah Ocalan: Jinûve avakirina hiqûqê pêdiviyeke jêneger e
13:00 Der barê Mansur Yavaş û midûrê nivîsgehê de destura lêpirsînê
12:46 Şaredariya Mezin a Amedê 'Belgeya Helwestê ya Li Dijî Tundiyê' qebûl kir
11:24 Rojnameyan biryara komîsyonê ya çûna Îmraliyê çawa dîtin?
10:58 Ji Mazlûm Ebdî ji bo MA'yê nirxandinên girîng
10:50 Dê di serdana Îmraliyê de kîjan mijar bên nîqaşkirin?
10:03 'Divê di pêvajoya aştiyê de girtiyên nexweş bên berdan'
09:44 'Ji bo kirêya xwe bidin eşyayên xwe difiroşin'
09:28 KESK dê li Wanê mîtîngê li dar bixe
09:20 Tevî gelek delîlan jî di doza îstismakirina zarokan de îdianame nehatiye amadekirin!
09:13 Li Wanê li dijî tiryakê xeta têkoşîna hevpar tê avakirin
09:06 Li Belenê agir bi avahiya 7 qatî ket: 2 kes mirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2025'AN
21/11/2025
20:28 Pervîn Buldan: Em ê bi gavên pêbawer ber bi avakirina Tirkiyeya Demokratîk ve bimeşin
19:11 Dê şandeyeke ji çar kesan pêkhatî biçe Îmraliyê
18:35 DEM Partî: Serdana Îmraliyê wê bibe gaveke dîrokî
18:13 Li dijî biryara CHP'ê bertek
17:08 Tê payîn ku komîsyon serê hefteyê biçe serdana Abdullah Ocalan
16:42 Komîsyonê biryar da ku biçe serdana Abdullah Ocalan
16:37 Di komîsyonê de dengdana serdana Îmraliyê dest pê kir
16:36 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Gelê Kurd van dinivîse
Ahmet Şik: Divê biçin Îmraliyê, hewce bike bila biçin Qendîlê
16:17 Aydin: Biryara CHP’ê dê ji bo wê û demokrasiya Tirkiyeyê rê li ber pirsgirêkan veke
16:10 Jin li dijî tundiya mêr-dewletê li qadan in
16:00 Faîlê ku xwest jinekî qetil bike hat girtin
15:59 CHP pêvajoyê sabote dike: Civîn terikandin
14:31 Komîsyona Meclisê bi rojeva serdana Îmraliyê civiya
14:28 Emîr ê CHP’î: Em ê nûnerên xwe neşînin Îmraliyê
14:02 Kurtulmuş bi koordînatorên partiyan re civiya
13:59 Yildiz: Li ser navê MHP’ê ez ê biçim Îmraliyê
13:45 Apê Mele li Pirsûsê hat definkirin
13:43 Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan a ÎHD’ê: Di salekê de herî kêm 192 binpêkirin
13:27 Ugur Kaymaz û bavê xwe hatin bibîranîn
12:51 Kurtulmuş dê bi koordînatorên partiyan re bicive
12:08 Hevserokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Divê partiyên sosyalîst girseyên xwe ji pêvajoyê re amade bikin
11:46 Îlham Ehmed ji ajansa me re axivî: Em ji bo çareseriyeke giştî amade ne, berjewendiyên me û Tirkiyeyê yên hevpar hene
10:43 Ugur Kaymaz û bavê wî 21 sal berê hatin qetilkirin: Ji bo edaletê divê mekanîzmayên nû bên afirandin
09:39 Tirkiye planên xwe yên li Sûriyeyê kûr û berfireh dike
09:28 Li Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê pêdivî bi 'yekitiya têkoşînê' heye
09:21 3 milyon mirov ji bo vegerin gundên xwe li benda çareseriyê ne
09:17 Çetîn Lodî: Divê nivîskar daxwaza ji bo aştiyê bilind bikin
09:14 Pêkanîna lastîkên zivistanê dest pê kir: Fiyet duqat biha bûne
09:09 Rêxistinên jinan: Aştiyeke bêyî jinan dê kêm be
09:08 Mûşî xwedî li goristanên qurbaniyên Komkujiya Helebceyê derdikevin
09:03 Bendava ku hat gotin 'dixebite' piştî 6 salan hatiye çêkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2025'AN
