ÊLIH – Li Hezoyê wesayîtek di pirê wer bû. Di qezayê de kesek mir û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn. 
	Mehmet Saît Gun ê bi wesayîta xwe ber bi navçeya Hezo ya Êlihê ve diçû, di Pira Pîranê ya Hezoyê de wer bû. Di qezayê de ajovan Gun jiyana xwe ji dest da û 2 kesên bi giranî birîndar bûn jî rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Hezoyê. 
	Têkildarî qezayê lêpirsîn hat destpêkirin.
								

