Erdal Eren hê jî 17 salî ye: Zîhniyet neguheriye

  • rojane
  • 10:33 13 Kanûn 2022
  • |
img
ENQERE -  Bi ser darvekirina Erdal Eren ê ku temenê wî hatibû mezinkirin û bidarvekirin re 42 sal derbas bû. Darvekirina Eren sepanên 12’ê Îlonê bi kurt û kurmancî radixe ber çavan û li gel 42 sal derbas bûn jî zîhniyet neguheriye. 
 
Di ser darvekirina yek ji remza berxwedana li dijî darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê Erdal Eren re 42 sal derbas bûn. Temenê Eren hatibû mezinkirin ku wî bidarve bikin. Eren ê ku di 25'ê Îlona 1964'an de li navçeya Şebînkarahîsar a Gîresûnê ji dayik bû, dema ku tê binçavkirin û bidarvekirin temenê wî 17 salî ye. Ji bo darvekirina wî temenê wî tê mezinkirin. Eren xwendekarê Lîseya Pîşeyî ya Yapiyê ya Enqereyê, bi Partiya Komunîst a Şoreşger a Tirkiyeyê-Rêxistina Avakirinê dest bi têkoşînê kir, piştre bi Komeleya Ciwanên Şoreşgerên Welatparêz (YDGD) û Yekitiya Komunistên Ciwan ên Tirkiyeyê (TGKB) dewam kir. 
 
Eren ê ku di çalakiya 2'yê Sibata 1980'an de ji bo şermezarkirina qetilkirina xwendekarê Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn Sînan Suner di 30'ê Çileya 1980'an de ji aliyê parastvanê Wezîrê MHP'ê Cengîz Gokçek Suleyman Ezendemîr ve hat lidarxistin de di nav de 24 kes hatin binçavkirin. Di çalakiyê de 24 kes hatin binçavkirin û Eren bi îdiaya ku di xwepêşandanan de leşker Zekeriya Onge kuştiye hat girtin.
 
BI LEZÛBEZ BIRYARA DARVEKIRINÊ 
 
Eren bi awayek formalite hat darizandin û bi lezûbez di 19’ê adara 1980’î de mehkûmî darvekirinê hat kirin. Biryara darvekirina Eren ewilî hat xera kirin paşê îtîraz hat kirin û li Dadgeha Bilind jî ew ceza hat xerakirin. 
 
CEZA DU CAR XERABÛ LÊ DÎSA ERÊ KIRIN 
 
Biryara xerakirina cezayê darvekirinê li ser îtîraza dozger hat xera kirin û pişt re biryara darvekirinê ji aliyê KOnseya Ewlehiya Millî ve hat erêkirin û Eren di 13’ê kanûna 1980’î de li Girtîgeha Ûlûcanlara Enqereyê hat bidarvekirin. Tevî kampanya û çalakiyên li seranserî dinyayê hatin lidarxistin jî Eren hat bidarvekirin. 
 
JI MIRINÊ NETIRSIYA
 
Eren 16 saet beriya bidarvekirinê rojnamevan Savaş Ay û Emîn Çolaşan serdana wî dikin û ji wan re dibêje nehiştine ku bi parêzerên xwe re hevdîtin bike, ew ji 18 salî biçûktir e û temenê wî hatiye mezinkirin û li gel ku ne wî leşker kuştiye jî dixin stûyê wî û her çiqas wî bi darve bikin jî lê ew ji mirinê natirse. 
 
EREN KIRIN QURBANÊ LEŞKER 
 
Yên u biryara darvekirinê dan lê tu lêkolînên pêwîst nekirin. Li şahidan nehat guhdarkirin tenê li leşkeran hat guhdarkirin. Li gel ku di kuştina leşker de gelek nakokî hebûn jî nehatin lêkolînkirin û Eren kirin qûrbanê vî leşkerê kuştî. 
 
