Asena: Partiya Çep a Kesk dê bibe nûnertiya hêviya gelan

img
STENBOL - Endamê MYK’a Partiya Çep a Kesk Ahmet Asena diyar kir ku partiya wan dê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bibe nûnertiya hêviya gelan û armanca wan ew e ku Komar Demokratîk ava bikin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên 14’ê Gulanê de ji ber doza girtinê dê bi lîsteya Partiya Çep a Kesk biçe hilbijartinê. Tifaqa Ked û Azadiyê di 24’ê adarê de protokola tifaqa hilbijartinê pêşkêşî Desteya Bilind a Hilbijartinê kir, partiyên pêkhateyên tifaqê bi hemû leza xwe xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin.
 
Partiya Çep a Kesk di bin sîwana Tifaqa Ked û Azadiyê de biçe hilbijartinê. Endamê Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Çep a Kesk Ahmet Asena der barê stratejî, armanc û xebatên partiya xwe de ji ajansa me re axivî. 
 
RÊXISTINKIRINA AVAKIRINA JI NÛ VE 
 
Asena anî ziman ku gelên Tirkiyeyî bi salan e li dijî desthilatdariyên AKP û MHP'ê li ber xwe didin û îktidar dixwaze bi tundî û zextan komên muxalîf bitepisîne. Asena diyar kir ku hêrs û raperîna pistî erdheja 6'ê sibatê ya li Mereşê çêbû, dînamîkên civakî derxist holê û wiha got: "Ev deng û îtîraz ji bo hilbijartina li pêşiya me qadek berfireh a xebatê ji me re vekir. Li ser vê yekê ku di vê hilbijartinê de ji bo avakirina Komara Demokratîk welat ji bo siberojê qadeke birêxistinkirinê afirand. Ji bo vê avakirinê divê Tifaqa Ked û Azadiyê hin bêtir rêxistinkirina xwe bike.” 
 
ARMANCA KOMARA DEMOKRATÎK 
 
Bi domdarî Asena bal kişand ser girîngiya stratejîk a hilbijartinê û ev tişt anî ziman: "Ev pêvajoyeke ku tenê bi çûna ser sindoqan û gotina 'Me deng da, me Erdogan şand, me 80-100 wekîl hilbijart' bi dawî nabe. Ev yek weke armanceke stratejîk a gelekî girîng derdikeve pêşberî me. Dema em stratejiya hilbijartinê bi wateya teng binêrin, şandina îktidara heyî gelekî girîng e. Ji bo vê jî divê hilbijêr alîgiriya Tifaqa Ked û Azadiyê ya ku bi Partiya Çep a Kesk re biçe hilbijartinan û divê em bizivirin cem gel û gel arasteyî vê yekê bikin. Heke em bigihêjin vê dibe ku me di warê stratejiya hilbijartinê de rêxistinbûna civakî misoger bikin, ji Erdogan re bêjin ‘oxir be’ û ji bo avakirina komara demokratîk gavek cidî biavêjin.” 
 
‘CIWAN DÎNAMÎKA CIVAKÊ NE’ 
 
Di berdewamê de Asena da zanîn ku HDP dê bi Partiya Çep a Kesk biçe hilbijartinan, pêwîste ji bo hemû beşên civakî û bi taybet gelê kurd Partiya Çep a Kesk baş bê nasandin û wiha axivî: “Divê em baş xwe bi gelê kurd bidin nasîn. Ji bo em nêzî 7 milyon hilbijêrên ku dê cara yekem li dengê xwe bidin, divê em berê wan bidin aliyê partiya xwe. Di pêvajoya hilbijartinê de yek ji destkeftiyên me jî serhildana wan e. Di vê xalê de pêwîstî bi ciwanan heye ku helwesta xwe eşkere bikin. Ciwan her tim pêşengên li pêşiya dînamîkên civakî ne. Em di wê baweriyê de ne ku ev erk dê di hilbijartinan de pêk were. Em armanc dikin ku rêgeza têkoşîna jinê li xwe vegerînin. Heke gav bên avêtin û kolan û cade bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' qîriyan, em texmîn dikin ku dê bingeha vê têkoşînê ji bo me partiya me encamên girîng derxîne. Ev yek ji armancên me yên stratejîk a girîng e.” 
 