20/11/2025
21:02 Li Amûdê, Şam û Helebê çalakiyên 25’ê Mijdarê
20:56 Zeyneb Celaliyan nayê dermankirin
16:56 AKP’ê ji bo serdana Îmraliyê got: Em erênî nêz dibin
16:45 Berdevka DEM Partiyê: Divê hemû partî erênî nêz bibin
16:17 AKP bi rojeva Îmraliyê civiya
16:04 Ji bo pêşerojeke biewle ya zarokan daxwazên xwe rêz kirin
15:06 CHP bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ civiya
14:51 Demîrtaş: Ji bilî hevalên xwe êdî ez ê bi tu kesan re hevdîtinê nekim
14:31 Li dijî faîlê tacîza zayendî bertek: Em ê dev şopandina dozê bernedin
14:29 Di doza rojnamegeran de Aslan dê parastinê bike
14:21 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hat bibîranîn
13:37 Danişîna faîlê tacîza zayendî ya li dijî zarokan bêyî ku were lidarxistin hat taloqkirin
13:30 Ji bo Burak Ercan ê bi dehan xwendekar tacîz kiribû biryara beraetê hat dayin
13:15 Ji bo maça Amedspor-Trabzonsporê bang
13:14 Endamên komîsyonên yên CHP’î: Me hêj biryar nedaye
12:49 DEM Partî: Polîtîkaya necezakirinê îstîsmara li dijî zarokan zêde dike
12:06 CHP’iyên li dijî pêvajoyê derketin bêdeng in!
12:01 Fetî Yildiz xwest biryarên DMME'yê di demekî 'maqûl' de bên lêkolînkirin
12:00 Ji Marcia Inhorn û Mashuq Kurt peyama hevpar: Divê reformên zagonî têkevin meriyetê
11:35 Ji KJK'ê deklarasyona 25’ê Mijdarê
11:12 Şîroveya welatiyan a ji bo budçeyê: Dawiya me ne baş e
11:02 Cezaya ji bo çalakiya Rojîn Kabaîşê: Sîstematîkbûna tundiyê nîşan dide
11:01 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:45 Weşanxaneya Aryenê 15 pirtûkên din çap kir
10:36 ‘Ji bo çareseriyê divê hevdîtinên yekser bi Abdullah Ocalan re bên kirin’
10:08 ‘Astengiya li pêşiya statuya hemwelatiyê rêxistin nîne, dewlet bi xwe ye’
09:38 Binpêkirinên li girtîgehan berdewam in
09:37 Ji droneya hatiye xistin hevkariya DAIŞ-Şamê derket
09:18 Xwendekarên bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:14 Sabahat Tuncel: Têkoşîna jinên Kurd hêviya azadiyê dide
09:06 Jin bi perspektîfa 'azadîxwaziyê' rêveberiyên herêmî vediguherînin
09:03 'Divê dewlet astengiyên li pêşiya Kurdî rake'
09:02 Serokê Baroya Rihayê Oncel: Em li benda gavên dewletê ne
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2025'AN
19/11/2025
20:25 Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Mesûd Barzanî re civiyan
20:19 Koordînasyona pêvajoyê ya DEM Partiyê li Meclisê civiya
17:25 Hevşaredarên Amedê bi xwendekaran re civiyan
16:37 Dê xwînê bidin rojnameger Aykol
16:24 AKP û CHP bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ dicivin
16:21 DEM Partiyê li Colemêrgê silha du malbatan kir
16:21 Ode û borsayên Bakurê Kurdistanê piştgirî dan pêvajoyê
16:19 Der barê rojnamevan Aslan de îdianame hat amadekirin
15:58 Li Wanê gelek xwendekar hatin binçavkirin
15:49 Cenazeyê zarokê ku bi îşkenceyê hat qetilkirin hat veşartin
15:48 Ger CHP ji bo serdana Îmraliyê bi erênî tevnegere dê helwesta DEM Partiyê çi be?
15:47 ‘Serkeftina pêvajoyê bi keda jinê pêkan e’
15:35 Jin xwe ji bo 25’ê Mijdarê amade dikin