27 SAL ŞÛN VE ÎTÎRAF 
 
Yek ji endamên 3'yemîn Daîreya Dadgeha Cezayê Giran Albay Ahmet Turan ê teqawîtbûyî piştî 27 salan derbarê bêhiqûqiya wê demê de îtîraf kir û anîbû ziman ku ew leşker ne ji aliyê Erdal Eren ve hatiye kuştin. 
 
NAMEYA WΠYA DAWΠ
 
Eren beriya were bidarvekirin nameyek ji malbata xwe re dişîne û ew di nameyê de dibêje, “Ez dikarim bi zelalî bêjim moralê min pir baş e û tirsa min ji mirinê nemaye. Ez baş dizanim ku ev bi îhtîmaleke mezin wê bibe sedema mirinê. Li gel vê jî ez neketim nava tirs, tirsandin û reşbîniyê. Ez bi beşdariya xwe ya şoreşê û şoreşgeriya xwe serbilind im. Netirsandina min hêza xwe ji gel û şoreşê digire. Helbet dixwazim li jiyanê bim û ji bo şoreşê têbikoşim. Lê belê heke mirin derketibe hemberî min, lewma ez natirsim, divê ez bi ceserat pêşwazî bikim. Wek ku hûn dizanin ev cezayê ku dane min ne ji ber wê îdiaya ku tê gotinê ye. Dixwazin bi vê darvekirina min peşkê li têkoşîna me bixin. Ev ceza li dijî rêgezên hiqûqa wan e û hiqûqê binpê kirine.” 
 
FERASET NEGUHERÎ YE 
 
Her çiqas bi ser darvekirina Eren ku piştî darbeya 12’ê Îlonê pêk hat ve ewqas sal derbas bûn jî lê ne zîhniyeta kesên biryara darvekirina Eren derxistin û ne jî zîhniyeta darbekarên wê demê hatiye guhertin. Îro jî wek wê demê bi hezaran kes girtî ye û niha ne cezayê darvekirinê lê cezayên heta hetayê yên girankirî li mirovan hatiye birîn. Bi hezaran girtiyên siyasî di girtîgehan de tên ragirtin. 
 
‘ÎRO QANÛN JÎ TÊN PAŞGUHKIRIN’ 
 
Parêzerê Eren, Îsmaîl Samî Çakmak wiha got: "Dema em li hiqûq û pêkanînan dinêrin rojên ku dişibin serdema 12'ê Îlonê îro jî li pêşberî me ne. Belê di 12’ê Îlonê de hiqûq nebû lê bel3e qanûn hebûn. Îro qanûn jî tên paşguhkirin. Heke mirov bibêje ku şert û mercên 12’ê Îlonê ji şert û mercên îro baştir bûn, wê ne zêde be. Min bêhiqûqiya ku îro diqewime di 12ê Îlonê de jî nedît ku qewimî. Îro dozger karê xwe nakin, berovajî vê yekê karên xwe xerab dikin. Di 12ê îlonê de herî kêm me dikaribû dozgerek an jî dadgehek ku bi me re têkilî daynin bibînin. Niha em nikarin wan jî bibînin.” 
 
MA / Zemo Aggoz
 

Sernavên din

24/12/2022
09:50 Gele Amedê: Semra Guzel vîna me ye
09:44 Tulay Hatimogûllari: Wezîrê Dadê berpirsê tecrîdê ye
09:20 ‘Lêgerîna li avahiyên DBP'ê xespkirina erkê ye'
09:19 Malbatên Roboskiyê: Rêya edaletê di Roboksiyê re derbas dibe
09:16 Partiyên Tifaqa Kurdistanê: Em ê li dijî êrişan di nav piştgiriyê de bin
09:15 Ji ber daxwaznameyên xwe yên 'ji bo vegerin gundê xwe' ketin ber lêpirsînê
09:12 'Hunermend divê erka xwe bi cih bînin'
09:09 Muftuoglû: Dê têkoşîn encama sala 2022’yan diyar bike
09:03 Hunerê guh neda qedexeyan!
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:04 Navên cangoriyên li Parîsê hatin qetilkirin eşkere bû
23/12/2022
23:04 Dîmenên êrîşa Parîsê derketin holê
21:25 Kurd li Ewropayê êrişa Parîsê protesto dikin
20:32 Li Dersimê destavêtina li xwendekareke jin hat şermezarkirin
20:07 Polîsên fransî êrişî girseya li ber navenda çandê kir
18:23 Bertekên li dijî êrişa li DBP'ê: Em ê AKP'ê bişînin
17:13 Cenazeyê endama YJA-STAR’ê hat definkirin
16:46 Li Êlihê banga mîtîngê hate kirin
16:29 Tora Têkoşîna bi Tundiyê re: Mûsa Sevîm çima nayê girtin?
16:04 Li Parîsê êrişî Navenda Çanda Kurd hat kirin: 3 kes hatin qetilkirin
15:49 Lêgerîna li DBP’ê 7 saetan dom kir: Dest danîn ser formên endamtiyê
15:34 Edene ji mîtîngê re amade ye
15:33 Li ber DBP’ê daxuyanî: Kurd bi ser dikevin, îktidara AKP-MHP’ê têk diçe
15:28 Baroya Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:17 HDP’ê û DBP’ê li Dîlokê çalakiya nobetê da destpêkirin
15:00 Hevseroka HDP’ê ya berê ku jiyana xwe ji dest da hate veşartin
14:59 Baroya Rihayê ji bo Îmraliyê serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Li Girtîgeha Eregliyê televîzyon û pirtûk hatin qedexekirin
14:43 Li Parîsê êrişî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya hat kirin: Birîndar hene
14:18 Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci nehat tehliyekirin
14:02 Doza Kobanê: Pêdiviya Tirkiyeyê bi demokrasiyê heye
13:57 Li Dêrsimê kesê ku hatibû binçavkirin hate girtin
13:53 Parlamenterên HDP’î bang li Wezareta Dadê kirin: Heke Îmrali li Tirkiyeyê be tecrîda mutleq rakin
13:52 Polîsan li avahiya DBP’a Êlihê ajandayên vala desteser kirin!
13:43 Operasyona li dijî DBP’ê hat protestokirin: Em ê serî netewînin
13:20 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:52 Di serdegirtina Navenda DBP’ê de dest danîn ser wêneyê Orhan Dogan
12:46 Endamên DBP'ê bertek nîşanî weşana A Haberê dan
12:05 'Gel daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dike’
11:57 MYK’a HDP’ê: Nîşana serkeftinê ya Bayindir, rêbera serkeftinê ya gelê kurd e
11:57 Fîncanci: Xebatên min dewletê aciz kiriye
11:23 Di lêpirsîna DBP’ê de ji bo 15 kesan biryara binçavkirinê
11:22 Li herêma operasyonê mirina biguman a leşkerekî
11:13 Avahiya DBP’ê bi girseyî ziyaret kirin
11:11 Li Stenbolê 7 kes hatin binçavkirin
11:03 Banga mitînga Êlihê: Em li dijî tecrîdê azadiyê biparêzin
10:59 Jinan bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Guzelê da: Biryarê nas nakin
10:40 Ji bo azadiya Fîncanci li ber Edliyeya Stenbolê gazî kirin
10:12 DBP: Kurdek jî dê li ber faşîzma we serê xwe netewîne
09:10 Keşîşxaneya Mor Ahoyê hatiye wêrankirin!
09:10 Şaredariya Silopiyayê Kompleksa Werzîşê ya Jinan çêdike
09:08 Li Roboskiyê çarenûsa hevpar a du birayan
09:06 Bayindir: Em ê sala 2023’yan bikin sala bingeha şikandina tecrîdê
09:05 Xweza di sala 2022’yan de dinaliya!
09:04 Jin di nava têkoşînê de bûne yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2022'YAN
08:32 Polîsan avêt ser avahiyên DBP’ê: Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir hat binçavkirin
22/12/2022
22:22 Rojnamevan Aygul hat berdan
21:26 Di Nobeda Azadiyê de ji bo danişîna Fîncanciyê bang kirin
21:09 HDP: Em ê hesab ji feraseta darbekar bipirsin
17:09 Li Êlihê gel vexwendin mitîngê
16:48 Parlamenteriya Semra Guzel hat betalkirin
16:46 Hefsa malê rakirin vê carê jî derveyî welat lê qedexe kirin!
16:28 Bernameya meha çileyê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
15:51 Hevserokê HDP’î ku di êrişa polîsan de krîza dil derbas kir wê cara duyemîn anjiyo bibe
15:51 Tirkiyeyê li Kobanê êrişî îstasyonek avê kir: 3 karker birîndar bûn
15:43 Li Girtîgeha Eregliyê av, ceyran û gaza xwezayî hat qutkirin
15:43 HDP’ê bertek nîşanî mûçeyê kêmtirîn da: Xizanî tê ferzkirin
15:28 Doza rojnamevan Akogûl hat taloqkirin
15:11 ‘AKP, tehamulî çalakî û aktîvîteyan nake’
14:55 Başaran: Semra Guzel wê her parlamentera Amedê be
14:39 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:13 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:08 Ji Wezareta Dadê re bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin
13:47 Ceza ji parêzer Ûlaş re hat xwestin
13:40 Kujerê Pakistan Demîr ne dîn e
13:17 Mûçeyê kemtirîn bû 8 hezar û 500 lîre
13:11 Temel: Rojeva me ya sereke mîsogerkirina azadiya Ocalan e
12:42 Malbata Şenyaşar: Bila kes baweriya xwe bi hêza xwe ya siyasî neîne
12:18 ‘Divê li dijî êrişan têkoşîneke hevpar were meşandin’
11:32 KCD'ê û HDP’ê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
10:24 Mirinên li girtîgehan nayên lêkolînkirin
10:23 Doza Fîncanci sibê ye: Dadgerên ku Sokrates darizandin nayê bîra kesî
09:42 Li Rojhilat merasimên çilrojê welatiyên hatine kuştin têne lidarxistin
09:14 ‘Helwesta desthilatê rê li ber tahde û destdirêjiyê vedike'
09:14 Parêzer Aslan: Bi tecrîdê neçareserî hatiye tecrîhkirin
09:13 Înfaza Tûrsûn ê ku 30 sal in girtiye bi hinceta 'ne poşman e' hat taloqkirin
09:11 Tifaqa Ked û Demokrasiyê: Em ê di 2023'yan de pergaleke nû ava bikin
09:07 Karker bi berxwedana xwe bi ser ketin
09:04 Çîçek: Siyaseta kurd êdî pêşeroja welêt diyar dike
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2022'YAN
21/12/2022
20:47 Li Amedê Şeva Yeldayê hat pîrozkirin
19:41 Cenazeyê Yorgûn piştî 7 mehan hat veşartin
19:22 Li Silopiyayê ajokarê TIR'ê hat kuştin
19:01 Çalakiya 'Azadî ji bo Ocalan' ket sala 2'yan
17:04 ‘Şahidê’ ku derbarê parêzerên xwe de îfade dan parêzer nas nekirin
16:51 Biryara derheqê Semra Guzel de dê sibe were dayîn
16:34 ‘Divê Girtîgeha Amedê veguhere Muzeya Mafên Mirovan’
16:32 TMMOB: Hewl tê dayîn ku Sûrê ji Mîrateya Çandê ya Cîhanê derxînin
16:26 Cenazeyên endamên HPG’ê li Goristana Bêkesan hatin veşartin