BANGA BO HILBIJARTINÊ
 
Asena banga girîngiya hilbijartinê li dengdêran kir û wiha domand: "Em dixwazin her kes dengê xwe bide logoya Partiya Çep a Kesk ku di bin logoya Tifaqa Ked û Azadiyê ya kaxezê dengêran de cih digire. Heke em xwedî li partiya xwe derkevin, em ê bi komek hêzdar û qelebalix biçin parlamentoyê.” 
 
Asena destnîşan kir ku ji bo hilbijartinê li hemû herêman xebatên partiya wan hatine destpêkirin û di rojên pêşiya wan de dê xebatên wan hin pirtir û zêdetir bibin û her deverî veguherînin cihê xebata têkoşînê.
 
PÊŞNIYAZÊN ÇARESERIYÊ 
 
Asena diyar kir ku ew dixwazin bi Partiya Çep a Kesk re pirsgirêkên welêt çareser bikin û bal kişand ser danezana hilbijartinê ya ku ew ê biweşînin û wiha pê de çû: "Di deklerasyona me de pêşniyarên pir berfireh hene. Dema em bi giştî lê dinêrin, sozên me ji bo civakeke ku ji bo hemû gelan wekhevî, azadî û demokrasî tê de heye, ciwan karibin bi azadî lê xwedî derkevin û mafê axaftinê tê de hene. Di vî warî de me bernameyek ji bo komareke demokratîk a li Tirkiyeyê ku ji mafên xwezayê re rêz digire, tunekirina ekolojîk rawestîne amade kiriye. Mijarên ku dê di danezana me de cih bigirin ev in. Mînak vegerandina Peymana Stenbolê yek ji wan daxwazan e, ji bo çareserkirina pirsgirêkên kevnar ên van axan rêzek pêşniyarên me hene, wek berfirehkirina mafên sendîkayan, pêşkeftina pîşeyî bi karkerên ciwan re bêyî ku mûçeyên wan bên qutkirin. Naskirina mafên gelê kurd, bidawîkirina rejîmên bawermendan û bidawîkirina tecrîda Îmraliyê ye.” 
 
‘ÇEP A KES DÊ BIBE HÊVIYA GELAN’ 
 
Asena anî ziman ku hêviya gelan di vê hilbijartinê de wê Partiya Çep a Kesk be û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Di van hilbijartinan de îfadeya vê hêviyê wê Partiya Çep a Kesk be. Dema em li mirovên di dîroka me de têkoşiyane dinêrin, em li kevneşopiya HDP’ê binerin, em dibînin partiya çendan e. Çepa Kesk di van hilbijartinan de dê bibe nûnerê hêviya gelan.” 
 
 MA / Ergîn Çaglar 
 

Sernavên din

20:43 Dê peyama sersalê ya Abdullah Ocalan bê parvekirin
16:37 Rêya Colemêrg-Şirnexê ji çûnhatinê re hat girtin
16:15 Li Cizîrê bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
15:56 Doza Narîn Guranê: Dadgeha Bilind cezayê dê, ap û bira erê kir
15:48 Êrişî çalakiyên li Tehranê hat kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
15:35 Bakirhan: Li dijî DAIŞ'ê helwesta hevpar divê
15:13 Li Mêrdîn û Şirnexê ji ber berfê rê hatin girtin
14:49 Ji Serhedê bang: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bivênevê ye
13:18 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rapora salane ya xebatên jinan aşkera kir
12:48 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 3 polîs mirin
11:41 Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê êrişên li dijî Elewiyan şermezar kir
11:21 Ji bo operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê biryara qedexeya weşanê hat dayin
11:08 Li ser Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze
10:56 Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin
10:41 Li zozanên Lolanê agahî ji 21 kesan nayê girtin
10:40 GES’a li Dêrsimê hatibû temamkirin hat mohrkirin
09:46 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Sala Azadî û Hêviyê’ derket
09:44 Li Yalovayê operasyona DAIŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, pevçûn didome
09:43 Mêrdîn bi berfê xemilî
09:27 Amed bi berfê xemilî
09:18 Veşartina dîmenan di dosyaya Kurdî de gumanên cînayetê xurt dike
09:15 ‘Heta faîl neyên cezakirin dê jin tu caran di ewlehiyê de nebin'
09:11 Komeleya Jinan a Rosayê di sala xwe ya 8’an de ye
09:09 Entegrasyona pozîtîf: Ji bo rêveberiya xweser, federal û konfederal guncav e
09:05 Canpolat: Rewşa girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2025'AN
28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin