Li ber rojnameya hat bombekirin gazî kirin: Em ê bêdeng nebin

  • rojane
  • 13:45 3 Kanûn 2022
  • |
STENBOL – Rojnamevan Huseyîn Aykol di salvegera 28’emîn bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê de axivî û got: “Tevî hemû zextan jî em li ser karê xwe ne. Em soz didin Ersîn û hemû şehîdan, em ê nesekinin, newestin û bêdeng nebin.” 
 
Rojnameya Yenî Yaşam, Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) bi boneya salvegera 28’emîn a bombekirina hemwext a li navenda Rojnameya Ozgur Ulke ya li Kadirgaya Çagaloglûya Stenbolê û Enqereyê pêk hat bernameya bîranînê li dar xistin. Bîranîn li ber avahiya kevn a rojnameyê ya li Kadirgayê hat lidarxistin. Di bîranînê de pankarta "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" û wêneyên Ersîn Yildiz ê di teqînê de jiyana xwe ji dest da hatin hilgirtin. Rojnameger Huseyîn Aykol, Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Serokê Sendîkaya Çapemenî û Çapxaneyê (Basin-Îş) Faruk Eren, Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Musa Piroglû, Kemal Bûlbûl û gelek rojnameger beşdarî bîranînê bûn.
 
‘EM LI HEMAN CIHÎ NE’ 
 
Rojnameger Huseyîn Aykol ku piştî deqeyeke rêzgirtinê daxuyanî da, diyar kir ku piştî 28 salan ew hê li heman cihî ne û got: "Em bi hevalên xwe re careke din li ber avahiya xwe ya xweşik a ku mîna behrê spî ber bi behrê ve dirêj dibe, bi hev re ne. Hê jî Ersînê me û hemî şehîdên me di dilê me de ne. Her sal em dihejmêrin; Em bijmêrin da ku em tu carî ji bîr nekin, ji bo ku her kes bi bîr bîne: 25, 26, 27… Îro em di sala 28an de ne. 28 sal berê îro sê avahiyên cuda yên rojnameya me Ozgur Ulke di heman demê de bi fermana serokwezîra vî welatî Tansu Çiller hatin bombekirin.” 
 
'EM LI PEY RASTIYAN E’ 
 
Aykol wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em alî bûn, çimkaî em li alî ango rexê gel bûn. Em li aliyê heqîqetê bûn û ji ber vê jî pêwîst bû tasfiye bibe. Lê wê rojê dest pê nekir. Piştî wê bi dawî nebû. Ji ber ku me bi manşeta ‘Ev agir wê we jî bişewitîne’ ev 28 sal in ku welat di nava agir de dişewite û qet ronahiya rojê nedît. Îro jî şer didome û em hîn jî li pey heqîqetê dimeşin. Di vê navberê de me bi dehan hevalên xwe yên rojnameger di kemînan de şehîd dan. Piraniya me di girtîgehan de berdêla gotina rastiyê dane. Îro di vê demê de dîsa bi dehan rojnameger di girtîgehê de ne. Herî dawî li Silêmaniyê Nagihana me qetil kirin, me Nûjiyan berê xwe da axa Şengalê ku gelekî jê hez dikir û çend roj berê birayê me Îsam Ebadullah bû hedefa bomberdûmana li Dêrikê."
 
‘XWE XAPANADIN’ 
 
Aykol destnîşan kir ku ew dijmin her tim xwe xapandin û axaftina xwe wiha domand: “Ew her tim şaş bûn. Difikirîn ku jiyana me bi bombeyek wê biqede, lê xwe xapandin. Her yek ji me li pey wan rabûn û pênûsên wan girtin û her ku diçe em qelebalixtir dibin. Ew difikirîn ku deriyê me girtî ye lê xwe xapandin. Zêdeyî 50 qefle danîn ser deriyê me, me yek bi yek rakirin, roja din dîsa dengê me li kuçeyan deng veda. Ew difikirîn ku baweriya me wê di hucreyan de têk biçe, lê ew xelet bûn. Me cihê xwe yê razanê jî şiband xwe. Ji ber ku me her tim azadî û heqîqet di nava xwe de hilgirt. Kî hat û çû û her ê ku hat û got ‘qediyan’. Yên ku gotin  ‘ket xwarê’ me dîtin.” 
 
‘EM Ê RANEWESTIN’
 
Aykol di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Me gelek dadger û dozger jî teqawît kirin. Hin ji wan jî niha ji dinyayê teqawît bûne, heyf e ku kes navê wan jî nayê bîra wan! Cihê wan di goristana nûjen de maye, lê bi qasî serê derziyê di dilê mirovan de cih nagirin. Lê em xelas nebûn û em li jiyanê ne. Tenê ne dan û standina nefesê ye. Dilê me lêdida û me alên wan hildan û em meşiyan û hatin van rojan. Em li ser karê xwe ne û li ser rêya Apê Mûsa ne. Niha piştî 28 salan em careke din soz didin Ersîn û hemû şehîdên xwe. Em ê nesekinin, newestin, em ê bêdeng nemînin.”
 
Piştî Aykol, Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn, Serokê Basin-Îşê Farûn Eren, Parlamenterê HDP’ê Kemal Bulbul axaftinên kurt kirin.
 
Piştî axaftinan beşdaran qerenfîl danîn ber deriyê avahiya ku hatibû bombekirin. 
 
YILDIZ LI SER GORA XWE HAT BIBÎRANÎN 
 
Piştî bîranîna li cihê bûyerê rojnamevan derbasî ser gora Ersîn Yildiz ku hatibû qetilkirin bûn û ew li ser gora wî ya li Goristana Yeşîlpinara Gazîosmanpaşayê ye bi bîr anîn. Rojnamevan qerenfîl danîn gora Ersîn û soza dê girêdayî bîranîna wan bimînin da. 

Sernavên din

16:49 Daxwaza girtina cerdevanê sûcê tecawizê kiriye dîsa hate redkirin
16:45 Kuçe bi kuçe bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
16:38 KCDK-E’yê ji bo piştevaniya bi civaka Elewî re bang kir
16:30 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê ji ber ambargoyê navber dan perwerdeyê
15:54 Ji bo parastina li dijî tundiyê ceza hat xwestin
15:40 Ji girtiyan re kartên sersalê hatin şandin
14:04 Gelê Îranê li dijî krîza aborî ser pêya ye: Xwendekaran jî piştgirî dan çalakiyan
13:55 Li Sûriyeyê êrişên ser Elewiyan berdewam in
13:52 Dozger xwest Ayşe Gokkan were berdan, dadgehê red kir
13:51 Bayindir: Ocalan, bi banga xwe dîrokekê di salekê de bi cih kir
12:20 Hêj sala nû nehatî ji bo cigareyê zem hate kirin
12:18 AYM’ê serlêdana têkildarî astengkirina nameyan red kir
12:12 Saziyên Zimanê Kurdî ji bo tevlibûna mitînga ‘Hêvî û azadiyê’ bang kir
11:44 Di 2025'an de 'pêvajoyê' mohra xwe li rojeva siyasetê xist
11:42 Li gorî daneyên TUÎK’ê bêkarî zêde dibe
11:01 Abdullah Ocalan: Pir girîng e ku Tirkiye li Sûriyeyê bi roleke çêker rabe
09:57 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: 'Qanûna Aştiyê' dê pêşiya sedsaleke nû ya Tirk-Kurdan veke
09:46 Li Enqere û Stenbolê li dijî DAIŞ'ê operasyon
09:29 Şaredarê Îzmîrê yê berê Soyer hate girtin
09:04 'Qanûnên azadiyê ne amûra bazarkirin an jî jestê ne'
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2025'AN
29/12/2025
20:43 Dê peyama sersalê ya Abdullah Ocalan bê parvekirin
16:37 Rêya Colemêrg-Şirnexê ji çûnhatinê re hat girtin
16:15 Li Cizîrê bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
15:56 Doza Narîn Guranê: Dadgeha Bilind cezayê dê, ap û bira erê kir
15:48 Êrişî çalakiyên li Tehranê hat kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
15:35 Bakirhan: Li dijî DAIŞ'ê helwesta hevpar divê
15:13 Li Mêrdîn û Şirnexê ji ber berfê rê hatin girtin
14:49 Ji Serhedê bang: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bivênevê ye
13:18 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rapora salane ya xebatên jinan aşkera kir
12:48 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 3 polîs mirin
11:41 Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê êrişên li dijî Elewiyan şermezar kir
11:21 Ji bo operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê biryara qedexeya weşanê hat dayin
11:08 Li ser Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze
10:56 Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin
10:41 Li zozanên Lolanê agahî ji 21 kesan nayê girtin
10:40 GES’a li Dêrsimê hatibû temamkirin hat mohrkirin
09:46 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Sala Azadî û Hêviyê’ derket
09:44 Li Yalovayê operasyona DAIŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, pevçûn didome
09:43 Mêrdîn bi berfê xemilî
09:27 Amed bi berfê xemilî
09:18 Veşartina dîmenan di dosyaya Kurdî de gumanên cînayetê xurt dike
09:15 ‘Heta faîl neyên cezakirin dê jin tu caran di ewlehiyê de nebin'
09:11 Komeleya Jinan a Rosayê di sala xwe ya 8’an de ye
09:09 Entegrasyona pozîtîf: Ji bo rêveberiya xweser, federal û konfederal guncav e
09:05 Canpolat: Rewşa girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2025'AN
28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin