Abdullah Ocalan: Bi agirê Newrozê mirovahî ji nû ve vejiya

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kir ku bi agirê Newrozê nasname û mirovahî ji nû ve vejiyan û wiha got: “Ne tenê azadiya gelê kurd, azadiya hemû gelan dest pê kir.” 
 
Agirê Newrozê yekemîn car di BZ.612’an de, bi berxwedana ku bi pêşengtiya Kawayê Hesinkar a li hemberî Qralê Asurî Dehaq hatiye pêşxistin re hate vêxistin. Û ev agir, 2635 sal in di her 21’ê Adarê de dîsa tê vêxistin. 21’ê adarê roja ku Kawayê Hesinkar bi rêxistin kir, beriya 50 salan ji bo kurdan bû wateya ji nû ve ji dayik bûnê. Gava ewil a têkoşîna azadiya gelê kurd ku weke “fîşeka îşaretê” tê penasekirin, di sala 1973’yan de li Bendava Çûbûk a Enqereyê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ciwanên kurd li wir anîn cem hev hate avêtin. Agirê ku beriya 50 salan li Bendava Çûbûkê hate vêxistin, ji bo kurdan bû destpêka vejîna ji nû ve û cejna azadiyê. Ew agirê Abdullah Ocalan û 6 ciwanên kurd vêxistin yek ji kadroyên pêşeng ên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Mazlum Dogan, piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an, li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê li hemberî zext û îşkenceyê bi 3 zilikên niftikê agirê Newrozê vê xist û ji wê rojê ve jî 21’ê Adarê weke sembola roja berxwedana gelê kurd tê pîrozkirin. Newroz, di nava kurdan de weke rojeke neteweyî dihat pîrozkirin lê piştî çalakiya Mazlum Dogan ku weke “Kawayê Hemdem” tê binavkirin, êdî wateya “Cejna Vejînê” jî lê hat barkirin. 
 
Ev agirê ku li perava Bendava Çûbûkê hate vêxistin û di bedena Mazlûm Dogan de bû sembol, ev 50 sal in li Kurdistan û tevahiya Tirkiyeyê belav bûye, ruhê berxwedan û vejînê mezin dike.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî Newrozê weke vejîn, serhildan û raperînê pênase dike. Abdullah Ocalan ku destnîşan kir ku Newroz israra jiyana azad e, di nirxandina xwe ya 21’ê Adara 1998’an de li ser wate û girîngiya Newrozê nirxandinên berfireh kirin. 
 
SALÊN DÎTINA HER TIŞTÊN HATINE WINDAKIRIN E 
 
Ocalan, dibêje ku destpêka têkçûna dîrokî ya mezin, bi têkçûna Împaratoriya Medan ve dest pê kiriye ku Şaristaniya Mezopotamyayê bû û wiha dibêje: “Piştî têkçûna 2 hezar û 500 salî, ji her sala van 25 salên me yên dawî ku her yek bedala sed sala ye, bi rastî jî kêliyên herî nêz a vejîn û rizgariyê ne. Heke em bikarin baş li ser bifikirîn, heke em baş fêm bikin bê ka em ji ku hatine û em çawa xistine vî halî, heke em li ser bifikirin bê ka divê em çawa bin, heke em biryar bidin bê ka em dikarin çi bikin, wê demê em ê bibînin ku jiyan dê ji mirinê hêj xerabtir bibe. Û heke em dîsa li mirovahiya xwe vegerin, em dîsa li nasnameya xwe ya azad ku bi xaka welêt re bûye yek vegerin, wê demê em ê bibînin bê ka hilgirtina bêhnê ya bisînor jî çiqasî girîng e. Em ê di serî de şehadetên şehîdê Newrozê yê mezin Mazlum Dogan, Zekiyeyan, Rahşanan, Ronahî û Bêrîvanan, her sal serhidanên pîroz ên gel ku nîşaneya serhildana me ya herî dawî anku Newrozên salên 90’î yên Cizîr, Şirnex, Lice û Wanê bibînin. Hewceye pir li ser van 25 salên dawî were sekinandin, ders jê bên girtin û heke îdiayeke me ya mirovatiyê hebe, heke em bixwazin li ser xaka xwe bijîn, heke em jidil û can bixwazin vê daxwaza xwe serbixin; ev sal, ew sal in ku em xwe jinûve diafirînin. Ji fikrekî kûr heta dan û standina bêhneke azadiyê; ev sal, salên dîtina her tiştên hatine windakirin e.”
 
ME DEST BI ŞEREKÎ MEZIN Ê HÊVIYÊ KIR
 
Di berdewamê de jî Ocalan tîne ziman ku Newroz, ji bo gelê kurd vejîneke û wiha dirêjî dide axaftina xwe: “Her wiha li hemberî vê tunebûna kambax, gotina ‘Ez ê rast û durist bim’ a mirovên me yên qels ku li qeraxên tarîtiyê ne. Mijara herî bingehîn ew e ku di serdemeke wiha ya tu hêviyek li holê xuya nake de bibêje; ‘Ez ê bi vê nasnameya xwe û ji bo vê sozê bijîm. Ji bo vê jî heke hewce bike ez ê şer bikim.’ Ji bilî vê tu rêyeke din nîne. Ew roj, mîna vê rojê hêj di bîra min de ye. Li paytexta dijminan bûm. Di serdemeke ciwanên ku hebûn û nebûna wan nediyar, bêîdia û bi tunebûnê re rû bi rû de, di demekî ku ez jî bi hemû derfetên baş ên mêtingeriyê re rû bi rû de, di serdemeke ku her tiştê aîdî me ewqas paşmayî bûn û qet bala mirov nedikişandin de, di serdemekî ku tune dibûn de, min di rojeke wiha de biryara xwe da. Min, jiyana ku mêtingeriya tuneker pêşkeşî min dikir re got na. Min, berê xwe da hêviya azadiyê ku ne hiqûqeke wê hebû, ne derfetek hebû û ne jî pêkhatina wê hêsan nebû. Heta endamên wê jî ji vê bawer nedikirin. Lê yek bi yek, min li her tiştê ku wan jê bawer nedikir wateyek bar kir û gavek avêt. Mînakeke mîna vê ne li ser rûyê erdê û ne jî di dîrokê de heye. Heke bi du hevokan bînim ziman; me got ku divê em bi nasnameya xwe li ser xaka bijîn. Heke jiyanek hebe jî divê ew jiyan, jiyaneke azad be. Û bi rastî jî me dest bi şerekî mezin ê hêviyê kir.”
 
VEJÎNA BI AGIRÊ NEWROZÊ
 
Ocalan, diyar dike ku di serdemeke ku navên kurd û Kurdistanê êdî nedihatin bihîstin de, mirovatî û nasname bi agirê Newrozê re dîsa vejiyane û ev tişt anîn ziman: “Hinek kes tê de cîh digirin û hinek jî tev li nebûne lê eleqeya hemûyan jî heye. Ev, pêşketin û desteftiyeke girîng e. Heke ev nebe, vejîn jî nabe. Berxwedan, bi bêhêvitiyê nabe. Dibe ku ji rizgariyê re dem mabe lê di serî de ev tişt divê hebe. Tespîteke baş, di cih de û gavekî rast e. Em bi vîneke pir mezin girêdayî van salan bûn, me şerekî ewqas dijwar, bênavber, hevnegirtî, bi azwer û bi kîn kir ku vî şerî bi xwe re hêrseke pir mezin anî. Lê belê heke ev hêrs xeletiyan bi mirov nede kirin, wê demê bingeha têkoşîneke mezin ava dike. Şer, ji bo ku asteke watedar derkeve holê, pêşketineke. Bi rewşa xwe ya koletiyê me serkeftin jî bi dest xistine lê ma ez ê çi pê bikim. Li gorî min, ev bi kêrî tiştekî nayê.”
 
DI ROJÊN NEWROZÊ DE CARNAN BAGERÊN DIJWAR JÎ DERDIKEVIN
 
Di nirxandina xwe de Ocalan pirsa “Gelo jiyaneke çawa” dike û vê şîroveyê dike: “Bersivandina vê pirsê, ji rizgariyê binirxtir e. Vejîn, bi janên xedar çêbûye. Newroz çi ye, Newroz kulîlkeke ku serê xwe ber bi royê ve bilind dike. Di jiyanê de, sekneke. Xemilîna xwezayê ya rengîn e. Gera xwînê ya li nava hemû rihên jiyanê ye. Heke di xwezaya wê de ji bo vejînê tiştek hebe; ev, hewla wê ya ji bo ajdayînê û vekirina kulîlkan e. Lê belê di rojên Newrozê de carnan bagerên dijwar jî derdikevin. Ku ev bager carnan kulîlkan diçilmisînin, tovikê darên fêkiyan tune dikin, gelo ma kesên wiha jî di nav me de tune ne? Belê, hene. Gelo ma em kêm caran bûne bingeh ku ev tovikên vejînê tune bibin. Ma em kêm caran bûne sedema vê. Dîroka wan jî, rojanebûna wan jî û tunekirina wan jî çiqas rasteqîne. Ya herî baş ew e ku mirov rastiyê bi halê wê yê xwerû qebûl bike. Em her tim ji vê bawer dikin. Me herî dawî wiha got. Tu qanûnek, ji qanûna jiyana azad bihêztir û mezintir nîne. Hêz û qanûna herî mezin, qanûna jiyana azad e.”
 
VÎNA JIYANA AZAD
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dibêje ku mafê herî mezin, jiyana azad e lê di Qanûna Bingehîn de cih nagire û wiha pê de diçe: “Min di serî de wiha got; qanûna herî mezin vîna jiyana azad e. Û divê ji her aliyan ve ev vîn bi ser keve. Ev qanûn, qanûnên mirinê ne. Ev qanûn, qanûnên kesên dibêjin ê herî bihêz e, yên kesên ku dema van qanûnan bi cih tînin xwînê bi xelkê didin verişandinin, qanûnên mirinê yên dijminanin û qanûnên xaîn û kesên ku qet azadî nas nekirine ne. Qanûnên kesên riziyayîn, yên ku xwebûna xwe nas nekirîn, kesên ku rêgez û têkoşîneke wan a azadiyê neyî, kesên heyî û neyîna wan nediyar û qanûnên meymûnan in. Qanûnên bukalemûnan in. Qanûnên wan kesan in ku heta li hemberî wê armanca pîroz a nezelal jî nekarîn bên ser rêya rast in. Wan jî baweriya xwe gelek bi qanûnên xwe anî. Qanûneke komkujer a 3 zagonsazên bingehîn. Li hemberî me qanûneke xayîn, ketî, tunebûyî û bukalemûnê hebû. Me jî got; ‘dê qanûna jiyana azad çêbibe.’ Û me di wan salan de ev qanûn ferz kir. Bi demê re me dît ku ev qanûn, qanûna herî bihêze.”
 
AZADIYA GELAN DEST PÊ KIR
 
Ocalan, di dirêjiya nirxandina xwe de anî ziman ku ew, her wiha kurmikên di nava dara azadiyê de jî perîşan dikin û wiha didomîne: “Li Mezopotamyayê, qanûnên Hammurabî hebûn. Weke ku tê zanîn, kesê qanûnên Asûran çêdikirin ew bû. Qanûnên hovane bûn. Qanûn, di dîrokê de yekemîn car li ser vê xakê hatin danîn. Li ser vê xakê, bi rastî jî şervanên azadiyê hebûn. Dema Împaratoriya Asûran a paşverû û xedar ji hev belav dibû de, rê li ber azadiya xelkê asûr û hemû gelên din vebû. Li ser vê bingehê em dikarin bibêjin ku Mezopotamya, xak û dîroka azadiyan e. Ji Kawayê Hesinkar heta Mazlûm Dogan, gelek şervanên azadiyê yên gewre hebûn. Ji Hallaci Mansur heta Pîr Sûltan û Nesimiyan, tevek jî şervanên azadiyê bûn. Lê di şexsê Tirkiyeyê de em dikarin bibêjin ku di halê hazir de qanûnên xedar ên serdestan hebûn. Ev, di nava şerekî mezin de ne. Me jî xwe baş di nava vî şerî de bi cih kir. Em ketin nava refên berxwedana gelan, me qanûnên azadiyê esas girtin... Xwedîderketina li jiyana azad ku bi mirovahiyê re li vir dest pê kirî, dilsoziya bi wê re. Vê yekê gelek bala me kişand û em heta îro jî anîn. Em keyfxweş in, di nava pîrozbahiyeke rasteqîn de ne.”
 
ZEKIYA, ZÎLAN Û RONAHÎ…
 
Di berdewamê de jî Rêberê PKK’ê balê dikişîne ser girîngiya Newrozê û wiha dibêje: “Ji vir û pê de êdî hemû roj, Newroz in. Hemû rojên berê, bi rastî jî rojên Newrozê bûn. Soza me ev bû û me soza xwe binpê nekir. Lê belê zaliman êş û îşkence li me ferz kirin. Şewitandin, rûxandin. Gelek mirov bi her cureyên teknîkê, bi çekan û îşkenceyan şewitandin. Vaye dilê me ji me dipirse bê ka em ê çawa xwedî li bîranîna van kesên hatine şewitandin derkevin. Zekiye, Zîlan û Ronahî bûn şehîdên mezin ên roja me. Di gotin, kirin û wesiyeta wan de em dibînin ku xwestin bersiva pirsa ‘em ê çawa bikarin jiyaneke azad bijîn’ bizanin. Mezopotamya, qada jiyana ku ewil li qeraxên Zagrosan derketî, bihûşta ku di hemû pirtûkên pîroz de qala wê tê kirin, xaka jiyana nû ya Nûh a piştî tofanê ye... Ji roja ku ez bûyîm heta niha, li ser vê xakê mirov her tim bi azweriya azadiyê dijiyan. Belkî qet naşibe jiyana li welateke din, naşibe tu tiştên di pirtûkan de hatine nivîsandin. Belkî di tu pirtûkan de nehatibe nivîsandin lê şerê azadiyê heye. Heke heta niha pirtûka wê nehatibe nivîsandin, belkî jî ji ber wê ye ku bi temamî rizgar nebûye. Heke pirtûkên ku ew nivîsandin nîvcoyîn bin, ji ber wê ye ku tam rizgar nebûye.”
 
NEWROZ JI CEWHERÊ DÎROKÊ RE BERSIVEKE
 
Ocalan, dibêje ku Newroz ji cewhera dîrokê re bersiveke û wiha pê de diçe: “Ne tiştekî hêsan e, ez nabêjim girtiyên jiyanê yên hêj xerabtir ên li şaristaniya mirovahiyê, pir zehmete qebûl bike ku li derveyî jiyanê bimîne. Mirovahî, li vir bi zar û ziman bû. Qanûnên yekemîn, li vir hatin nivîsandin. Mirovahiyê, cara ewil li vê derê hêviyên xwe anîn ziman. Her ku destê xwe dirêjî axê dikir, berhemek jê afirand. Sewalên ewil li vir hatin kedîkirin. Gîhayên ewil li vir bûn dexl û embar tije kirin. Gundên ewil, bajarên ewil li vir hatin avakirin. Dewlet, ji vê xakê derket. Û helbest cara ewil li vir hatin nivîsandin, muzîk li vê xakê hat guhdarîkirin. Mirovahî ji vê xakê bû. Carnan li hinek deveran rastiyeke çînan derket holê. Împaratoriyeke koledar hate avakirin. Qanûnên eşîrtiyê çêbûn ku hêj bi hemû hêza xwe berdewam in lê tiştekî din jî çêbû. Weke ku tu tiştên navborî li vê xakê derneketibin, veguherî qadeke ku heyî û neyîna wê nediyar. Nasnameyeke mirovahiyê nîne, hêviyeke wan nema. Gelo çi bû ku ev rewşa nakok derket. Li rexekî xakeke ku her tişt cara ewil lê çêbûyî, li rexa din jî nemayîna tu berhemekê. Hewceye em vê nakokiya mezin fêm bikin. Destana mezin a Gilgameş. Xaka ku hevaltiya ewil li ser çêbûyî. Niha jî bûye cihekî ku xayînên herî mezin lê dijîn. Û ev xayîn jî di nava me de ne. Divê em vê mijarê çareser bikin. Gelo ev dîroka mezin çawa wiha têk çû?
 
XIZÎNE LI KU BÊN WINDAKIRIN LI WIR TÊN DÎTIN
 
Heke dîsa bê nivîsandin, gelo dê ev dîroka vejînê çawa bibe. Tişta ku mirov bi kelecan dike jî ev e. Xizîne li ku bên windakirin, li wir tên dîtin. Mirovahî jî li ser koka xwe anku cihê lê avabûyî tên lêkolînkirin. Lewma dikare li vir bê dîtin. Li Amerîkayê nayê dîtin. Li Rûsyayê, li Sîbîryayê nayê dîtin. Navenda wê ev dere ye. Ev bû 25 sal ku em li mirov digerin, ji ewil li mirovê xwe. Û ev mirov jî, mirovê ewil e. Û heke bibe, dê bibe mirovê dawî jî. Divê wisa jî be. Heke ji bo jiyanê jidil be, heke her tiştek di nava jiyanê de mîna coşa Newrozê be, wê demê divê em zimanê wê hîn bibin. Jiyan ji bo wî ewqas hêsan nîne. Ez bixwe jî lêgerînereke mezin ê jiyanê me. Min her tişt da sekinandin. Bêyî ku bikevin nava pêşdaraziyan, bêyî ku bikevim nava qaliban, min her tim xwest bi kûrahî fêm bikim û min pirs kir bê ka gelo fêm kirin çiye û divê tiştekî çawa be? Tişta ku jê re dibêjin lêhûrbûn, ev e. Ku mirov xwe bi hêsanî pênase neke. Îcar mirov vê şaristaniya ku di nava hezaran salan de mirovê azad xistiye halekî wisa ku nayê naskirin di xwe de pênase neke, di xwe de nas neke, di xwe de nejî û di xwe de nede jiyîn. Hemû navên lê hatine kirin weke nav mirov ji xwe re negire. Ku mirov gumanê ji hemû îradeyan bike. Û mirov hêj jî nekare biryara jiyanê bide, mirov nede û nede dayîn. Heke tişta herî rast û herî xweşik bê jiyîn, divê li gorî dîroka vê xakê ya resen, li gorî şaristaniya wê be. Divê ew jiyan, dilsoza rastiya lêgerînerên jiyanê û kesên ji Gilgameş heta roja me li pey nemiriyê ketibûn be. Ya ku li bejn û bala mirovê vê xakê tê jî, azadî ye.” 
 
MA / Ozgur Paksoy
 

Sernavên din

31/05/2025
15:43 Serbestberdana girtiyên nexweşên giran Nebîoglû û Başdaş hat xwestin
15:23 Panela 'mafê hêviyê': Maf nabin mijara bazarê
15:06 DEM Partî: Ji bo Pakêta Darazê ya 10'emîn em ê pêşniyarpirsekê pêşkêş bikin
15:00 Ekîn Ceren hate bibîranîn: Di têkoşîna me de dijî
14:58 Çalakiya xizmên windayan: Çalakiyên ku 30 sal in tên lidarxistin dê bidomin
14:24 Komeleya Wêjekarên Kurd rêveberiya nû diyar kir
14:18 Komxebata 'Têkoşîna li Dijî Tiryakêşiyê’: Divê em xetek xurt a têkoşînê ava bikin
14:01 Şandeya Rêveberiya Xweser çû Şamê: Pêvajoya diyalogê didome
13:46 30 sal in Dayikên Şemiyê çalakî li dar dixin
12:35 DEM Partî: Divê li hemberî îradeya gel rêz bê girtin
12:21 Ji Wezareta Karê Derve yê Îngîltere daxuyaniya PKK’ê: Gaveke girîng e
12:11 Ji hevserokên DBP û DEM Partiyê peyama salvegera Geziyê
12:03 Hatîmogullari beşdarî çalakiya xizmên windayan bû: Divê rûbirûbûn pêk were
11:39 Îsraîlê êrîşî baregehên leşkerî yên li Sûriyeyê kir
11:37 Ji CHP'ê biryara civîna awarte
11:33 ‘Bêyî gavên demokratîkbûnê pêşketina pêvajoyê ne mumkin e’
11:18 Li Hezexê mirina bi guman a çawişek pispor
10:41 Topuz : Medyaya îktîdarê pêvajoyê jehrî dike
09:44 Li Japonyayê li dijî Kurdan êrîşên nîjadperest
09:37 Divê jin rêxistinbûna xwe mezin bikin
09:04 Ji bo FîlmAmedê zêdetirî 600 serlêdan
09:03 Di karesata keştî ya ku 61 kes mirin de ceza zêde bû
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2025'AN
08:55 Li dijî ÎBB'ê operasyona pêla 5'emîn: Biryara binçavkirina 47 kesan
30/05/2025
15:59 Li Qoserê ciwanekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:54 Kurtulmuş: Em piştgiriyê dixwazin
Ozel: Pêvajoya Meclis daxil nebe serkeftî nîne
15:42 DEM Partiyê ji bo namzetaya Serokatiya Meclisê serlêdan kir
14:34 Ji bo rojnamevan Yildiz Tar biryara tehliyeyê
12:57 'Tora Parlamenteran dê hêza jinan a di siyasetê de zêde bike’
12:02 Namzetê Serokatiya Meclisê yê DEM Partiyê diyar bû
11:54 Di doza Temel de ji bo bersûcan biryara desteserkirinê hate dayin
11:38 Dayika Îpek Er: Rayedaran soza xwe bi cih neanîn
11:29 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:23 Qadên xezal û pezkoviyan tên tunekirin
11:05 Mehmet Bekaroglû: Bi aştiyê re her kes dê qezenc bike
10:25 Jinan ji bo meşê bang kirin: Em azadiyê biqîrin
10:22 Turkyilmaz: Pêwîstî bi çareseriyeke du alî heye; rêveberiya herêmî û demokrasî
10:08 Danişîna doza 15 kesên ji cînayeta Narîn Guranê tên darizandin dest pê kir
09:54 Li Çukurovayê 11 jê rewşa wan giran 46 girtiyên nexweş hene
09:21 Sekreterê Giştî yê Die Linke’yê: Divê PKK êdî weke ‘rêxistina derqanûnî’ neyê dîtin
09:06 Di atolyeyên ‘Bi jinên azad re ber bi civaka demokratîk ve’ avakirin tê nîqaşkirin
09:05 Bû 9 sal li cenazeyê keça xwe digere: Bila êdî dilê tu kesên din neşewite
09:04 Bersûc qebûl kir ku îstîsmara zayendî li zarokan kiriye, dadgehê ew serbest berda!
09:02 Endamê Komîsyona Edaletê Duşunmez: Nabe ku Ocalan girtî bimîne
09:00 ROJEVA 30’Ê GULANA 2025’AN
29/05/2025
16:32 Di Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd de biryara ‘avakirina torên rêxistinbûnê’ hat dayin
16:14 10’emîn Pakêta Darazê pêşkeşî Meclisê hate kirin
15:46 Yuksek Ozturk piştî 30 salan hate berdan
15:35 Ji bo Hamît Geylanî li Enqereyê bîranîn hat lidarxistin
15:13 Li pêşiya edliyeyê bang kirin: Girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ bigirin
14:39 Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan hate definkirin
14:22 Erdogan ji bo pirsa têkildarî ‘namzetiyê’ got: Em guh bidin dengê gel
14:07 Rêveberên Baroya Stenbolê tev li danişînê nebûn
14:01 Abdulsamet Turan tehliye bû
13:54 Çakmakçi ku 2 jin qetil kiribû li ser sînor hate girtin
13:46 Daxwaza girtina Mûsa Orhan hate redkirin
13:04 KNK’ê di encamnameya xwe de bal kişand ser ‘pêvajoyê’
12:35 Malbata Îpek Erê gefên Mûsa Orhan vegotin: Li pişt min dewlet heye!
12:12 Kalkan: Pirsgirêka Kurdan a baweriyê heye, pêvajo bi gavên yekalî nameşe
11:36 Tanhan ku çû serdana girtiyê nexweş Nebîoglû: Divê tavilê bê berdan
10:50 Rojnameger Yelda Çîçek beraet bû
10:44 Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd di roja 2’yan de didome
10:23 Danişîna Mûsa Orhan dest pê kir
10:17 Li 2 rojnamegeran doz hate vekirin
10:00 Gel diparêze nêçîrvan qetil dikin
09:35 Li Dêrsimê bi ser malan de hate girtin
09:25 Deşta Mûşê bi alaleyan xemilî
09:10 Abdullah Ocalan: Destûra Bingehîn a 1921'ê dikare esas bê girtin
09:08 Serokê SOLDEP'ê Aydin: Wezîfeya sosyalîstan birêxistinkirina têkoşînê ye
09:07 Divê jin di her mijarê de tev li pêvajoyê bibin
09:05 Tê payîn ku sibê di doza Narîn Guran de biryar bê dayîn
09:03 ' Em ê biçin cihên ku gel pirtûkên Kurdî peyda nake'
09:01 ‘Kaytan digot ger ez li dijî partî û Rêbertî derkevim, ez ê xwe tune bikim'
09:00 ROJEVA 29’Ê GULANA 2025’AN
28/05/2025
21:01 Li Îdirê 2 jin hatin qetilkirin
20:56 Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan wefat kir
20:51 DEM Partiyê piştî hevdîtina bi AKP’ê re daxuyanî da
20:36 Piştî hevdîtina DEM Partî û AKP’ê daxuyanî hat dayin
20:28 Parlamentoya Kurdistanê: Jinan jiyana xwe ji bo azadiyê feda kirin
20:18 Li Wanê Tûrnavaya Futbolê ya Sirri Sureyya Onder hat destpêkirin
19:20 Roja ewil a Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd bi dawî bû
17:09 Ji bo 8 kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatibûn girtin biryara tehliyeyê hat dayin
16:43 Ji bo Hamît Geylanî li Enqereyê şîn hate danîn
16:37 Parlamenterên jin: Yekitî hêmaya sereke ya pêvajoya çareseriyê ye
16:26 'Komkujiya Roboskê ezmûna jidilbûna pêvajoyê ye’
15:58 Banga ‘binpêkirinên li Girtîgeha Şakranê bi dawî bikin’ hate kirin
15:37 Fîlozofan piştgirî dan banga Abdullah Ocalan
15:33 Li Edeneyê çalakiya ‘Ji girtiyên nexweş re azadî’ hat lidarxistin
15:16 Hevdîtina DEM Partî û AKP’ê dest pê kir
15:11 Li Erdîşê Komeleya Dayikên Aştiyê hate vekirin
14:36 Nûman Kurtulmuş: Êdî peywir dikeve ser milê Meclisê
14:24 Malbata Mîgdat Erkek ji bo dîtina hestiyên kurê xwe serî li ÎHD’ê da
13:58 Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd: Em peyama Abdullah Ocalan esas digirin
12:41 Leyla Guven: Em bibin pêşengên jiyaneke nû
12:19 DEM Partî: Bila Şertê Xweserbûna Rêveberiyên Herêmî bê naskirin
12:14 Jina ku çawişê pispor bi wesayîtê lê xistî jiyana xwe ji dest da
12:13 Komeleyên Elewiyan: Em amade ne di pêvajoyê de berpirsyartiyê li xwe bigirin
12:12 Ji karsazan daxuyaniya ‘pêvajoyê’: Em amade ne berpirsyartiyê li xwe bigirin
11:43 Siyasetmedar Hamît Geylanî jiyana xwe ji dest da
11:21 CPJ: 173 jê Filistînî 181 rojnameger hatin qetilkirin